Navenda Nûçeyan
Sebrî Sipêrtî yê ku dem bi dem di nava civatan de stranên dengbêjiyê dibêje, diyar kir ku pêwîste hunera dengbêjiyê di nava civaka Kurd de bê parastin û got: “Dema civatek kom dibe daxwaza dengbêjiyekê tê kirin, ez dibêjim. Dengbêjiyên di şahiyan de tên gotin bi komên mezin tên gotin, ez ji li gel wan dibêjim.”
Di gelek serdemên cuda yên dîrokî de li Kurdistanê dengbêjî rolê dîrokê leyîstiye. Gelê Kurd bi dengbêjiyê berxwedan, serhildan, mêrxwazî û çanda xwe gihandiye nifşê pêşiya xwe. Di roja îro de jî gelê Kurd bi çand û hunera xwe ya dewlemend ya dengbêjiyê di nava gelek civakên din de tê naskirin. Ji bo parastin û dewlemendkirina dengbêjiyên heyî, pêwîstî bi xwedîderketinek mezin heye. Têkildarî vê mijarê jî Sebrî Sipêrtî yê ku dem bi dem dengbêjiyê di nava civatan de vedibêje, ji ajansa me re axivî.
‘Bi dengbêjiyan dihatin bibîranîn’
Sebrî Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya dengbêjiyê ji bo dîrok û parastina nirxên civakê û wiha got: “Di dîroka me Kurdan û ya giştî gelan de kesên dengbêj di şîn û şahiyan de dengbêjiyên xwe dihunandin. Ji ber ku tu amûrek yê mûzîkê tunebûn, tenê dengbêjî dihatin gotin. Piranî dengbêjên berê dengbêjî bi kesên mêrbaş, egîd, mêrxwaz, wêrek, serokeşîr û yên di şerên xwe de jêhatî bûn di gotin. Ji bo ku mêrbaşî û mêrxasiya wan kesan di dîrokê de winda nebe, bi dengbêjiyan dihatin bêmirinkirin. Li herêma me Botanê jî, ev çand gelek li pêş bû. Piranî dengbêjî bi kesên ku di şerê xwe de xurt bûn dihatin gotin. Lê di roja me ya îro de gelek egîd û mêrxasên welatê me hene ku dengbêjiyên me gelek kêm dengbêjiyê bi wan dibêjin. Pêwîste dengbêj û hunermendên me li ser lehengên me yên ji bo axa xwe canê xwe dayîn, dengbêjî çêbikin.”
‘Min dengbêjî ji malbatê girtiye’
Sebrî Sipêrtî di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku ne mîna dengbêjekê, weke kesekî ji dengbêjiyê hezdike dengbêjiyan dibêje û wiha pêde çû: “Min bixwe dengbêjî ne gotine, lê min guhdarî kesên dengbêjiyê dibêjin kirine. Di nava malbata min bixwe de jî dengbêj hebûn, min li wan guhdar dikir û min hindek dengbêjî ji wan girtiye. Min cihê xwe di tu kom û karên hunerî de ne girtiye. Lê ger bê xwestin di nava civat û şehiyên bûk û zava de ez dengbêjiyan dibêjim. Piranî em di şahiyên zewacê de dengbêjiyên lawik yanî dengbêjiyên ‘Evîndarî’ dibêjin. Min weke kes xem ji dengbêjiya xwe nexwariye. Ji bo wê jî piranî ji bîra min çûne. Gelek kes xem jê dixwin dengbêjiyên heyî dinivîsin û di parêzin. Dema civatek kom dibe daxwaza dengbêjiyekê tê kirin, ez dibêjim. Dengbêjiyên di şahiyan de tên gotin bi komên mezin tên gotin, ez jî li gel wan dibêjim.”
Sebrî Sipêrtî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dengbêjiyên tên gotin li gorî civatan û cihên ku em lê rûdinin tê guhertin. Daxwaz û hêviyên me ji gelê me ew ku dengbêjî û çanda xwe winda nekin. Ji ber ku dengbêjî dîroke, pêwîste were parastin. Kesên dengbêjî dibêjin ne ji bo navê xwe, ji bo parastin çand û dîroka gelê xwe dibêjin.”