Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zekaya çêkirî

31/07/2024
in Uncategorized
A A
Zekaya çêkirî
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

 Hişê çêkirî, zekaya sinaî yan jî zekaya çêkirî…

Wekî ji serenavê jî tê naskirin, ev, zêdetir ji ziman meqelayeke li ser pêşketinên zanistî yanî li ser ‘hişê çêkirî’ ye. Lê pirsgirêka me heya ku ew jî ne ji rêzê ye; pirsgirêkeke dîrokî-civakî ye. Yanî me serenavê nivîsê danî lê her kes, herî kêm ên ku vê bixwînin dê heman tiştî nas bikin yan na şik û gumana me heye. Ji ber wê yekê ji beriya em bikevin nava mijarê me xwest li ser wateya kelîmeyan li hev bikin. Li gorî fîlologan (zimanzan) jî maneya herî teng a ziman ev e: ‘wekî ku ji heman wateyê derxînin dengên ku li ser li hev kirî’. Me ji ber vê yekê hevoka destpêkê ya nivîsê danî ku mijara me li ser çi ye, zûtir were naskirin.

Ev mijar di van salên dawî de rojeva mirovahiyê mijûl dike. Eger tu bidî li pey medyaya dijîtal, aliyê wê yê xeter jî derdikeve pêş; li gorî xwe aliyê baş jî derdixin pêş. Di vê derê de ev yek derdikeve holê. Dema ku mirov lêkolîneke herî biçûk jî dimeşîne derdikeve holê ku aliyê xeter ê zekaya çêkirî derdixin li pêş ew in ku hê ji taybetmendiya civakê ya jê re exlaq tê gotin dest bernedane. Yanî li pêşberê têgîna civakbûnê, yekparetiya heqîqeta civakî hestiyar û di astekê de xwediyê hişyariyê ne.

Feraseta pergala heyî ya cîhanî ji bo zekaya çêkirî çawa difikire, çi lêkolîn dike, niha gihaştiye kîjan astê helbet girîng e. Çima? Wê demê em ê zanibin ku ji eniyeke din ve civak-mirovahî bi xetereyeke  çendî mezin re rû bi rû ye. Lê hûrguliyên wê pir ji me re ne girîng in. Mînak, ev lêkolînên wan, ev meraqa wan di kîjan qonaxan re derbas bûye, xwe gihandiye ku derê; ji me re pir ne girîng e. Ji ber ku feraseta hêzên hegemon ê cîhanê, patronên medyaya dijîtal ( Elon Mousk û hwd)  ya zekaya çêkirî, “pêwîst nake her kes bifikire em ê li şûna we bifikirin. Ev, feraseta naskirî ya dijberê civakê bi xwe ye. Mînak pergala cîhanî ya dewletdar dibêje; “pêwîst nake civak xwe biparêze, ji ber ku ez ê artêşê ava bikim û wê biparêzim.” Bi rastî jî di encamê de bi hezar curî artêş hatine avakirin. Lê ew dihizirin ku bi wî rengî wê bikaribin civakê biparêzin; lê bi vê yekê xwe ji civakê diparêze. Dîsa nahêle her netew, her çîn ji xwe re pergala perwerdeyê ava bike. Dibêje “ez ê pergala perwerdeyê ji civakê re çêbikim”. Çêdike. Di encamê de dewletek ji her aliyî ve bi endamên ji vê derê derketine xwe xwedî dike. Aboriya civakê ne civak, sermayedar bi rêve dibin. Civak dixebite û sermayedar dewlementir dibe, civak her û her xizan û birçî ye. Huner… wêje… … tev di vê rewşê de ne..

”Ma çi pêwîst dike ku her kes bi hunerê re, bi wêjeyê re mijûl be’. Li ser vê ferasetê niha cîneke hunermend û wêjevanên ji civakê cuda çêbûne. Civak ji hev hatiye qutkirin, jêr û jor, çîn û hişmendiya desthilat ji roja destpêkê ve wisa çêbûne.

Herî dawî jî pergala kapîtalîst-dagirker xwe gihandiye vê ferasetê:

“Hewce nake mirov bihizrin, makîneyan em ê çêbikin dê li şûna mirov bihizrin.feraset ev e. Ya din jî mirov, civak bi fikirînê bûye mirov, bûye civak. Eger mirov-civak vî mafê xwe bide hêzeke cuda tê wateya ku ji mirovbûna xwe dûr dikeve.

Bi rastî ev mijar têra xwe tevlîhev û bi mijarên cuda ve girêdaye. Ji ber ku ne gengaze di vê nivîsê de vî aliyî jî destnîşan bike, em ê di beşa duyemîn ê nivîsê de li ser bisekinin..

Reman-zeka bi her zindîyî re heye; bi her hebûnê re heye. Li gorî Tao, ku oleke Asyayî ye, ‘heqîqeta fikir-zekayê di keviran de razayî ye, di nebatan de xewin dibîne, di ajalan de şiyar dibe û di mirov de jî pê dizane ku şiyar bûye’.

Kengî ku mirov dest li kevirikî, darekî kir ku xwe biparêze; nêçîra xwe bike, wê demê mirov dest bi mirovbûn û civakbûnê kiriye. Yanî di wê mebestê de mirov hiziriye û ketiye li ser mirovbûnê. Zanist jî ji bo heqîqeta fikirînê tenê ji bo mirov û pêşketina civakî tehlîleke wisa dide pêş.

Ne tenê olên Asyayî û zanist  derbarê fikir û aqil de bi nêrînên xwe rêya me ronî dikin: Di Îslamiyetê de Xweda aqil dide mirov û mirov dike hebûnek xwedî şeref ê gerdûnê.

