Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pişavtin-Assimilation 2

11/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend Lîstokên  Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Heftiya borî me qala pişavtin ango assimilationê kiribû. Emê vê heftiyê zêdetir li ser alê pişavtinê û encamên wê yên li ser çand û ziman bisekinin. Pişavtina çandî: Ji holê rakirina çand/çandên bindeste. Çi bi awayekî sîstematîk, çi bi destê dewletan bi darê zorê, çanda netewên bindest di nava demê de ji holê tê rakirin û di nav çanda pergala serdest de dihele û dibe weke ya wan. Ev di nava demekî kurt de pêk nayê. Ji bona ev pişavtina çandî pêk were sedsal, hezarsal sere derbas dibin. Lêbelê pergal her tim çanda netewa bindest di bin zextê de dihêle. Di nivîsa berê de me qala du rêbazên pişavtinê kiribû. Yek ya hişk û bi darê zorê, yek ji ya nerm û sîstematîk. Di pişavtina çandî de ji mixabin ev herdû rêbaz bi hevre tên bikaranîn. Lê pergal pitirê xwe rêbaza sîstematîk dide pêş. Armanca pergalê a herî mezin ji zimanê netewa bindest li wan bide ji bîr kirin. Ji bona zimanê wan li wan bide ji bîr kirin ji di serî de zimanê wan li ber çavê wan reş dike, kiçik dike. Bi riya perwerdehiyê û alavên weke televizyon, rojname, înternet, radyo, pirtûk, kovar, reklam û hwd xurtî û lazimiya zimanê xwe û qelsî û di jiyanê de nelazimiya zimanê di armanca pişavtinê de dide pêş û wê têxe di binhişiya wan de. Mînak dibêjin mane zimanê we di sazî û dezgehên dewletê de nayê şixwilandin, hûnê nekaribin bi wî zimanî çi karê dirav pêve bên bikin, di qada navnetewî de zimanê we nayê naskirin… û hwd. Bi vî hawî zimanê wan li ber çavên wan reş dikin. Mixabin ev rêbazên pergal bikar tîne pirranî kêrî karê wan tê. Îro rê û rêbazên pergalên serdest bigihînin armanca wan gelik zêde bûne. Netewên bindest ji mixabin pirrê caran xwe radestî pergala serdest dikin. Li hemberî wan nikarin alternatîfan pêş bixin. Pergalên qirêj û neyarê pirrçandiyê di vî warî de pisbor bûne. Îro li Tirkiyê gelik netewan ziman, çanda xwe ji bîr kirine. Mînak Çerkez, Laz, Abaza… Mixabin li her çar parça Kurd û çanda Kurdî ji di bin vê tehlûkê de ye.
Dema mirov di nava gel de digere mirov gelik mînakan dibîne ku ziman û çanda Kurdî di tehlûkeyek mezin de ye. Mînak li bakûr hema bêje çi zarok êdî nabêjin “YADÊ”! Sûna yadê/dayê dibêjin “ANA”! Mixabin ev ji dayîk nîşanî wan didin! Bes “ana” peyveka Tirkî ye. Li Rojava herwiha peyva “YABO/BAVO” ji wisa ye. Kes nabêje “BAVÊ FILANKES”, hemî kes dibêjin “EBÛ FILANKES”! Lê peyva “ebû” ji Erebiye! Ev du peyvên ji bo zarokan û ji bo zimanê wan pirr girîngin, lê mixabin em wan ji jiyana xwe de dirakin! Min di berê de ji gotibû ez ne li pêjberî çi zimana me. Lêbelê parastin û axavtina zimanê me, peywira me ya exlaqî ye. Mîna van peyvan mirov dikare bi sedan mînakan bide.
Çi exlaqê pergalên mêtînger nîne. Ew tenê dixwazin bigihên armanca xwe û ji bo wê dişixwilin. Ew bi awayekî pragmatîst tevdigerin. Ji bo wan, rêbaza herî baş ji rêbaza wan herî zû digîhîne armanca wan e! Ev dibe bi darê zorê be, dibe bi perwerdehiyê be, dibe bi riyek din be ferq nake. Divê netewên bindest ji li gor vê hişmendiyê tevbigerin û li hemberî mêtîngeriyê rêbazên xwe parastinê pêş bixin. Ziman bingeha çandêye. Hebûna me girêdayî hebûna çanda me ye, hebûna çanda me ji girêdayî hebûna zimanê me ye.

Sîpan ŞÎNDA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.