Birûc Resûl/Qamişlo
Di 3`ê Tebaxa 2014`an de, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrişî herêma Şengalê kirin, çeteyên hov di dijî gelê Şengalê komkujiyên mezin pêk anîn û bi hezaran jin û zarok revandin. Armanca sereke ji vê fermanê qirkirina gelê Kurd bû.
Roja 3`ê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrişî herêma Şengalê kirin û dagir kirin, çeteyan komkujiyek pêk anîn û nêzî 5 hezar jin û zarok revandin. Dema ku çeteyan êrîş kirin pêşmergeyên PDK’ê li ser fermana rayedarên xwe çeperên xwe berdan, çawa artêşa Iraqê bajarê Mûsilê ji çeteyan re berda.
Artêşa Iraqê hêzên xwe ji bajarê Mûsilê kişandin û bajar radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, paşê DAIŞ‘ê berê xwe da bajarê Telaferê ku şêniyên wî Tirkmen û Şîa ne û wir jî dagir kir. Tirkmenên Telaferê ji bajar reviyan û berê xwe dan Şengalê, welatiyên Şengalê jî deriyên xwe ji wan re vekirin û parastin. Lê paşê Hikûmeta Iraqê Tirkmen û Şîayên xeta Dihok û Hewlêrê bi balefiran veguhestin bajarên Necef, Kerbela û Bexdayê.
Nîşanên êrîşa li dijî Şengalê
Çeteyên DAIŞ`ê navçeya Bilic a başûr rojavayê Şengalê ku şêniyên wê Erebin dagir kirin, piştî çend rojan navçeyeke din a li başûrê Şengalê jî dagir kirin, ji xwe wê çaxê herêma di navbera Şengal û Sûriyê de di bin destê DAIŞ’ê de bû, bi vî awayî başûrê Şengalê bi tevahî kete bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê. Her wiha li rojhilatê Şengalê bajarê Telaferê bi bin destên DAIŞ`ê de bû, DAIŞ‘ê di demeke kin de navçeya Zumarê jî dagir kir, lê paşê YPG’ê û pêşmergeyên YNK’ê beşekî vê navçeyê rizgar kirin.
Bajarokê Rebîa yê li hemberî bajarokê Til Koçerê yê Rojava herêmeke stratejîk bû, rojhijatî wê di bin kontrola YPG’ê de bû û rojavayê wê jî di bin kontrola DAIŞ’ê de bû. Beriya ku DAIŞ êrişî Şengalê bike xwest ku herêma Şengalê ji hemû aliyan ve dorpêç bike, lê şervanên YPG’ê beriya wê bajarokê Rebîa û paşê jî Ceza xistin bin kontrola xwe û plana DAIŞ’ê ya dorpêçkirina Şengalê vala derxistin.
Rewşa ewlekarî li Şengalê beriya êrişê
Li Şengalê du hêzên leşkerî hebûn, artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên pêşmergeyên PDK’ê. Dema ku Tirkmen û Şîa reviyan Şengalê çeteyan çend caran êrişî bajarê Şengalê kirin. Şengaliyan jî kar û barên parastina xwe kirin û çeperên xwe kolan, şêniyên gundan jî li dora gundên xwe çeper çê kirin û bi şev û roj nobet digirtin. Her ku êrişek pêk dihat hêzên pêşmergeyan dihatin cihê êrişê çend gule berdidan û paşê vedigeriyan baregehên xwe.
Wê çaxê welatiyên Şengalê dixwestin li dijî DAIŞ’ê şer bikin, lê pêşmergeyan “digotin eger hûn bersiv bidin wê DAIŞ gundê we bombebaran bike, bi van gotinan welatî dihatin xapadin. Her wiha dema ku welatiyan ji bo parastina xwe çekên giran dixwestin çek nedidan. Dema ku leşkerên artêşa Iraqê Şengal berdan çekên xwe li şûn xwe hiştin, welatiyan dest danîn ser van çekan lê pêşmergeyan careke din ew çek ji destê welatiyan derxistin.
PDK’ê beşdarî civîneke veşartî bû
Li gorî agahiyên wê demê roja 1’ê Hezêranê li paytexta Urdun Umanê civîneke veşartî hatibû li darxistin. Di civînê de nûnerê Emerîka, Israîl, Erebistana Sûdî, Tirkiyê û PDK’ê beşdar bûn. Tê gotin ku plana êrişa Mûsilê di vê civînê de hatiye standin, ji xwe piştî 7 roja êriş destpê kir.
Beriya êrişa Şengalê jî di navebera PDK’ê û Tirkiyê de civînek hatibû lidarxistin, paşê pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê vekişiyan û deriyên Şengalê ji DAIŞ’ê re vekirin.
