Zanista Jinê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re diherike nava Rojhilata Navîn û CÎhanê. Endama Akedemiya Jineolojî Zehîde Mamo wiha got “Armanc ewe ku em tecrûbeya jina Kurd bigihînin tevahî jinan, her wiha felsefeya ku jineolojî li ser wê esasê derketiye em bi jinên cîhanê re parve bikin”.
Zana Roj/ Şehba
Jineolojî ango zanista jinê ya ku ji aliyê fîlosof û Rêberê gelên azadîxwaz Abdullaj Ocalan ve yekem car hatiye lêkolînkirin û pêşkêşkirin. Di roja me de ev zanist bi pêşengtiya jina Kurd derbasî tavahî Rojhilata Navî û cîhanê dibe. Ji bo ku em xebatê Jineolojî bêhtir di Rojhilata Navîn de nas bikin, endama Akedemiya Jineolojî di Rojhilata Navîn de Zehîde Mamo ji rojnameya me re axivî.
-Xebatên Jinolojî di Rojhilata Navîn de kengî hatin destpêkirin û armanc jê çi bû?
Jineolojî zanisteke ku xwebugihîna tavahî jinan û di heman demê de hemû jinên cîhanê bigire nava xwe ye. Bi derketina vê zanistê re bê guman xebatên sereke yên naskirinê û belavkirinê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hate destpêkirin. Xebatê jineolojî di giştî Rojavayê Kurdistanê de ne nû ye, lê di giştî Rojhilata Navîn de weke zanist û xebatekî nû û weke wê nehatiye pêşkêşkirin tê dîtin; li ser wê esasê nû hatiye destpêkirin. Ji ber jineolojî zanista tavahî jina ye me jî xwest em vê zainstê di asta Rojhilata Navîn de bidin meşandin û xurtkirin.
Xebatê jineolojî bêhtir li ser avakirina têkiliyan bi rêxistin, komele, însiyatîfên ku jin xwe tê de birêxistin dikin tê meşandin. ev xebat bi mijûlkirina bi van komele û îsiyatîfan re tê kirin. Hîz zêdetir li ser xurtkirina têkiliya û avakirina hevgirtinekê xebatê jineolojî tê domandin.
Armanca yekemîn em dixwazin tecrûbeya jina Kurd bigihînin tevahî jinan û astên berfirehtir, jinên ku xebatê ji bo jinan didin meşandin zêdetir jina Kurd û zanista jineolojî nas bikin. her wiha felsefeya ku jineolojî li ser wê esasê derketiye em bi jinên din re parvebikin. Ya din jî tecrûbeya şoreşa jin weke sembûla yekemîn ji şoreşa jinê re di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatiye destpêkirin gelek girînge ku em vê yekê ji cîhanê re bidin naskirin.
-We çi xebat dan meşandin û xebatên wê heta çi astê de hat qebûlkirin?
Belê, ji bilî xebatên sanasîn û veguhestina zanista jineolojî ji jinên ku em bi wan re di nava têkiliyan de ne. ji komele û insiyatîvan zêdetir têkiriyên me bi jinên çalakvan yên serbixwe her wiha bi nivîskaran, helbestvanan û jinên ku cihê xwe di qadên siyasî de digrin re jî hene. Hewildanên me zêdetir ku em danûstandinê bi wan re bikin. di wateyekî de em dixwazin bi hemû jinên ku xwedî rol û bandorin di civakê de bidin avakirin, da ku guhartin û veguhartinên cidî him di kesayet û him jî di cavakê de avabikin. Ji ber dema em behsa jineolojî bi van jin û civakan re dikin, dibînin ku ev xebatekî nû ye li ser wê esasê jî balkişandinek û qebûlkirinek hatiye avakirin.
Di giştî de lehengiya jina Kurd çawa ku li hember terora DAÎŞ ê sekiniye û bi bin xistiye bihîstine, lê di aliyê rêxistinbûyîna ku jina Kurd da ye avakirin, her wiha avakirina sîstema hevserokatiyê û cihgirtina wê tê de, tiştekî xerîbe ji bo wan û bala wan kişandiye. Di vê warî de hewildanên ku em çawa vê yekê bidin naskirin tê kirin. zêdetir welatên ku me berê xwe daneyê di Rojhilata Navîn de Misir, Libnan û Tunês e. bê guman pilansazî û bernameyên ku em derbasî welatên din bibin jî hene.
