Reşo Mihemed/ Qamişlo
Sekretêrê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûrî Mihemedê Mûsê diyar kir ku ne hikumeta Şamê û ne hêzên ku navê muxalefetê li xwe dikin xwedî biryar in û wiha got: “Pêkanîna kongereyeke netewî-sûrî û lidarxistina diyalogekeke sûrî-sûrî di dema heyî de li ser bersivdayîna aliyên peywendîdar dimîne. Herwiha eger pirsgirêka gelê kurd çareser nebe wê aloziya Sûriyê jî bidome. ”
Partiya Çep a Kurd li Sûrî di 12’ê Tîrmehê de civîna xwe ya navendî li dar xist û di encama wê civînê de wesîqeyek girêdayî çareserkirina kirîza Sûriyê û di serî de pirsgrêka gelê kurd, herwiha avakirina hîmê yekbûna gelê kurd hat ragehandin.
Têkildarî mijarê sekretêrê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûrî Mihemedê Mûsê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Di 12’ê vê mehê de we di encama civîna xwe ya navendî de wesîqeyek bi çar bendan ji bo raya giştî da, gelo armanca we jê çi ye?
Ev bû zêdeyî 12 sal ku aloziya Sûriyê bênavber bi zehmetiyan didome û pêkanîna çareseriya vê aloziyê nehêsan e. Di baweriya me de sedemên berdewambûna vê kirîzê bêtirî xwe girêdayî destwerdana hêzên navdewletî ye û hêzên xwecîhî ye. Bi taybet hêzên xwecihî di nav xwe de ne xwedî şiyan in ku bikarbin li hev bikin û bighêjin encamekê. Bi rastî hêzên xwecihî ne xwedî biryar in, ji bilî Rêveberiya Xweser û hêzên siyasî di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Ji derveyî wê em dizanin ku Sûriya bûye sê parçe hikumeta Şamê di bin bandora Îran û Rûsya de ye û tenê hikumeteke şeklî ye. Hêzên din jî weke Cebhet Elnusra, Cêş Elwetenî û yên din girêdayî dagirkeriya Tirk in. Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Rêveberiya Xweser xwedî biriyar e û kar û barên gel bi rê ve dibe û hêzên siyasî jî di nav de piştgrên wê ne. Ji ber wê jî me mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û çareserkirina kirîza Sûriyê di civîna xwe ya navendî de bi berfirehî nîqaş ki. Di encamê de wesîqeyek derxist ku armanc jê ew e ku em bikaribin pirsgirêka gelên Sûriyê, aloziya Sûriyê çareser bikin û di serî de pirsgirêka gelê kurd.
-We di wesîqeya xwe de bal kişandiya li ser çareserkirina pirsgirêka kurdî û hevrêziya kurdî, heta ku xîtaba kurdî bibe yek û pirsgirêka kurdî çareser bibe li Rojava, pêwîste çi were kirin?
Îro nakokî di nav kurd, tevger û partiyên Kurdistanî de heye, bandora nakokiyên derveyî Rojavayê Kurdistanê li kurdan û hêza siyasî ya kurdî jî dike. Em weke Partiya Çep rêzgirtinê ji tevahiya tevgera kurdî re digirin, nêzîkatiya me ji tevgera Kurdistanî de ne di astekê tenê de ye. Em nêzîkî aliyekî ne bêtirî aliyekî din, ev yek nayê wateya, em bibin dijminê aliyê ku nêzîkatiya me jê re di asteke jêr de ye. Lê belê rêzgirtina me ji aliyê din re heye û hêviya heye ku bibe destek ji bo hevrêziya kurdî û çareserkirina pirsgirêka Sûriyê. Bi rastî gelek hewldan ji bo yekrêziya kurdî hatin kirin, di civîna Hewlêrê ya yekê û ya 2’yan, hem jî civîna Dihokê, di van civatan de tevgerên Kurdistanî roleke baş lîstin. Lê mixa bin ev civat bêencam man û negihaştin serî. Berî du mehan jî şandeyeke emerîkî civatek bi partiyên PYNK’ê û ENKS’ê re li dar xist, herdu aliyan li ser hervrêziya kurdî erê kir, lê piştî demekê ji ber hin pirsgirêkan ew civat rawestiyan. Di vê rewşa ku niha em tê re derbas dibin pêwîste em weke kurd û partiyên siyasî hertim hewldanên yekbûna xwe ranewestînin. Ji ber ku derdora me dijminatiya kurdan dikin, di heman demê de hêzên navnetewî ji bo me hevrêziya kurdî pêk nayînin ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe tenê kar dikin di vê herêmê de. Lê ji bo me berjewendiya gelê kurd li ser hemû tişî re ye, li ser vê bingehê divê cebheya xwe ya hundirîn em xurt bikin. Herwiha tevgera siyasî ya kurdî bihêztir bikin û xwedî bandor bin.
-Di dema heyî de wesîqeyek ji bo çareserkririna pisgirêka Sûrî ji aliyê we ve hatiye dayîn û di heman demê de MSD’ê jî gelek caran hewldan ji bo heman tiştî kirin û bangewaziya pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî û lidarxistina kongreyeke netewî-sûrî dike, gelo tu alî û hêzên Sûrî bi erênî nêzî diyalog û hewldanên çareserikirina kirîza Sûriyê dibin?
Berî niha gelek caran MSD’ê hewldan ji bo pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî û çareserkirina kirîza Sûriyê kirine. Em weke partiyeke siyasî jî girêdayî MSD’ê ne û me bi hev re xebat di warê çareserkirina kirîza Sûriyê de daye meşandin. Me weke partiya Çep a Kurd li Sûrî jî di wesîqeya xwe de bal kişandiye li ser diyaloga sûrî û çareserkirina kirîza Sûriyê. Pêkanîna kongereyeke netewî-sûrî û lidarxistina diyalogeke sûrî-sûrî di dema heyî de li ser bersivdayîn aliyên peywendîdar dimîne. Divê hikumeta Şamê ji milê xwe ve bi erênî nêzî hewldanê çareseriya kirîza Sûriyê bike û hêzên opozisiyonê jî heman tişt. Herwiha Rêveberiya Xweser jî bi hêz û rêxistinên siyasî jî xwe baş amade bike. Li aliyekî din hêzên navdewletî yên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin mîna Tirkiye, Îran û Rûsya, xwedî bandora neyînî ne di rewşa Sûriyê û pêşeroja wê. Ev hêz dixwazin li gor berjewndiyên xwe Sûriyeke ku bikeve xizmeta wan de were çêkirin. Lewma heta ku ev hêzên navnetewî bi vî rengî destwerdanê bikin û li ser pêkanîna kongê netewî lihevkirinek çênebe wê kirîza Sûriyê çaresr nebe. Ya herî girîng ku pêk were, çarerkirina pirsgirêka kurdên Sûriyê ye, lewma divê ev yek di ser her tiştî re be. Di baweriya me de heta pirsgirêka gelê kurd çareser nebe û pêre jî pirsgirêkên pêkhateyên din, wê kirîza Sûriyê her û her bidome.