Em bi vê mîrateya bê hempa ya kevneşopiya dîrokî ya civaka mirov, dizanin ku zeka-fikir mirov-civakê ji hemû hebûnên din cuda dike. Dibe ku însan dernexîne derveyê xweza û gerdûnê, lê rewşa wî cudatir dike.

Mirov-civak piştî ku ji rêya civaka xwezayî derket, çîn-desthildatî dewlet ava kir, ji vê pê de aqil-zekaya xwe jî xist xizmeta qewmê xwe, çînê xwe, dewleta xwe. Heta zanist ji binî de xizte bin xizmeta xwe. Fikir-zanistê di destpêkê de kevir, dar an jî tiştekî din ji bo ku mirov bibe mirov, civak bibe civak da destê mirov: Angu mirov fikirî kevirek, darek  ji bo xwe û civaka xwe bi kar anî. Lê dema ku deriz li fikr û aqlê mirov ket, du bendî û ji rêderketin çêbû, aqil û zekaya mirov dewletên ji dewletan şidayîtir zalimtir, kedxwartir bi pêş xistin.

Ji ber ku zanist jî êdî di xizmeta hêzên desthilatperest de ye dikare îro behsa ‘zekaya çêkirî’ bikin. Çarçoveya ‘zekaya çêkirî’ ku ew behs dike, înternêt, tlf biaqil, erebeyên bi aqil, û hwd ye. Bi vê rewşa xwe zekaya çêkirî, wekî amûreke notr ku zerara wê nebe xuya dike. Lê her tişt ne ewqas hêsan e. Bi vî halê xwe jî mînak, înternêtek, telefonek li ser civakbûnê çendî bandoreke ne baş dike tam ne diyar e.  Eger bi şiklê ku ev bandor ji holê werin rakirin, mirov wisa bifikire, ne înternêt, ne telefonên bi aqil bi zerer in û hwd, hemû jî amûrek in û dişibin çekekê. Mînaka herî balkêş çek e. Çekek dikare ji bo armanceke xirab jî were bikaranîn. Lê di destê şervaneke/î gel de  berxwedana li dijî diminên dagirker de hebûneke bê hempa ye.

Dîsa, eger em li ser mînakan biçin; tv, medya û çapemeniya dîjîtal a bi her awayî amûrên dest jê nabe yên hêzên şoreşger in jî. Di vê derbarê de ya girîng ew e ku mirov  bi çi hişmendiyê nêzîkî van amûran dibe; van, ji bo kîjan armancê bi kar tîne.

Ruxmî ku di vê astê de wekî hinekê safî be diyar dike jî di hûrguliyên xwe de mijar dîsa xwe digihîne asteke têvlîhev. Bernameyên wergerê yên di Googil de, bernameyên  ku nivîsekê tercume dikin û bi dengê kesa/ê tê xwestin dixwînin pir balkêş in. Pêwîst e ev neyê wateya ku em li dijî pêşketinên zanistî ne. Çawa? Mînak, Googil yan jî bernameyekê di nîvenga înternêtê de nivîsekê werdigerîne, bi dengê kesekî nivîsê dixwîne: Ya yekemîn dema ku mexzena wergerê ya Googilê tê dagirtin her hal bi hişmendiya azadixwaziya civakê yanî bi hişmendiya Şaristaniya Demokratîk nayê dagirtin. Em wekî dilxwazên vê paradîgmayê çawa li ser hemû silsileya vê hakim bin. Jixwe heta ku em yek bi yek peyvan û hevokan re mijûl bin em ê bi zekaya xwezayî werger bikin. Yanî heta ku ev qada di serweriya vê hişmendî û zehniyeta dij civakî de be ev qad ne bi ewle ye. Ya duyemîn, bernameyên dengê kesekî digirin û wekî ku ew kes bixwîne kar dikin, teqlîda kesekî bi rastiya wî/ê re dixin nava hev û ji şêlûbûnê re rê vedikin. Ya din; wekî kesên duyemîn em ê çawa li ser vê kontirola xwe çêbikin? Ji ber vê yekê mijar dikeve warê exlaqî jî yanî sibe du sibe gotin û axavftinek ku kesekî nekiriye dikare li ser were îdîakirin.

Dikare bi hezaran mînakên wisa were zêdekirin. Dibe ku hin teknîkan pêşketina xwe temam nekiribe, niha bi aliyê xwe yê negatîf xwe bidin pêş. Ji ber wê yekê zêde kûrkirina mijarê zêde nedicih de be jî. Yanî şaş derkevin. Lê mînakeke di vî warî de dide dest ku çiqes em mafdar in: Bernameyek heye wêneyan paqij dike,  safîtir dike. Rewş ev e. Mînak, resmekî di sed sala 20. Di civaka Rojhilata Navîn de hatiye kişandin, dema dikeve vê bernameyê tu dibêjî qey te îro daye kişandin. Mînak, resmê şoreşgerên salên 70-80’an wekî ciwanekî/e îro dîzayn dike. Werhasil…

Bêyî ku em zêde dirêj bikin em dikarin wisa bêjin, ji aliyê karê rojane ve mirov zêde îtibarê bi van bernameyên qaşo ‘zekaya çêkirî’ neke baştir e. Ji ber ku medyaya dîjîtal, ji bazar û feydeya xwe kar dike. Gotina dawî karibe were gotin ev e; hişmendiyek ku zekaya xwezayî dikuje ti car ‘zekayeke çêkirî’ naxe xizmeta mirovahiyê: Eger kiriba çima ya hazar bikuje? Li cîhanek ku di du-sê mehan de zêdetirî 30 hezarî Filîstînî tê kuştin, tenê ji ber ku kerba jê rake tang didin li ser zarokên Kurdan bi vê bawer kirin ji zehmet bûnê wêdetir ne gengaz e.

Post Views: 129
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.