-Zihniyeta zilam, li rojhilata navîn ji ber gelek sedeman, xwe di hemo beşên civakê de kur kiriye, çiqas girînge ku ev zihniyet bê guhartin û xebatên we yên ji bo vê yekê ?
Xebatê me tenê di çarçoveya jin de nayê gerandin. Jineolojî ji destpêka derketina wê de zanisteke jiyanî ye ku bi her du cinsan re têkildar e û diherike. Gelek girînge ku civak, mêr û ciwan bikevin nav de û nasbikin. Di Rojhilata Navîn de qeyranên ku rûbirû pê re dimîne hene û civak êşa van qeyranan dikşîne. Aloziyên ku derdikevin di asta yekemîn de bi zihniyeta zilamtiyê ya ku di mejiyê civakê de hatiye çandine çi jin û çi mêr dibe hatine derketin. ji lewra gelek girînge ku em di vê warî de xebatê jineolojî bimeşînin. Ger guhartin û veguhartin çênebin wê pirisgirêkên civakê jî neyên çareserkirin.
Di asta yekemîn de xebatê me bi jinê tê destpêkirin, lê ji bo ku em di civakê de herikandinekê avabikin gelek piroje û nîqaşên me bi mêrên ku cihê xwe di xebatên cur be cur de digrin de re çêdibin. Pirs û nîqaşên wan çêdibin û ev zanist balkêşiyek di wan de avakiriye, lê ji ber ferizkirin û rûbirûbûna bi zihniyeteke ku xwe di hemû şaneyên civakê de daye avakirin, him xetimandinek heye him jî zehmetiya vê yekê dikşînin. Ji lewra hewildanên me yên bi îsrar hene ku em bibin alîkar û derbas bikin.
Bê gumand di çarçoveya pêşxistina zanista jineolojî di hemû civakan de gelek xebatên berfireh yên perwerdê û naskirinê hene. Hin ji xebatan çawaniya avakirina têkiliyên dan û standinê, yê din avakirina semîner ango celset bi zimanê Erebî bi komeleyên di welatên ku xebatê me tê de tê meşandin re tên çêkirin sîstemên wan di asta komxebat, civîn û panêlan de tê birêvebirin. bê guman di nava van xebatan de jin, mêr û ciwan cihê xwe tê de digirin û dan û standinên me tên kirin. Ya din xebatên me bêhtir li ser Medya Civakî tê meşandin, her wiha bi riya zoom xebatên atoloya jî tên meşandin.
-Jinolojî ji bo jin û civakê xwedî girîngiyek çawa ye? Çima ewqas jin ji her derê û her zimanekî li derdorê kom bûne û pê bawerkirine؟
Xebatê jineolojî him di Rojhilata Navîn de û him di Ewropayê de êdî tê meşandin û naskirin, ji ber vê yekê jî erka me ye ku em xwe bigihînin tavahî cîhanê, ne tenê em di asta Bakur û Rojhiltê Sûriyê û Kurdistanê de bimînin. gelek girînge ku em di xurtkirina balavkirina vê zanistê de em xebatên xwe bidin meşandin. bi taybet divê zanista ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye derketin ji bo çi û çi armanc dike bê naskirin. Bi riya vê xebatê tê dîtin ku ev zanist bandorekê di nava jinan de dide avakirin. Xwesteke wan ya dîtina pirojeya demokrasiyê û xwendina vê zanistê derdikeve pêş.
Di Rojhilata Navîn de gavên me yên yekemîn hatine avêtin û di berfirehkirina wê de gav tên avêtin. Yê din armanca me li ser asta cîhanê ku emê çawa vê xebatê bidin meşandin e, ji lewra pilannameyên me him yên dem kurt hene û yên stratejîk dem dirêj jî hene.