Her çiqas polîtîkeyên dijmin yên pûçkirin û têkbirina îradeya koçberên Efrînê bi dorpêç û topbaranan tên kirin, lê li hemberî wê jî helwesteke xurt li ser bingeha vegera Efrînê tê raber kirin. Dayîka Xalîde rûxmî hemû şert û mercên zehmet yên jiyanê bi xwedîkirina pez û berhemên wê dabara jiyana malbata xwe dike.
Zana Roj/ Şehba
Yek ji navnîşeyên gelê Efrînê ew têkiliya wan bi xweza û xwedîkirina pez û berhemên lawirvaniyê ye. Efrîn di kedîkirina lawiran de xwedî risteke, di asta yekemîn de beskirin û têrkirina xwe ya hundirîn ji berhemên herêmê digirt. Ev yek dibû sedema têrkirina hundirîn û derxistina derveyî herêmê jî.
Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çeteyan ve, û derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, gel bi rê û rêbazên cur be cur debara jiyana xwe kirin û careke din rûxmî hemû şert û mercên zehmet yên jiyanê li ser lingan sekinîn û berxwedaniya xwe ji 6 salan ve ji tavahî cîhan û dijmin re raber dikin. Li ser vê bingehê gelek malbatên ji Efrînê li herêma Şehbayê bi berhemên lawirvaniyê debara jiyana xwe dikin.
Yek ji wan malbatên ku pez kedî dikin û ji berhemên wan debara xwe dikin, malbata dayîka Xalde Ziyad ya 55 salî ye ku ji gundê Soxunekî yê navçeya şêrawa yê ye.
Malbata dayîka Xalîde piştî dagirkirina Efrînê li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi cih bûn û li wir dest bi xwedîkirina pez kirin.
Ji berhemên pez debara jiyanê tê kirin
Dayîka Xalîde anî ziman ku ew ji pezê li gel xwe berhemên weke mast û penêr çêdikin û difroşin û wiha got: “Piştî dagirkirina herêma Efrînê û talankirina gund û malên me em jî bi gelê xwe re derbasî herêmên Şehbayê bûn. Em ji kevin de lawiran xwedî dikin û ji berhemên wan dabara jiyana xwe dikin. li ser wê bingehê em li gundên Şêrawa yên ku neketine destê komên çeteyan de bi cih bûn. Navçeya Şêrawa ji kevin de bi kedîkirina pez û berhemên wê tê naskirin. tevî hemû zehmetiyan lê me dev ji pîvanên ku em li ser mezin bûne me berneda.
Li gorî derfetên me hejmarek ne zêde ji pez em xwedî dikin, ez û hevjîna xwe bi hev re van pezan kedî dikin. Ji şîrê ku rojane em ji pez didoşin; mast, penêr û mastê kelandî ku tenê herêma Efrînê çêdike em derdixin. Têrkeriya mala xwe em radikin û yê din jî em difiroşin û pê debara jiyanê dikin.”
`Em ê jiyanê ava bikin û vegera Efrînê misoger bikin`
Dayîka Xalîde destnîşan kir ku çawa ew li ser çanda bav û dayîkên xwe mezin bûne, wê nehêlin dijmin bighêje armancên xwe û wiha bi dawî kir: “Gelê Efrînê xwedî çandeke dîrokî ye û ev çand heyanî roja îro me parastiye. Xwedîkirina lawiran û parastina xweza û berhemên wê jî yek ji bingehên me yên jiyanê ne. her çiqas dijim di koçberiyê de xwestiye ku vê çandê hedefbigire û me di aliyê îrade û berxwedanê de bişkîne, lê bi biryardarî û li ser bingeha wê rojek bê û emê di Efrînê de jiyan bikin de me li berxweda ye. Afirandina jiyanê rûxmî hemû zehmetiya, têkbirina dijmin misoger kiriye. ji lewra emê bi van derfetên jiyanê yên biçûk, jiyanê avabikin û vegera Efrînê misoger bikin.”