Can Yûsif
Bilbilê Cizîrê, xwediyê dengê resen.Hunermend Cemal Sadûn yek ji navdartirîn hunermendên Kurd û yek ji stêrkên stranbêjiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê hesibandin, ew yek ji stûnên hunerî yên Kurd , ku bi stranên xwe yên netewî, folklorî û evîndarî navdar e tê hesibandin, ku di nav gelê Kurd li Rojava û Herêma Kurdistanê de deng veda ye.
Cemal Sadûn bilbilek bû di dawet, şahî û cejnên Newrozê de stran digotin û bi dengê xwe yê zelal û awazên xweş dilê xelkê bajarê xwe geş dike.
Cemal Sadûn, kurê bajarê Dêrika Hemko,hevcêwiya Cizîra Botan û xwişka Zaxoka Bahdînan, bajarê zanist û wêjeyê (edebiyatê), çavkaniya çandû hunera kurdî, navenda folklor û mîrata kurdî ya resen “Deşta Hesina û Herêma Koçera. ”, ku gelek helbestvan û hunermendên Kurd wek helbestvan: (Ehmed Şêx Salih, Omer Lalê , şehîd Zerdeşt Îsmaîl Heybet, Lorî Taldarî û bavê Salar hwd.) anîne jiyanê.
Ji kanî û jêderên xwe yên hunerî gelek hunermend û dengbêjên Kurd, wek hunermend: (Mihemed Teyib Taher, Ebdo Elanê, Silo Koro, Reşîd Elanê, Îbrahîm Bene Qesr, Mihemed Torî, şehîd Dijwar, û gelek hunermend û dengbêjên din ên Kurd) ji kaniyên wê yên hunerî vexwartine.
Hunermend û stranbêjê kurd Cemal Sadûn di 1/6/1958 de ji dê û bavên kurd (Sadûn û Qadriya) li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, di nav malbateke kurd a hejar û kedkar a neteweyî de, ku dildarê huner û folklora kurdî, hatiye dinya ye ku ji neh zarokan pêk tê (pênc kur û çar keç), û ew yê herî mezin di nav birayên xwe de ye, Ji bo debarkirina qûtê jiyana xwe hê di destpêka ciwaniya xwe de bi karên zor û zehmet dixebitî.
Cemal Sadûn ne tenê hunermendekî xwedan dengê xweş û hestên nazik navdar bû, ew dildar û evîndarekî bajarê Dêrikê bû, ew beşek ji çanda vî bajarî û hevparê şîn û şahîyên wî bû.
Cemal Sadûn li navenda bajarê Dêrikê mezin bû, zarokatiya xwe li kêleka dêra kevin, li ber peravê çemê Dêrikê, li ser tehtên kaniya eskerî , li ber şûnwarên qijleya Fransiyan, di hembêza dehla Naderê,û Buxçeyên Ezîz Çaçan û Necê û di bin siya rezên mêwên tiriyên xuristiyan de, li devera Îndîwerê li tenişta kaniya Xeyda û Pira Bafitê derbas kir, hîn ji biçûkatiya xwe de ji hunerê hez dikir û evîndarê stranbêjiyê bû.
Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stranên kurdî û folklora kurdî di temenekî biçûk de, di deh saliya xwe de dest pê kiriye, ew li cem xalê xwe Abdo Alanê fêrî stran û muzîkê bûye û wî di dawet û ahengên de li xalê xwe stran vedigerande.
Di çardeh saliya xwe de jêhatiya xwe ya hunerî her ku diçe zêdetir dike, hînî lêdana tembûr û cembşê bûye û bi tena serê xwe dest bi lêxistina cimbişê û stranbêjiyê kiriye.
Ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê, di sala 1980’an de neçar ma ku bajarê xwe yê şêrîn Dêrikê biterikîne û ji bo kar biçe paytexta Sûriyê Şamê , di dema lêgerîna xwe ya li stran û dengbêjan de, hunermendên Kurd ên ku wê demê stêrka wan dibiriqe, wan nas dike û li wir hunermendê nemir Kanîwar nas dike û di sala 1981 de bi navê (Dîlan Geriya li Eyranê, Zincîre Zincîre Way) bi wî re albûma xwe ya yekem tomar dike ,di albûma wî de komek stranên netewperestî, folklorî û evîndarî hebûn.
