Rojnameya Ronahî

Berpirsiyarê Fermana 74. kî ye?

Volqan Elî

 Çeteyên radîkal Îslamî-cîhadîst ku xwe wekî DAIŞ îlan kiribûn, piştî ku Mûsil bajarê herî mezin ê Iraqê xistibûn destê xwe, bi lezeke mezin bi pêşketin. Dema Telafer jî ket dor hatibû Şengalê. Ewrên reş kom bibûn; hemû amadekariyên fermanê ji berê de hatibûn plankirin û ji bo ku di her kêliyê de bikeve nava liv û tevgerê xwe mifte kiribû. Êdî xewnereşkek ji şevên tarî jî tarîtir xwe berdabû li ser Şengalê. Careke din biryara fermanê hatibû dayin. Wê li ser fermanên Êzîdiyan ku hatine jiyîn yeke din bihata zêdekirin. Êrîşa herî hovane ku sedsala 21. dîtiye, ew ê vê carê bi destê çeteyên DAIŞ’ê bihata kirin. Fermana 74. a li ser Êzîdiyan bi hovitiyeke ewqas mezin hate kirin, ruxmî ku ewqas sal di ser re bihorîne, çarçoveya vê karesatê hê jî zelal nebûye. Êzîdîtî, têrê kiriye ku însan were kuştin. Ev civata herî bê parastin û bê guneh ku dibêje “ji beriya me, ji bo 72 qewman û paşê ji bo me”, berê 73. Ferman dîtibû. Fermana dawî jî, bû fermana herî bê rehm a dîroka Êzîdiyan. Bi fermana 74. Şengal bi erdê re bû yek û Êzîdiyan trajediyeke mezin a mirovahiyê derbas kirin.

Dema ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de kuştina mirovan dest pê kir, gel ne amade bû. Bi encameke pir giran Şengal bibû deryaya xwînê. Şengala ku gelek ziman, çand û baweriyan bi hev re lê dijiya, êdî ne Şengala berê bû. Şengala ku Kurdên Sunî, Ereb, Tirkmen, Aşûriyên Xiristiyan û kêmekê jî Ermen û Êzîdî tev bi hev re lê dijiyan, êdî tenê bi rengekî, bi rengê reş xwe nuxumandibû. Ji derveyê kesên ku hevkarên DAIŞ’ê ne, ji her beşên civakî ku li Şengalê dijiya, bi rengekî ji vê fermanê bandor bû. Lê karesata herî mezin Êzîdiyan dît. Di encamê de bi dehan gorên komî, bi hezaran kuştî, bi hezaran jinên kole, bi penaberiya ji nîv milyonê zêdetir, bi gundên vêran kirî karesateke pir mezin derket holê.

Gelek sedema jenosîda bi fermana 74. derketiye meydanê hebû jî, di rastiya xwe de tenê yek sedema wê hebû; ew jî Êzîdîtî bû! Tenê yek berpirsiyarê wê hebû, ew jî PDK bû! Bêyî ku ev rastî were dîtin, kirina nirxandinên bi tendirustî zêde ne mimkun e. Heta hewldaneke bi vî şiklî tê maneya berevajîkirina heqîqetê. Ji beriya ku bikeve, Şengal ji aliyê KDP’ê ve dihate îdarekirin. KDP’ê, Şengal bê parastin hiştiye û dest jê berdaye. Ev, ji beriya her tiştî, tercîheke bi zanebûn e. Dema gel xwestiye ji ber ewlehiyê ji Şengalê derkeve, dîsa ji aliyê KDP’ê ve hatiye astengkirin. Ev jî biryareke polîtîk e. KDP’ê, Êzîdî bi çarnûsa wan re rû bi rû hiştiye, bi zanebûn, bi dil ji însaf û rehma (!) DAIŞ’ê re hiştiye. Ji ber vê yekê encama vê nijadkujiyê girantir bûye.

Ji bo destpêkê di cih de ye ku mirov hinekê Şengalê bide nasîn. Ji beriya vê fermanê, bi tena serê xwe PDK’ê li Şengalê bibû îktidar. Helbet partiyên din ên li Başurê Kurdistanê xwediyê rêxistin in, li vê derê jî xwe bi rêxistibûn. Lê belê di rewşeke pir zeyif de bûn. Her çendî tesîreke wan a pir cidî tinebû jî, di maneya siyasî de li pêşberê girseya ku bi wan ve girêdayî berpirsiyar in. Dîsa rewşa partiyên Êzîdî jî dişibe vê rewşê. Teqedum û partiyên din nekarîne analîzeke baş bikin, nekarîne li beramberê fermanê seknekê nîşan bidin, li pêşberê pêşketinan eleqadarî û berpirsiyariyê raber bikin.

Sedemeke girîng a din jî rewşa navneteweyî ye. Di qetlîama li ser Êzidiyan de her çiqas rola kirêt DAIŞ û PDK’ê pê rabûyîbe jî, sekna navneteweyî ya hê rastir sekna navdewletî jî ji vê berpirsiyar e. Çima? Em bêjin malbata Barzanî Êzidî kirin qurbanê peymana di navbera xwe û DAIŞ’ê de. Ruxmî li Şengalê desthilatdarî di destê wê de bû, Êzidî neparastin û tew çek û cebilxaneya xwe jî bi xwe re revandin. Li aliyê din dewletên herêmê, dewletên li cîhanê hakim ji vê re zemîn xweş kirin. Mînak, PDK wekî hêza fermî ya ku temsîla Êzidiyan dike, nas kiribûn. Wekî hêzên serdest, wekî dewletên xwediyê dîplomasî û siyaset têkiliyên bi PDK’ê re esas digirtin. Lê belê piştî fermanê derket holê ku PDK’ê bi DAIŞ’ê re peyman çêkiriye û li gorî vê xwe paşde kişandiye. Dema ku ev eşkere bû, tiştekî ku ev hêzên qaşo pir ji gelê Êzidî hez dikin bibêje, nema. Dibe ku gelek şîrove kiribin, nifirên xwe li ser DAIŞ’ê barandibin; lê di mijara rola xirab a PDK’re kor û lal bûn. Ji ber ku hê di vê mijarê de kor û kerr in, dawetiye ji feramanên nû re derdixin. Tenê hêza ku wan biparêze, Êzîdiyên ku li derdora parastina cewherî xwe bi rêxistin kirine.