Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera kurdî

04/08/2024
in Uncategorized
A A
Ji çiraxên hunera kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Zekeriya Efrîn Stûneke neteweyî ya bilind û nirxeke hunerî ya mezin e .

Dema ku afirandêrî û jêhatîbûn têkil hev dibin û pêlên henasî û hestan di atûna hunerî û çêja xweş de digihêjin hev, berhemeke hêja tê afirandin ku bedewî û heyraniyê derdixe holê, ji ber vê yekê dil ber bi wê ve dikişîne û atmosfereke geş di giyanê wergiran de çêdibe da ku kar bibe encama serkeftin û afirîneriyê.

Dema ku em behsa afrînerî, nûjenî û geşbûnê dikin, em behsa kurê Çiyayê Kurmênc, kurê dara zeytûnê, kurê bajarê çand û hunera kurdî, kurê Efrîna berxwedêr “Zekeriya Efrîn” dikin,  ê ku hatî firşikkirin bi bêhna pelên darên zeytûnê yên “Deşta Çûmê”, bi hêlma kulîlkên hinarên “Basûtê”, bi şeraba wîşiyên tirî yên “Endarê”, ji vexwarina ava kaniyên”Meydankê” û sulavên “Gemrûkê” û bi xweşikbûna şûnwarên “Kela Horî” û bihnxweşiya dîroka wê, ku ji Kaniyên lehengiya Îbrahîm Henano, Rifet û Seydo, û xwendekarê rêbazên dibistana Cemîl Horo, Elî Tiço û Têkoşer hatiye hêvankirin.

Zekeriya Efrîn hunermendek e ku bi jêhatîbûn li têla afirînerîyê dixe, bêguman, em nikarin ji awazê afirînerîyê matmayî nemînin! Ew yek ji sembolên huner û wêjeya (edebiyata) kurdî tê hesibandin. Ew stûneke hunerî ya bilind e, ew bejneke wêjeyî ya bi berz e, afirînerekî bê nîşe ye. Wî bi awazên xwe muzîka kurdî zengîn kiriye û bi nivîs û helbestên xwe di dewlemendkirina çanda kurdî de rolek lehîstiye.

Helbestvan, muzîkjen û derhênerê kurd Zekeriya Efrîn di 03.05.1974’an de ji dayîk bû, ji dê û bavekî kurd (Hesen Dawûd û Gulê Xelîl) li bajarê Efrînê, ji malbateke welatparêz ya têkoşer ku kevneşopiyên civaka Efrînê parastiye û pabendî hînkirin û nirxên Kurdayetiyê bû.

Dibistana seretayî, amadeyî û lîse li bajarê Efrînê xwend û dema xwendina xwe ya lîseyê bi dawî anî, koçî bajarê Helebê bû, li wir Peymangeha Elektrîkê xwend, piştî derçûna xwe, li bajarê Helebê tevlî Amûjgeha (Peymangeha) Muzîkê bû û li wir di sala 1991’î de qedand û derçû.

Meyla xwe ya wêjeyî û hunerî, hezkirina xwe ya ji bo nivîsandina helbest û gotaran û hewesa xwe ya ji bo muzîk û stranbêjiyê ji zarokatiya xwe ve dest pê kir, di dema dibistana navîn de, ji ber vê yekê di destpêka xortaniya xwe de tevlî Koma Engîzek – Efrînê bûye û weke endamekî çalak di beşa muzîk û govendê de dixebitî.

Piştî derçûna ji Amûjgeha Mûzîkê jiyana xwe ji bo huner, çand, nivîskarî û muzîka kurdî terxan kir. Di salên notî yên sedsala borî de dest bi nivîsandina helbest, gotarên wêjeyî û lêxistina amûrên mûzîkê kir.

Di sala 1994’an de gelek helbest bi zimanê kurdî nivîsandin û belav kirin, weke: (Evîna Min, Rêwiya Min, Axa Welat, Randê Kurdistan..  hwd).

