Rojnameya Ronahî

Jiyan û mirina li sirgûniyê; Aram Tîgran

Aram Tîgran ji welatê xwe dûr li sirgûniyê hate dinê û li sirgûniyê jî ji dinê koç kir. Aram Tîgran zêdeyîya temenê xwe da muzîka kurdî. Bi stranên xwe êş û derdên kurdan parve kir. Bû pira di navbera gelê Kurd û Ermen.

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê rast Aram Melîkyan), hunermendekî Ermenî ye ku bi Kurdî û Ermenî distrê. Di sala 1934’an de li bajarê Qamişloyê hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8’ê tebaxa 2009’an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.
Gotineke bav û kalan heye wiha dibêje: “Tenê deng û huner dimînin û nemirin”. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweş yê Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşq û evîn yê wî nebihîstibe, tine ye. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e.
Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço,Mihemed Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Fatma Îsa, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd… her roj zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.
Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Tîgranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne? Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistirê? Aram kî ye ku neketiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dahola neyartiya likurd û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurd bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qirkirina Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine ? Lê famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Tîgran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:
“Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurd bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Keda wan li ser min pirr e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pirr e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijmin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurd ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Binxetê (Rojavayê Kurdistanê), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê keda wan qet ji bîra nekin. Bi stranên xwe zimanê kurd biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û keda wan ticarî ji bîra neke.”
Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê rêya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên beşê kurd ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurd li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda nakin. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Helbet Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.
Rêbaz hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin zanîn ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana “Bilbilo” nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin? Kîjan evîndar e ku strana “Keçê ji bona te ez dîn im” bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?
“Stranên Hey lo lo delal”, “Şev çû”, “Çiyayê Gabarê”, “Zîlan”, “Diçim-diçim”, “Bi hesreta Êrîvanê”, “Çil-çil kezî”, “Ey welato em heliyan”, “Elmasa min ji dersê tê”, “Ax dê û bavê me” û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn hebûnek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.
Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, pêkanîna biratiya Kurd û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfedayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe feda kirin, wefadarî û emeknasî û hwd… tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.
Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirîn ê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de.
Dema ku ji sala 1915‘an û pêde jenosîda li dijî gelê Ermen, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.
Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina rihê mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamosta Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:
“Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê merîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît.”
Aram hunermendekî bexteware. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hêzek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.
Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurd didin nasandin. Mamostayê me Aram Tîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.
Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934’an de li Qamîşlê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û ErmenIyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966’an bi malbata xwe re çûn Ermenistanê û heya sala 1985’an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.
Di sala 1990’an de wek penaber çê Ewropayê. Di roja 8’ê tebaxa 2009’an de li paytexta Yunaîstan Atînayê çû ser dilovaniya xwe.