Birûc Resûl/Qamişlo
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku azadiya Rêber Apo û çareserkirina doza kurd riya çareseriya aloziya di hundirê Tirkiyê û Rojhilata Navîn de ye.
Zêdeyî 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û 40 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi malpar û parêzeran re bi temamî jê hatiye standin. Dewleta Tirk bi vê tecrîda li Îmraliyê re hem hiqûqa xwe ya hundirîn hem jî peymanên navneteweyî yên mîna Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û Peymana Neteweyên Yekbûyî yên Têkildarî Pêşîgirtina li Êşkenceyê, binpê dike. Ku dewleta Tirk bi xwe jî ev peyman îmze kirine. Dewleta Tirk ji bo ku li qada navneteweyî vê bêhiqûqiya xwe veşêre, hincetên mîna cezayên disîplînê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, nîşan dide.
Li hemberî vê bihiqûqiyê jî CPT bêdengiya xwe didomîne. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji qadên navneteweyî gelek rêxistin, sazî û kesayetên cuda têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li CPT’ê dane, lê CPT’ê yan serlêdan bêbersiv hiştine yan jî bi gotina ‘em mijarê ji nêz ve dişopînin’ ji bersivê reviyaye. CPT li hemberî vê rejîma tecrîdê heta niha ti daxuyanî nedaye û bi vî rengî nîşan dide ku ew jî hevkarê sûc e.
Derbarê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf ji Rojnemeya me re axivî.
Beşîr Mela Newaf diyar kir ku pêngava azadiya Rêber Apo li ser asta cîhanî deng veda û wiha got: “Bêguman pêngavekî wiha li ser asta Kurdistanê û Navnetewî, mirov dikare bibêje ku çalakiyeke demokiratîke û ji bo ronîkirin û pêhesîna raya giştî re ye, di derbarê pirsa kurdî û di heman demê de rewşa Rêber Apo, ji aliyeke din jî wekî teşhîrkirina dewleta Tirk a dagirker e ku xwe di hesbîne rêjîmeke demokiratîk de dihesibîne. Di encama van çalakiyan di rapora CPT de mirov dikare ji nêz ve bixwîne, ew rapora ku beriya çend rojan derket, li hemberî ewqas çalakî, pêşedan û meşên ku li ser asta cîhanî rû dane, rapor ne ji dûr û ne ji nêz ve neket qala mafê mirovekî sirûştiyê ku mafê wê di tevahiya qanûnê cihanê de heye, lê ti maf tune ye ku wî ji parêzer û malbat qut bike, di heman demê de her kesên pêwîndîdar jî xwe bê deng dikin li hemberî van sûcên dewleta Tirk yên dijmirovî. Ji ber vê yekê pêwîste her kes rewşa Rêber Abdeullah Ocalan bipirse û bi wijdanî nêzî bibin û pêwîste li ser rewşa kurdan jî were pirsîn.”
‘Tirsa Dewleta Tirk a dagirker ji ramanê Rêber Apo ye’
Beşîr da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker werîsê dewleta osmaniye û wiha got: “Di derbarê pilan û qirkirinê de û çewsandina gel de, xwedan ezmûneyeke bê hempa ye. Her wiha di vê derbarê de feylesûfekî Misirê bi navê Murad Wehbê dibêje;Tevahiya nêrîn û rêxistinên faşîst, di heman demê de komikên terorê yên di Rojhilata Navên de wekî werîsê dewleta Osmanî ne, ji xwe werîsên dewleta osmanî, dewleta Tirke. Em dibînin ku destê dewleta tirk a dagirker di her derê ye, bi taybet ji aliyên pirsgirêkên heyî ji Ewropa, Efrîqiya û Asiya yê, li van dewletan jî dewleta tirk a dagirker destê xwe xistiyê de. Rêber Abdullah Ocalan ji her kesî zêdetir rewşa kurdan dinase, bi taybet di ronîkirin û arîşeyên vekirina pirsên heyî. Ji ber vê yekê dema ku arîşeyên yan piegirêkên li ser asta Kurdistanê çêdibûn û derveyê wê dide lê pirsîn û lîkolîn kirin, ji ber wê dewlata Tirk a dagirker her ku diçe tecrîd li ser Rêber Apo zêdetir û girantir dike. Tirsa dewleta Tirk a dagirker ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn bîne, her ku diçe di bin nave cezayê dispilînî tecrîd dirêj û giran dike.”
‘Bêdengiya CPT tê wateya hevkariyê’
Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêngava Azadiya Rêber Apo a fîzîkî di asta cîhanî de wate û girîngiyekî xwe yê taybet heye. Ji xwe di derbarê ronîkirina pirsa Kurdî û têkildarî rewşa Rêber Apo gelek xebatên çihreng hatine meşandin. Bêguman encamên van çalakî û xwepêşandan de mirov dikare bi vî rengî diyar bike ku CPT di meseleya gelê Kurd û bi taybetî ji bo Rêber Apo hevkarê dewleta Tirk a dagirker e. Aloziya di hundirê Tirk de çareser bibe, pêwîste di serî de hem Rêber Apo azadiya wî a fîzîkî pêk were û hem jî pirsgirîka Kurd were çareserkirin, bi vî awayî pêkane ku ev gengeşî werin bi dawî kirin.”
‘Pêwîst e civak xwe ji aliyê Rêxistinî û siyasetê ve kûr bike’
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrê Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf di dawiha axaftina xwe de wiha got: “Avabûna civakê bi hîmê axlaqî ve girêdayî ye. Civaka kurdistanî ji bo ku nirxên xwe biparêze her demî li ber xwe daye û xeta qehermaniyê ji xwe re bingeh girtiye, yanî civak berdevkê xwe ye. Ev tekoşîn û têgihştin jî bi damezrîneriya Fikira Rêber Apo ye ku stato da gelê Kurd. Ji lewra pêwîst e civak xwe di hêla Rêxistinî û siyasetê de kûr bike, di heman demê de tekoşîna xwe bi leztir bike. Di heman wextî de jî barê ku nivîskar jî bavêjin ser milê girane, pêwîst e kesên ku pênûsa wan xort be bikaribin hîtabeta şoreş û civakê bikin.”