Helbestvan Zekeriya Efrîn bi demê re gelek berhemên din ên wêjeyî nivîsandin û di demên cuda de çend dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî çap kirin, ew jî:

1-Dîwana yekem, bi navê “Lîlav” yekem berhema wêjeyî di sala 2001ê de hat çapkirin.

2-Dîwana duyem, “Pêlên Birîndar” di sal 2004’an de hat çapkirin.

3-Dîwana sêyem: “Peyv dibe bîranîn”, di sala 2006’an hat çapkirin.

4-Dîwana çarem, “Sê Doz”, di sala 2021’ê de hat çapkirin.

5-Dîwana pêncem: “Em hene” li ber çapê ye .

Zekeriya Efrîn, di cîhana afirandêriyê de pêşeng e, helbestan bi tîpên zîv dinivîse û ramanên bi tîpên zêrîn dineqişîne.

Afirîner û diyar e

Wekî her carê, ew bi ruhê afirîneriyê re hemaheng e û semfoniyên nûjeniyê lêdide, xwedan şiyaneke mezin e ku bi ramana xwe ya bi rûmet rê ji nifşên pey were ronî dike.

Hunermendekî bê sînor e, ji gotin û ramanan tabloyan diafirîne ku bi giyan re diaxive û dighêje dilan. Dema ku mirov berhemên helbestvan Zekeriya Efrîn dixwîne, bedewiya xwezaya Kurdistanê, evîna rasteqîn, wêrekiya zarokên welat û coşa jinên Kurd di wan de dibîne, wî gelek helbest li ser berxwedana lehengên Kurdistanê û şehîdên azadiyê, li ser bedewiya Kurdistanê, azadî û jinan, li ser Efrîna birîndar, evîn û aştiyê bi şêwazekî xweş ku dikeve dilan û giyanan şa dike, nivîsandine.

Zekeriya Efrîn, hunereke mezin a afirîner e, û rewşeke hunerî ya bêhempa ye, hebûna xwe di qada hunerî ya li Rojava û derveyî wê de îspat kiriye û gelek tişt pêşkêşî çanda kurdî kiriye bi rêya destpêdanên xwe yên hunerî, stranên xwe yên xweş ên rengereng, bi gotinên xwe yên nazik û bedew, bi peyv û biwêjên xwe yên watedar ku şarezayî, bedewî û ronahî jê diherike…

Ji bo şarezayiya xwe ya wêjeyî (edebî ) û hunerî xurtir bike, di gera xwe ya yekem de berê xwe dide bajarên Herêma Kurdistanê (Hewlêr – Kerkûk – Dihok – Silêmaniyê û şengalê), bajarên Iraqê (Bexda û Mûsil) û  bajarên Bakurê Kurdistanê (Amed û Cizîra Botan) di salên li pey hev de (1995 – 1996 – 1997) digeriya, û di gera xwe ya duyemîn de di salên (2000 – 2001 – 2002) de bi daxwaza zanist, çand û zanînê, di gelek saziyên hunerî û perwerdeyî, rojname, rojnameyên wêjeyî û çandî de di warên lêkolîn, nivîskarî, hunerî û muzîkê de dixebitî, piştî wê dîsa carek din vegeriya Rojava li hembêza Efrîna delal.

Hunermend Zekeriya Efrîn, di nava civaka hunerî de hevala xwe ya hunermend Yara Hebîb ji Amûdê nas dike û di sala 2005’an de dizewicin, sê keç ji wan re çêbûn bi navên “Firîşte, Surişt û Buhişt”. Di dibistana wan ya hunerî û çandî de mezin bûne, ji çavkaniyên wan yên hunerî û niştimanperwerî vexwarine û li zimanê kurdî xwedî derketine, hezkirina huner û dengbêjiyê û dersên welatparêzî û hunerî ji wan standine, rêya wan şopandine di warê muzîk û hunerê de û ew bûne sedema ku zarokên wan di cîhana huner û stranbêjiyê de gelek serkeftinan bi dest bixin; Firîşte bû stranbêj û hunermendeke jêhatî ku distirîne û gîtarê lê dide, Buhişt bi lêdanê (defê) dixebite û Surişt jî li piyanoyê dixe.