Di sala 1982’an de vedigere li bajarê xwe Dêrikê û dest bi şehyan û dewatan û vejandina ahengên netewî dike li seranserê herêmê, bi dengê xwe yê zelal , bi awazên xwe yên xweş û bi stranên xwe yên şêrîn di dawetan de hestên mirov û keviran radikir , û di şînan de , çavan hêsir dibarindin dema ku dengê wî yê melûl dibihîstin, wê demê wî stêrên hunera kurdî li Sûriyê nas kirin, wek (hunermend Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Selah Resûl, Merwan Sebrî û hunermend û stranbêjên kurd ên din).
Di xwepêşana xwe ya hunerî de gelek albûm û klîbên vîdeoyî yên ku tê de stranên şoreşgerî, welatparêzî û evîndarî hebûn derxistine .
Mijarên Stranên wî li ser mîrate û folklora kurdî ya dewlemend, li ser evîndarî , heskirin , welatparêzî, şoreşgerî, şîniya şehîdan û pesnê rêberên kurdan bûn.
Stranên wî “Çiçekê”, Min navê te ser dil kula”, “Ala zer ala me ye”, “Koçerê”, “Çûme Dêrikê”, “Dêrika min şêrîne “, “Stêrek geş bû li ezmanî”, “Şer ket girê Çepera “, “Îndîwerê buhare “, “Xalo”, “Hediya Hediya” ji stranên wî yên herî navdar in.
Hunermend Cemal Sadûn yek ji qurbaniyên serjimêriya nerewa ya ku di sala 1962’an de li parêzgeha Hesekê li Kurdistana Sûriyê pêk hatibû û tê de bi sed hezaran kurd ji hemwelatiya Sûriyê bêpar man û heta roja mirina xwe bê belge û nasname ma.
Wî dizanibû ku çawa peyv û awazên stranên xwe li gorî dengê xwe yê xweş û qirika xwe ya zêrîn hilbijêre
Piraniya stranên wî ji gotin û awazên hunermend Ednan bavê Hêco , Şevger Mîrza, Mihemed Elî Bavê Salar û hin helbestvanên din ên bajarê Dêrikê û ji folklor û mîrata kurdî ve hatine çêkirin û nivîsandin.
Ji stranên wî yên herî bi nav û deng ku heta roja îro di hişê gel de asê mane û di guhê gelê Kurd de deng vedidin evin:
1- Min navê te ser dil Kula, gotin û awazên Şevger Mîrza.
2- Darmana Tu Nedeyne, gotinên bavê Ceger (Dijan Cûdî), awazê Bavê Hêco.
3- Îndîwerê buhare , gotin û awazên Şevger Mîrza
4- De negrî Narîn , gotin û awazên Bavê Hêco
5- Mona hey Mona gotin û awazên Ebdulqehar Mûsa .
6- Çîçekê gotin û awazên Bavê Hêco.
7- Terka ta nakm, gotin û awazên Şevger Mîrza
8- Tucar dom nakê Zul û Zor ,gotin û awazên Ridwan Dêrikî .
9- Hediya Hediya, gotin û awazên Cuma Êrisî .
10- Tu bi xêr hatî Newrozê, gotin û awazên bavê Hêco.
11- Şêrîn Yarê tehil nabê , gotin û awazê Şevger Mîrza.
12- Vexwe vexwe Yarê vexwe , gotinên Cegerxwîn, awazê bavê Hêco .
13- De bikene yarê Bikene , gotin û awazên Şevger Mîrza .
14- Wa Emîna wa Emîna, gotin û awazên Mihemed Elî Bavê Salar.
15- Bay bay gotin û awazên bacê Hêco
16- Keçê dînê te Şêrînê, gotin û awazên Şevger Mîrza
17- Silav li te Dêrikê, gotin û awazên bavê Hêco .
18- Lo Lawiko evîndaro, gotin û muzîka Radwan Dêrikî
19- Ey Xalo gotin û awazên bavê Hêco .
20- Bese Cemal Bese gotin û awazên bavê Hêco
21- Keçkê dorî min here , gotin û awazên Dewran Bane Qesrî.
22- Negrî ciwanê, gotin û awazên bavê Hêco
23- Ne di xewda me ne şiyarim, gotin û awazên Cuma Êrisî
24- Lê Metlo – Koçerî, gotin û awazên Lorî Tildarî.