Şeva êrşiê
Derdora saat 3 berê sibehê êriş destpêkir, çeteyan gundê Girzerkê topbaran kir û pevçûnên dijwar li wir qewimîn, piştî nîv satê çeteyan êrişî gundê Sîba Şêx Xidir kirin. Welatiyan liberxwe dan, lê ji ber ku çekên wan kêm bûn welatiyan xwe paş de kişand. Paşê çeteyan êrişî gundên Rambosê, Tilqesab, Koço û Tilbinadê jî kirin, çekên giran bikar anîn. Derdora sat 6 êvarê gelek birîndar gihiştin nexweşxaneya bajarê Şengalê.
Di heman demê de hêzên pêşmergeyan kar û barê vekişînê kirin, maşînên wan di bin parastina çekên giran de ji herêmê vekişîn bêyî ku welatiyan agahdar bikin ji herêm vekişiyan. Welatiyên ku heta wê çaxê li dijî çeteyan li ber xwe didan, piştî ku bihêzên pêşmerge vekişiyan bê moral ketin. Welatiyên ku maşînên wan hebûn jin û zarokên xwe birin û derketin, yên ku maşînên wan tune bûn bi meşê berê xwe dane çiyayên Şengalê. Welatiyên ji bajêr direvîn tenê gotinek dihat ser zimanê wan, ew jî ”pêşmergeyan me firotin”. Sat 10 `an çeteyên DAIŞ`ê bi hêsanî ketin bajarê Şengalê. Di sat 11`an de dengê teqîneke mezin hate bihîstin, çeteyan mezarê Seyde Zeyneb a Şîiyan teqandin. Di heman demê de bi deh hezaran Şengalî ber bi çiyê ve bi rê ketibûn.
Meşa mirinê
Welatiyên ku bi maşîneyan û yên ku bi meşê jî derketin berê xwe dane çiyanên Şengalê. Rêyên rojhilat û rojavayê bajêr girtî bûn, ji xwe kesê ew rê bi kar nedianî, welatiyan jî berê dane rêyên çiyayên Şengalê ji ber ew rê bi ewle bûn. Rê ji mirovan hatibû dagirtin û rêya çûyinê zehmet bû. Ji ber birçîbûn û tîbûnê welatî 12 saatan diman ta ku digihiştin çiyê. Rewşa zarokan gelek aloz bû, ji birçîn û tîna digrîn, pîr û kal jî nedikarîn bimeşin, ciwanan bi firaxan av ji kal û zarokan re tanîn. Bi sedan zarok di rê de mirin û li çiyê di bin keviran de hatin defin kirin.
Çeteyan çiyanên Şengalê dorpêç kirin û xwestin rê li welatiyên qut bikin. Welatiyên ku li ber mirinê man tenê hêviyeke wan hebû, ew jî komek gerilla ku beriya êrîşê berê xwe dabûn çiyayên Şengalê û erdnîgariya wê naskiribûn. Koma şervanan beriya ku DAIŞ xwe bigihîne çiyanê Şengalê cihê xwe girtin û rêya derbasbûnê çiyê parastin û nehiştin ku çete ber bi çiyê ve pêş bikevin û bi vî awayî bi hezara Êzîdî ji mirinê xilas kirin.
Korîdora mirovahiyê
Di vê navberê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo vekirina korîdorekê di navbera Rojava û Şengalê de dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Armanc ew bû ku bi sedhezaran Êzîdiyan ji mirinê xilas bikin. Di encama operasyonê de korîdor hate vekirin û bi deh hezaran Êzîdiyên Şengalê ku asê mabûn derbasî roja hatin kirin.
Piştî vekirina korîdorê bi hezaran Şengaliyan berê xwe dan Rojava, di vê navberê de bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê jî ji bo pêşwazîkirina Şengaliyan di nava seferberiyê de bûn, welatiyan bi maşînên xwe Şengalî veguhestin kampa Newroz a li herêma Dêrikê, her wiha li ber sînor av û xwarin ji koçberan re amade kirin.
Avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê
Piştî komkujiya Şengalê û piştî ku pêşmerge reviyan û Êzîdî di nava destên DAIŞ’ê de hiştin, welatiyên Şengalê naskirin ku pêwîste hêza xwe ya parastinê ava bikin da ku karibin li kêleka gerilayan Şengalê rizgar bikin û biparêzin. Di 4’ê tebaxa 2014’an de Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi awayekî fermî hate ragihandin û ji wê rojê de li kêleka HPG’ê, YJA’ê-STAR ji bo rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê şer bike. Piştî wê 11 çileya 2015’an jî hêza leşkeriya ya jinên Êzîdî bi navê YPJ-Şengal hate avakirin.
Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê
Roja 14’ê meha Çile 2015 nûnerên gelê Êzîdî di civînekê de damezrandina Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê ragihandin. Li gorî rayedarên meclisê yek ji sedemên ku DAIŞ kete Şengalê ji ber ku Êzîdî bê rêxistin û bê parastin bûn lewma pêwîst dîtin ku vê meclisê ava bikin. Berdevkê Meclisê Xidir Salih diyar ku meclisa wan bi îradeya gelê êzîdî hatiye damezrandin û armanca wan birêxistinkirina gelê êzîdî û pêşî lêgirtina komkujiyan e.