Rojnameya Ronahî

Tabloya navdar “Qêrîn”

Deriya Çiya/ Qamişlo

Tabloya qêrîn yek ji tabloyên herî navdar yên cîhanî ne, ku di sala 1893’an de ji aliyê wênesaz Edvard Munch ve hate xêzkirin. Tê de rewşeke derûnî a xerîb û xerab a ku nivîskar têre derbas bûyî nîşan dide.

Hunermendê Norwêcî Edvard Munch yek ji hunermendên nûjen ên herî girîng tê hesibandin. Karîyera wî di hunerê de ji destpêka sala 1880’an de heya mirina wî 60 salî dom kir. Wî bi wêrekî di warên wêne, grafîk, peyker û wênekêşiyê de ceribandin çêkirin. Ji destpêka sedsala bîstan de bû pêşengê hunera derbirînê.

Tabloya ” Qêrîn ” ( 1893 ) berhema herî navdar a Munch e. Di nav rêze tabloyan de bû ku hunermend navê “Firîza jiyanê “lê bikê, ku tê de mijarên jiyan , evîn , tirs, mirin û bêhêvîtiyê serdest bûn. Wekî piraniya karên wî yên din, wî gelek nusxe ji wêneyê xwe re çêkirin. Ya yekem di sala 1994’an de û ya din jî di 2004’an de hatin dizîn, ku her du jî di dawiyê de hatin bidestxistin. Mijarên “Firîza jiyanê ” di piraniya berhemên din ên Munch de jî serdest bûn, wek: “Zarokê Nexweş”, “vexwarina xwînê”, “xwelî” û “Pirek”.

Edvard Munch kî ye?

Edvard Munch di sala 1863’an de li Oslo, paytexta Norwêcê, di malbatek ku endamên wê bi dîndariya xwe ya tund dihatin nas kirin, ji dayik bû. Bavê wî di artêşê de doktor bû, Xirîstiyaniya wî ya hişk hişt ku tovên xemgîniya olî di giyanê ciwan Edvard de biçînin. Munch paşê di bîranînên xwe de nivîsand:” Firuştên tirs, poşman û mirinê ji roja ku ez ji dayik bûme dora min girtine û di tevahiya jiyana min de dev ji hejandina min bernedan. Ew li kêleka min rawesta bû, dema ku min çavên xwe girtibû, bi kuştinê, dojehê û bi naleta ebedî gef li min dixwar”. Edvard kesek bi fikar bû, dema temenê wî 5 sal bûn diya wî bi nexweşiya sil çû ser dilovaniya xwedê, li pey xwişka wî Sophie di sala 1877’an de, ku hîn ne çardeh salî bû çû ser dilovaniya xwedê, paşê bavê wî mir û xwişka wî, Laura, dîn bû û di saziyek derûnî de hate pejirandin.

Munch di berhemên xwe yên dramatîk de, ew hestên ku zarokek ji tiştên ku diqewimin bandor bûne vedibêje. Bîranînên nexweşiyê, paşê mirina dê û xwişka xwe.

Piştre, Munch biryar da ku bibe wênesaz. Wî “studyo” li taxa bohemî ya Osloyê kirê kir û dest bi karê wênesaziyê kir.