Hunermend Cemal Sadûn ji ber hestê xwe welatparêzî û stranên xwe yên netewî rastî gelek zextên ewlehiyê, zindan û îşkenceyên hêzên ewlekariya Sûriyê hat û rê nedan wî ku şahiyên netewî vejîne û stranên şoreşgerî û niştimanî di pîrozbahiyên kurdî de pêşkêş bike, lê wan hemûyan zextan nekarîn rê li ber wî bigirin ku ji bo evînê, ji bo jiyanê, ji bo şoreşê û ji bo doza xwe lêbêxe û stranan bibêje.
Karîbû xwe bêxe dilê evîndarên xwe de û hevrêtiya wan di şîn û şahiyan de bike, nêzîkî gelê xwe û tevgera xwe ya siyasî bû û dilsozê doza xwe û netewebûna xwe bû.
Cara dawî di sala 2009’an de tevî hunermend Nîhad Yûsif û muzîkjen Dijwar Abdullah bi buhaneya ku di daweteke Dêrikê de stranên neteweperestî pêşkêş kirine, weke (Ey Felek Felek, Ala zer ala me ye ) ,ew sê mehan girtin û xistin zîndana Elaya bi tawana handana nakokiyên mezhebî hatin girtin.
Ji bo şikandina îradeya wî û rûmeta wî wekî hunermendekî kurd ê navdar , ew li qawîşa diz û sûcdaran hat bicihkirin , di wê demê de ez di wê girtîgehê de girtîyekî sîyasî bûm û me ji rêveberiya girtîgehê xwest ku ji ber şert û mercên wî ên aborî yên zehmet wî veguhezînin qawîşa me da ku em bikarin alîkariyawî bikin , sê roj şûnda, ew hate veguhestin ji bo qawîşa me, û em du mehan bi hev re di heman qawîşê de man.
Piştî ku ji zindanê derket û piştî îşkence, zindan û girtin, kete nav pêlên derya û berdê xwe da rêya mirinê û ji Sûriyê reviya, her çendî ew bi xaka welatê xwe ve girêdayî bû, mîna girêdana darekê bi axê ve , lê şert û mercan ew neçar kirin ku dev ji welatê xwe Dêrikê berde û bikeve ser rêya dûr û dirêj a sirgûnê, ji ber zextên ewlekariyê û şopandin wî ji aliyê rayedarên ewlekariya Sûriyê ve . .
Lê axînî yê (ezabê) sirgûnê dilê wî xwîn kir û hesret û bêrîkirina bajarê wî Dêrik, dilê wî tijî xem û jan kir ,wî hez nedikir ku li Elmanya, Bulgarîstan û welatekî din bijî, ji bilî ku vegere hembêza bajarê xwe, Dêrikê, heya ku di roja 30/3/2014 de li nexweşxaneyek li Bulgaristanê çavên xwe yekcar danî serhev û jiyana xwe ji dest da, piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû , bêyî ku xatir ji yara xwe ya sermedî Dêrikê bi xwaze û termê wî yê pak bo herêma Kurdistanê û ji wir jî bo bajarê wî bajarê Dêrikê hat veguhestin, û bi hilgirtina li ser milan û bi merasîmekî girseyî yê gelêrî hate oxirkin di nav axa bajarê xwe Dêrikê û li (goristana kevnar) de hat veşartin.
Raste ku bi laşê xwe koça dawî kir, lê sax di dilê hezkiriyên xwe de ma û di bîrdanka huner û stranbêjiya kurdî de bê mirin jiya , herwiha stran, awaz û dengê wî di dilê bi milyonan kurde û di qirika dengbêjên wan de zindî ma.
Hunermend Cemal Sadûn zêdetirî çil salên jiyana xwe di xizmeta mîrate û strana Kurdî de terxan kir, stranên gelêrî û mûzîka Kurdî di sîng û dilê xwe de hilgirt û ji ber êrîşên dijminane yên neyarên Kurdan piştgirî kir di parastina wê de ji windabûnê . .
Koça wî di qada hunera kurdî de valahiyek mezin hişt, lê mîrasa wî ya muzîkî û hunerî û stranên wî dê demek dirêj di bîra hezkir û temaşevanên wî de deng vede.
Ji bo ruhê wî yê pak rehmet û rûmet
Ji têkoşîn û mîrasa wî ya hunerî re mayînde û berdewamî