Hevjîna wî Yara Hebîb û keça wî Firîşte Efrîn stranan dibêjin û heta niha gelek stran ji berhemên wan di televîzyon û malpêran de hatine belavkirin.

Hunermend Zekeriya Efrîn karê xwe ne tenê bi nivîsandina helbest û mûzîkê sînordar kiriye, lê wî ji helbestên xwe gelek stran çêkirine, bi dehan komên mûzîkê û xwendekar li ser amûrên mûzîkê, notên mûzîkê û stranbêjiyê perwerde kirine û gelek kilîpên hunerî û belgefîlm derhênerî kirine.

Wî ji gotinên helbestên xwe yên gelek stran çêkirine ji aliyê gelek hunermend û komên hunerî yên kurd ve hatine gotin, di nav wan de:

– Rêwiya min

-Tîrêja Rojê

-Em Jinên Kurdistan

 

-Gava min tu dîtiye

-Lorîka  min

-Zerdeştê Kalim…hwd.

Serkeftin nû dibin û enerjî diteqin, awazên şîrîn li têlên afirînerîyê dixin, jêhatîyên ku derketine holê xwestin ku paşerojê biafirînin, ji ber vê yekê, ew fikirîn û xebitîn û afirînerî kirin, ji hemû astengan derbas bûn, tevî derfetên hindik, wê yekê nekarîbû xebata Zekeriya Efrîn rawestîne. Ew hest û xeyalên xwe bi kar tîne, ji bo derhinerkirina xebateke teknîkî ya afirîner, wî raman û amûrên sade bi kar anîne ku alîkariya wî kirine di wênekêşî û hilberînê de, da ku derhinêriya berhemên hunerî yên dewlemend li asteke bilind bike. Di nava xebatên xwe yên hunerî de derhêneriya gelek fîlmên belgeyî û hunerî kiriye, weke:

-Çiyayê Kurmênc

– Şûnwarên dîrokî

-Efrînê Evînê

– ZIMNAKO

– Baba Şêx

-Maf û Binpêkirin

– Jiyannameya hunermendên nemir (Cemîl Horo – Elî Tico – Ednan Dilbirîn û Seîd Yûsif…)

Her wiha derhêneriya gelek klîpên hunerî ji hunermendên Rojava û Kurdistan re kiriye wek:

– Ibrahîm Kêvo

– Yara Hebîb

-Hojîn Hêriz

-Stêr Kurdaxî

-Firîşte Efrîn

-Aras Agir

-Ecîb Îbrahim

-Ezîz Xemcivîn

-Yara Ehmed

-Fehid Cezrawî

-Hozan Gever

-Gare Sazkar

-Yusif Rojava

-Ferhad Baghanadî

-Şîlan Zemanî

-Arkan Cemîl

-Selah Beyrem

– Elî Aştî

-Yasîn Botan û Ehmed Çetelê

Her wiha bi dehan hunermendên din. Tevî çend hevalên xwe di damezrandina çend komên hunerî de beşdar bûye weke :

1-Koma Kulîkên Medy, Koma Larês, Koma Avrî, Koma Ciwanên Nûjen û Koma Nehewend Her wiha, ew endamê Rêveberiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ye.

Nûvekirina wî ya berdewam û afirîneriya wî ya domdar, wî dike mirovekî ku di esmanê hunerê de mîna stêran bibiriqe, destpêdanên wî yên diyar û hûrguliyên wî yên ku dixwaze wan diyar û afirîner bike, ji me re vedibêjin ku ew mirovekî mezin e weke wî di cîhana huner û afirandinê de kêm in.

Peyv û tîpên wî nazik in, mîna çemekî sar in ku tîbûna dilan ditemirînin û tîpên xweşik dilan xweş dikin, birînan derman dikin û biwêjên hêja dil pê xweş dibin û giyan pê şad dibin. Ji wî re serkeftin, afirînerî û ronahiyeke zêdetir dixwazim.

 

 

 

 

 

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.