Rojnameya Ronahî

Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihandî hev: Merziye Ferîqî

Li ser koça dawî ya hunermenda Kurd Merziye Ferîqî re 18 sal derbaz dibin, lê hîna dengê wê di dil û mejiyê her kesekî de vedide. Hunermenda Kurd Meziye bi deng, awaz û hunera xwe şoreş û evîn gihandibû hev.

18 sal li ser koça dawî ya hunermenda Kurd Merziye Ferîqî re derbaz dibin, lê hîna dengê wê di dil û mejiyê her kesekî de vedide.

Merziye kiye?

Merziye Ferîqî ango Merziye Şehab Ebdula, di sala 1958’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Li heman bajarî xwendina xwe ya seretayî û navîn qedandiye. Di temenê xwe yê 9 salî de heskirina wê ya ji bo stran û şanoyê çêdibe. Gelek caran di çalakiyên dibistanan de tevlî beşên hûnerî yên weke şano û stranan bûye.

Merziye destpêkê bi sitranên Fetanî Welîd bi zimanê Farisî dest bi sitranbêjiyê kir. Lê zulm û zordariya dewleta desthilatdar a Îranê ya li ser hûnera Kurdî, bandorek li ser Merziye kir û dest ji sitranbêjiya zimanê Farisî berda. Merziye dest bi sitranên Kurdî kir.

Hûnermenda Kurd Merziye piştî xwendina seretayî di sala 1970’an de diçe bajarê Sine û xwendina xwe ya Amadeyî di beşa mamostatiyê de li wir temam dike. Piştî temamkirina xwendina xwe wek mamosta li gundekî nêzîkî bajarê Merîwan dest bi kar dike. Di sala 1977’an de bi koma muzîkê ya bajarê Sine re gelek caran derdikeve ser dikê û sitranan dibêje. Piştî wê 2 salan dîsa vegeriya Sine û bû mamostaya dibistana seretayî.

Hûnermenda Kurd di temenê xwe yê 21 salî de ango di sala 1978’an de bi hûnermendê Kurd ê navûdeng Nasir Rezazî re dizewice. Herdû hûnermend ji ber beşdarbûna wan a ji raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya Komara îslamî de. Merziye bi Nasir Rezazî re xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam dike. Merziye demek hat girtin û piştre jî mafê mamostatiyê jê hat wergirtin.

Di sala 1980’an de Komara Îslamî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xist bin kontrola xwe de. Merziye jî ji ber êrîşên Komarê nekarî di nava bajêr de bimêne. Ji bo vê bû pêşmerge û li çiyayên Kurdistanê li gel rêhevalê jiyana xwe Nasir Rezazî bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe dewam kir.

Merziye di çiyayan de jî karê xwe yê hûneriyê dewam kir, li wê derê hinek sitran qeyd kir. Di çiya de herwiha sirûdên nîştîman û hinek sitranên din yên şoreşgerî qeyd kirin. Wê demê bi rêya radyoyan dengê hûnermenda Kurd belav bû û gihişt guhê hemû Kurdan. Yekemîn karê Merziye yê li çiyayan bi Koma Banga Komale re çêkir ku ew jî sirûda bi navê “Pêşmerge” bû ku di nava pêşmerge, gel û radyoyên Kurdî de bi nav û deng bû.

Hûnermenda Kurd dayîka sê zarokan bû. Zêdetirî sitranên Merziye li ser hestên nîştimanperweriyê bû. Merziye li ser evîndariyê jî sitran gotin, heya niha sitran û berhemên Merziye di nava Kurdan de dimîne û ketiye dilê wan de.

Merziye piştî şoreşa Îranê bi malbata xwe re wek penaber di sala 1985’an de derbasî Swêdê bû û li wê derê xebat, tekoşîn û xizmetê ji bo hunera Kurdî kir.

Merziye yek ji hunermendên jin ên ku di stranên xwe de xemên xwe yên derbarê jinan de û her wiha zordestî û çewisandinên li ser jinan aniya ziman. Li dijî pergala baviksalarî ya paşverû û kevneşopiyên kevneperest ên civaka Kurd derket û ji bo ramana hevpar a civakê serî hilda.

Merziye di stranbêjiyê de xwedî jêhatîbûneke mezin bû, wê pir baş bi awaz û gotinên mûzîkê bi ahengek bê hempa dileyîzî.

Wek hunermendek xwedî tecrûbe, estetîk û hunermendek bi cilûbergên Kurdî her tim boneyên netewî û cuda xwe dixemiland.

Hunermenda Kurd Merziye Ferîqî di temenê xwe yê 47 salî de, di 18’ê Îlona 2005’an de li nexweşxaneya Swêdê bi nexweşiya dil koça dawî kir. Li ser wesyeta wê cenazeyê Merziye anîn Başûrê Kurdistanê û li Girê Şehîdan ê li Silêmaniyê spartin axê.