Can Yûsif
Helbestvanê şehîd Rizgar yek ji wan xwendekarên yekemîn bû ku parastina doza welat û gelê xwe kir û canê xwe ji bo rizgariya wê feda kir.
Helbestvanê kurd ê şoreşger
Zerdeşt Îsmaîl Heybet…
Helbestvanê şoreş û welat û sembola rewşenbîrê şoreşger
Dema ku welat vediguhere dojehekê ku ji aliyê keriyên gur û keftaran ve were birêvebirin û qeyd û bendên serjêrkirin û koletiyê were ferz kirin û deriyên zindanên xwe vedike ji kesên ku serî hildide li dijî kerî û ezbenîtîyê û devê wan kesên ku dengê wan bilind dibe tenê ji ber dilsoziya bi rastiyê û li dijî her cure gendelî û stemkarîyê were girtin, wê demê gelê vî welatî ji bo bidestxistina azadî û parastina rûmeta xwe li dijî wê koma desthilatdar serî hildide û ji bo azadkirina wî welatî canê xwe feda dike.
Hezkirina welat wek sembol, şanazî û serbilindî tê dîtin, erkê hemû zarokên wê yên bi xîrete ku bi hemû hêza xwe berevanî û parastina wê bikin, û netewe jî xwedî maf e, çawa ku mafê dayîkê heye û divê her kes pabendê (pêgirê) wan be.
Helbestvanê şehîd Rizgar yek ji wan xwendekarên yekemîn bû ku parastina doza welat û gelê xwe kir û canê xwe ji bo rizgariya wê feda kir. Helbestvanê Kurd ê şehîd Zerdeşt Îsmaîl Heybet (Rizgar) di sala 1962’an de li bajarê Dêrikê ji dayîk û bavê xwe (Îsmaîl û Fatima) yên kurd hatiye dinê .Şehîd Rizgar di nava malbateke welatparêz a bi ruhê berxwedanê yê neteweyî de mezin bû, ji dilsoziya malbata xwe ya ji bo welat û hezkirina xaka xwe fêrî nirxê jiyanê bû û ew bi ruhê şoreşgerî û hezkirina azadiyê dilmişt bû û ji bilî dayînê tiştek din ne dizanîbû,wî hîn di temenê biçûk de berpirsyariya têkoşînê girt ser milê xwe, nemaze piştî ku pismamê wî Letîf Cezrê di sala 1980’an bi destê çeteyên dewleta Tirk şehîd ket. Meyla xwe ya wêjeyî û hezkirina xwe ya ji bo nivîsandina helbest, noşe, gotar û çîrokan bi zimanê kurdî ji zarokatiya xwe de, di dema dibistana navîn de di nîvê salên heftêyî de dest pê kiriye û bi zimanên kurdî û erebî baş dizanî bû. Ew dilxwaz û mereqdarê xwendina edebiyata kurdî û helbestvanên kurd ên wekî Cegerxwîn û Melayê Cezîrî bû, ewî ji zanist û çanda kurdî hez dikir û heta li çeperên şer ên çiyayên Kurdistanê, di destekî wî de çek û di destê din de jî pênûs û pirtûk hebûn, ewî helbest dinvîsandin û bîranînên xwe yên rojane bi rêhevalên xwe yên çekdar re û li ser xwezaya Kurdistanê û bedewiya wê ya balkêş dinivîsand.
Ji bo wî, helbest ne tenê peyvên hema derbasdibûn bi lez û bez ên ku di nav raya giştî de derdiketin, lê ew hestek kûr û germ bû ku û di dil û can de diherikî hiş bi bedewiyê tijî dikir û hestek bêdawî dida derdora xwe. Di sala 1968’an de qonaxa seretayî li dibistana Rifet Hac Sirî, ya navîn û amadeyî li dibistana Yûsif El-Ezeme ya bajarê Dêrikê xwend, di sala 1980’î de bawernameya bekeloriya wergirtiye, ew pir jêhatî bû di hemû qonaxên xwendina xwe de, paşê di sala 1981’an de ji bo qedandina xwendina xwe ya zanîngehê çû bajarê Humsê û li wir kulîjeya Endezyariyê beşa Endezyariya Mîmariyê xwend û di sala duyemîn de ji bo ku xwe nêzî welat û gelê xwe bike derbasî Helebê bû û di sala 1986’an de bi serkeftî qedand .
Li gel xwendina xwe, noşe û helbestên netewî û şoreşgerî li ser berxwedana lehengên Kurdistanê û şehîdên azadiyê nivîsandine û di nava refên xwendekarên zanîngehê û girseya gel de têkoşiyaye. Ji helbestên wî yên ku bandoreke kûr li ser gelê kurd kiriye ev in (Kanî Kurdistan, Şorşa Agir, Artêş fa ye Lo, Şerê gel hoye, Şêxê min rabe bese, Banga Şoreşa cîhan…)
Piştî qedandina xizmeta xwe ya mecbûrî di artêşa Sûriyê de, di sala 1988’an de tevlî Akademiya Mehsûm Korkmaz dibe,piştî bidawîkirina dewreya perwerdeya siyasî û ji ber zanîna wî ya bi çend zimanan (Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngilîzî), şarezayî û çanda wî ya giştî û jêhatîbûna wî ya siyasî û dîplomatîk. Rêbertiyê ew hilbijart ku nûnertiya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li Ewropayê, bi taybetî li komarên Yekîtîya Sovyet û welatên Kafkasyayê bike, ji bo birêvebirina xebatên siyasî û neteweyî di nav girseyên kurdan de û xebatên çandî û rewşenbîrî di nav beşa rewşenbîrên kurd û biyanî de bike.
Di sala 1993’an de careke din vedigere Rojava û di Mijdara 1993’an de li herêma Botanê derbasî qada şerê germ dibe û ji bo fermandariya herêma Gabarê û nûnertiya partiyê li herêma Kurdistanê tê hilbijartin ta ku digihêje asta şehadetê di roja 26/12/1998’an de bi çar rêhevalên xwe re li çiyayên Gabar-Girê sor – herêma Findikê bi guleyên balefirên cengê yên dagirkeriya Tirk.
Tu pir zû çûyî, te êşek di canê me de, kulek di dilê me de û hêsir di çavên me de hiştin.
Li pey xwe mîraseke wêjeyî û çandî ya dewlemend ji gelê Kurd re hiştiye.
Gelek gotarên wî yên wêjeyî (edebî)bi zimanê kurdî hene ku di kovara (Rewşen) de li Ewropayê hatine weşandin. Di van demên dawî de birayên wî (Laleş, Egîd, Kawa û Seîd) ji tirsa windabûn, jibîrkirin û zirarê karîbûn çend helbestên wî berhev bikin û bi navê Avdana Agir di dîwaneke helbestî ya bi zimanê Kurdî de çap bikin û biparêzin.
Ji ruhê wî yê pak re, rûmet û ebedî. Ji têkoşîn, mîrasa wî ya şoreşgerî û wêjeyî re mayînde û berdewamî.