Birûc Resûl/Qamişlo
Rêveberiya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah diyar kir ku pêwîst e hemû rêxistinên navcîhanî û mirovî yên têkildar û kesayetên tenduristî û civakî ku hemû pêdiviyên pêwîst ji amûrên bijîşkî û derman ji nexweşxaneyê re peyda bikin.
Li herêm zêdetirî deh salan e rewşa ku tê re derbasbuye ji şer û bikaranîna hemû çekên ku bûne sedema hilweşandina binesaziyên petrol û gazê, ew yek jî bû sedema belavbûna gaz û madeyên jehrî di jîngehê de û faktorên din ên aborî-pîşesazî, sosyo-polîtîk, piskolojya civakî û hwd, ji bilî sedemên biyolojîk, rê li ber zêdebûna nexweşiyan vekir ku yek ji wan nexweşiyan di nava civakê weke xeteriyeke cidî tê dîtin, ew jî kansêr e.
Di dema dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeyên nexweşiya penceşêrê zêde bûne. Ji ber rewşa dijwar a nexweşan ji ber dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferizkirin û rewşa madî ya lêçûnên çûn û hatinê û….hwd piştî ku lêkolînek li ser rewşa vê nexweşiyê li herêmê hate kirin, Rêxistina Heyva Sor a Kurd biryar da ku nexweşxaneyekê ji bo onkolojîk , şewat û talasemiya li bajarê Qamişlo bi derfetên xwe yên kêm ava bike, nexweşxane di 17 meha Berfenbarê 2023’an da hate vekirin. Lê nexweşxaneyê hîn jî Pêdiviya wê bi amûr, derman û alavên bijîşkî heye da ku nexweşxane bikaribe xizmeta bijîşkî pêşkêşî nexwaşên penceşêr, şewitandin û thalasaemiya baş bike ku pêwîstiyên nexweşan pêk bîne û tespîtkirina zû bi rêya muayeneya dewrî ji welatiyên herêmê re.
Derbarê Nexweşxaneya pênceşêr, telasîmiya û şewat Rêveberiya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah ji Rojnameya me re axivî.
Beşên Nexweşxaneyê
Hediya Abdullah di destpêka axaftina xwe de palkişand li ser beşên nexweşxanê û zehmetiyên wê û wiha got: “Nexweşxane ye benceşêr, telasîmiya û şewat me di 17 meha Berfenbarê 2023’an de hate vekirin. Her wiha armanca me ji vê nexweşxanê re xizmeta nexweşan û barsiv bûyina civakê ye. Di heman demê de Nexweşxane ji sê beşan destpêdike yek ji wan beşan, beşa kansêre ku gav bi gav me xebatên xwe xort kir. Beşa din beşa şewatê ye, lê hîna me dest pê nekirye ji ber ku hindek derfetên me kêmin û di heman demê de beşa Telasîmiya jî heman awayî ye lê di demeke kurt de emê destpêbikin û emê bi awayekî fermî ji bona raya giştî ragihînin. Bêguman nexweşya Telasîmiya nexweşiyeke gelek hesase, ji lewra baldariyek mezin dixwaze û di heman wextî de sebrek mezin divê. Dikarim bibêjim ku em bi awayî rojane rastî zehmetiyan tê, eger kar hebe wê bi xwe re zehmetiyan jî bidê avakirin, lê bi tenê mijara ku me li ser piyan digire û ji bo wê em vî xebatî dikin, sekina civaka me ye, yanî em çavkaniya hêza xwe ji civaka xwe digrin.”
Zehmetî û astengî
Hediye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zehmetiyên ku em bi rengekî rojane rast tên, ne peydakirina hin cureyên dermanan e û di heman demê de hin dermanên ku em peyda dikin jî bi buhayekî mezin tê li ber destê me. Di rastiyê de eger em meze bikin hin saziyên cîhanî hene ku wan dermanan bê fîyat didin. Lê ev ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê pir zêde derdekî îfade nakê. Di heman demê de ji ber ku halê heyî siyasetek ne di cih de tê bikar anîn, ji lewra pir zêde lêpirsînekî rast nîne. Li ser vê bingihê em bi hêviya xwe destnîşan dikin ku çi yekî bikaribê alîkar bibe û pêwîst e ku texsîr neke, bi Heyva Sor re bibe destek. Her wiha em di aliyê beşan de jî hijmaran zêde dikin û hewl didin kesên xwedî zanîn peyda bikin.
Bangewazî
Hediya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peydakirina dermanan ji destpêka şoreşê heya niha zehmetî tê dîtin. Bi teybetî eger nexweşiyên Kansêr be hîna di hêla peydakirina dermanên kîmyawî û cerah de zehmetî tê kişandin. Her wiha heye astekî me dermanê kansêr peyda kiriye lê ji ber nirxê wê yê buha, em rêjeyekî gelek kêm distînin, lê em bawerin ku di demeke nêz de ev babet wê çareser bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên navcîhanî û mirovî yên têkildar û kesayetên tenduristî û civakî dikin ku hemû pêdiviyên pêwîst ji amûrên bijîşkî, derman û madeyên bijîşkî yên din ji me re peyda bikin.”
Derfeta dermankirinê roj bi roj zêdetir dibe
Di heman demê de nexweşê telasîmiya yê Nayîm Îbrahîm yê ku bi temenê 20 salî ye di derbarê nexweşxanêyê de wiha got: “Nexweşiya Telasîmiya bi min re heye, her wiha ez ji Îdilbê me, lê halê hazir li Qamişlo jiyan dikim û jiyana xwe di vê cografyayê de derbas dikim. Dikarim bêjim berya niha min li Nexweşxaneya wetenî ya hikûmeta Şamê tedawiya xwe didît, lê ji ber nebûna derfeta min pêwîst dît ku derbasî vê nexweşxanê bibim. Her wiha bi hatina min ya nexweşxana Heyva Sor a Kurd ez gelek heycan bûm û bi germahiyek mezin hatime pêşwazîkirin, derfeta dermankirinê jî roj bi roj zêdetir dibe. Di hêla paqijiyê de jî gelek baldarî heye, di heman demê de bijîşkên nexweşxanê jî bi awayekî pir baş nêzî nexweşan dibin. Yanî di vî alî de kêmanî tune ye, her kes dikare li vê Nexweşxanê tedawî bibe. Di dawî de em ji raya giştî û saziyên ku têne zanîn pêwîst e hem di hêle madî de û hem jî di hêla manewî de ji bo Nexweşxaneya me bibin palpişt.”