Koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî ku Kurd, Ereb û Turkmen li gel hev di kampê de dijîn, çadirên xwe veguherandine mozayîkeke ku bajarê wan temsîl dike.
Erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cihêreng dewlemend e ku Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Çerkez, Aşûr û Sûryan li gel hev dijîn. Ev pêkhate bi salane ji aliyê Rêjîma Baas ve rû bi rûyê polîtîkeyên pişaftin û qirkirinê hatin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku xwe dispêre paradîgmeya Netewa Demokratîk ya di nava xwe de hemû pêkhate bi reng, çand, ziman û nasnameya xwe komî gel hev dike, derfet li pêşiya hemû pêkhateyan vebû ku ji berê bêhtir danûsitandin, hevdû naskirin û pejirandin çêbibe.
A niha mirov dikare Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mûzayîka gelan bi nav bike, ji ber ku di gelek bajaran de jiyana komînal a pêkhateyên herêmê weke wêneyeke şênber xwe dide der.
Yek ji herêmên ku bi 4 pêkhateyan tê nasîn, kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Firatê ye ku li ser axa wê Kurd, Ereb, Ermen û Turkemen bi hev re dijîn. Niştecihên Girê Spî ku ji 2012’an de pêvajoyên êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra û Çeteyên DAIŞ’ê jiyankirin. Di 15’ê Pûşbera 2015’an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin û Gel (YPJ/YPG) di çarçoveya pêngava şehîd Rûbar tê rizgarkirin ku Girê Spî weke kanton tê raghandin û bi sîstema Rêveberiya Xweser ya Demokratîk tê birêvebirin.
Girê Spî ji aliyê erdîngarî ve weke herêmeke biçûk tê nasîn, lê ji aliyê civakî û çandî ve ewqas dewlemend e ku dema mirov di kolanên wê re dimeşe ew cudabûna ziman, reng û çandan dibîne. Ji gundê Hemam El-Turkmen û girê Zelba, tax û dêra Ermenan bigre, navçeya Silûk û kaniya Eyn Arûs, ew hevgirtina di navbera pêkhateyên wê de dibîne û dikare analîzeke wiha bike ku yekîtiya çar pêkhateyên wê dibîne.
Bi dagirkirina Girê Spî re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Til El-Semin a girêdayî bajarê Reqa yê ava kir. Ji bo naskirina rewşa koçberên Girê Spî ku heta mirov dikare bêje, heman wêneya ku pêkhateyan li warê xwe xêzkirbûn, derbasî kampê jî kirin. Bi gotineke din mirov dikare bêje, civakbûn û komînalbûna ku li Rojhilatê Navîn xwe parastiye, li kampan jî tê jiyîn û teysandin.
Bêhna bi kombûna li gel hev derdikeve
Mircan Hecî Ibrahîm ku bi eslê xwe Kurd e wiha dibêje: “Me li gunedwarên kantona Girê Spî jiyandikir, bi dagirkirinê re em neçar man ku koçber bibin. Ji ber dewleta tirk bê navber welatên kantonê hedef digirt û bajar bombebaran dikir. Wê demê gelek kes hatin qetilkirin û sedan birîndar ku zarok, jin û ciwan jî birîndar bûn. Ev 4 sal in em di kampê de dijîn, bê guman koçberî gelek dijwar e, lê ya ku sebira me tîne kombûna me ya li gel hev e. Em weke gelê Girê Spî bi tevahî pêkhateyên wê a niha bi hev re jiyan dikin û cudabûna di navbera me de xwe nade der. Beriya vê jî em li gel hevbûn, lê bi nêrîna min hevgirtina di kampê de bihêztir bû û me zêdetir hevdû naskir.”
Sîstema kampan diyar in ku her çadirek di ber ya din de ye. Ji ber vê bi rengekî xwezayî mirov dikare pêwindiyeke bihêztir li gel cîranên xwe ava bike. Dema ku em di nava kampê de geriyan, ya herî zêde bal dikşîne ku Turkemen, Kurd û Ereb di nava cîrantiyeke xûrt de ne ku heta fêrî zimanê hev jî bûne. Ji ber em niha jî di pêvajoya amedekariyên xwarina zivistanê de ne ku jinan bi dest û zendên xwe dimisa îsota û firengan, reçel, miloxî, tirşo û hwd çêdikirin. Jinan civat li derdora hev komdikirin û bi rengekî komînal alîkariya hev dikirin ku di ber kar re behsa bîranînên xwe yên Girê Spî û hêviyên vegera li welatekî azad bilêv dikirin. Di demsala Zivinstanê de û dema ku baran dibariya gelek çadir di bin avê de diman, jinên kampê bi hev re ew çadir paqij û sererast dikirin.
Zarok jî di nav hevaltiyeke hevbeş de bûn, ku bi hev re diçûn dibistanê, li mal û derve jî dilîstin. Zarokên kampê ku di nava şert û mercên dijwar de dijîn, kenê li ser lêv û dilgermiya wan di her kêliyê de xwe dide der.
Warê xwe di çadiran de ava kirin
Meha Mele ku ji pêkhateya Turkmen e teqez dike ku ewê bi hevgirtina xwe Girê Spî ji nû ve ava bikin: “Mala min li Hemam El-Turkmen bû ku em weke Turkmen lê dijiyan, lê danûstandinên me bi pêkhateyên din re jî hebû. Bi koçberiyê re hemû şert û mercên jiyana me hatin guhertin, lê ew hevgirtina xwe parast. Raste em di çadiran de ne, lê yê ku serdana kampê bike wê hîs bike ku derbasî Girê Spî bûye. Ji xwe welat bi gelên xwe ava dibin, ne bi avahiyan e. Ji xwe dema ku Girê Spî rizgar bibe, emê vê wêneyê ku me di kampê de avakir derbasî bajarê xwe jî bikin û ji şopên dagirkeriyê paqij bikin.”
Ev çar sal in ku niştecihên Girê Spî ya dagirkirî di kampa berxwedanê de dijîn, tevî vê yekê jî mirov coş û bendewarên ku dê rojekê de vegerin malên xwe zindî û diyar e.