Şîroveyên tabloyê

Şîrovekirina tabloyan li gorî hejmara temaşevanan diguhere, her yek tiştekî dibîne ku dibe ji hev cuda be, lê wateya giştî ya her tabloyê heye û ev tablo li gorî pêkhateyên wê yên bingehîn diyar dibe, wekî wateya tirsê, tirsa giran, êşa derûnî û tenêtî. Li vir bi rengekî tund, afirîner û şêrîn xuya dike. Rûyê ji tundûtûjiya tirsê dirêj û xwar bûye, taybetiyên rû bi rengekî şêrîn, wek çav û poz vekirî ye û diqîre û bi destan guhên xwe digire, helbet hatina her du kesan dikare bêtir ji yek wateyî bi xwe re bîne û pira bilind û çol di bin wê de jî, ji bo ezman û xwezaya derdorê û rengên geş, xurt û tarî, ew atmosferek taybet, kabûs û xerîb didin, balkêş e ku hunermend di bîranînên xwe de wêneyê xwe wiha rave kir: “Wî qîrînek bi deng bihîst. Piştî ku wî hest bi tirseke giran û hestek xemgîn kir û rengê ezman guherî bû sor…” Ev hemî dişibin serpêhatiyek psîkotîk a tund û kûr, em nizanin gelo ev qîrînek kozmîkî ye ji ezman e? Yan ji kûrahiya derûniya mirovan e? An jî ev yek ji her duyan têkel e gelo ev hemû tirs ji ber qîrîna ku wî bihîstiye, ji ber wê jî qîrîna tirsê ya parastinê derxistiye. Ya girîng ew e ku hunermend bêyî hûrgilî, şîrovekirin û nezelaliyên derdora wê karîbû vê tabloyê biafirîne.

 Girîngiya tabloyê

Ev tabloya xêzkirî wekî “teşekirina xemgîniyê ya nûjen” tê hesibandin û di mezadê de di Gulana 2012’an de de bi 119 mîlyon dolarî hate firotin, berdevkê Muzexaneya Munch, dibêje ku wêneyê Scream karekî hunerî yê nirxdar e rûyê wî hestên tirsê nîşan dide, li ser pirekê radiweste dema ku serê wî di destên wî de ye û ew qîrînek berdide, li hember paşperdeya teşeyên gemarî û rengên sor ên geş ne. Edvard Munch îkona panîkê ya hebûnê hilda li ser encamên mirina Xwedayê Nietzschean û berpirsiyariya dûv re jî danî ser milên mirovê Ewropî ku armanc û wateya jiyanê bibîne.

Dizîna tabloyê

Tablo di 12’ê Sibata 1894’an de, di nav 50 saniyeyan de hat dizîn. Di roja vekirina Olîmpiyadên Zivistanê ya 1994’an de li Lillehammer, du diz ketin pencereya Galeriya Neteweyî, têlikên ku tabloyê bi dîwêr ve girêdide birîn û birin. Li gorî raporê Tiştê ku malpera History behs kir, ku herdû dizan ev hevok li ser dîwar nivîsandibûn: “Hezar spas ji bo ewlehiya xirab”.

Çend roj piştî diziyê, di 3’ê Adarê de herdû dizeyan daxwaza fidiye ye1 milyon dolarî li hikûmetê kirin, lê hikmetê tu bersiv nede ji ber ku tu delîl nebûn ku ev daxwaz rast e, di dawiyê de, polîsan çar perçeyên çarçoveya tabloyê li taxeke bakurê Osloyê dîtin, dibe ku ev peyamek nepenî bû ji bo daxwaza fîdyeyê.

Di dawiyê de, di Çile 1996’an de, çar zilam bi diziyê hatin mehkûmkirin û ceza kirin, di nav wan de Pall Enger, ku di sala 1988’an de bi dizîna tabloya ” vexwarina xwînê” li Osloyê hatibû mehkûm kirin.

Paş di 7’ê Gulana 1994’an de, tabloya herî navdar a Norwêcê, “Qêrîn” a Edvard Munch, li otêlekê li Asgardstrand bi qasî 40 kîlometreyan dûr Başûrê Osloya hat dîtin.

Nusxeyên tabloyê

Edvard Munch çar nusxeyên heman tabloyê, du nusxeyên rengîn û du nusxeyên bi pastel xêz kiriye. yek ji du nusxeyên ku bi pastel hatine zaz kirin di sala 2012’an de bi qasî 120 mîlyon dolar ji hêla karsazê Amerîkî Leon Black  ve, di mezadê de Sotheby’s Impressionist and Modern Art hat firotin.

Dîroka çar nusxeyan

Nusxeye yekem – 1893.

Nusxeye duyemîn – 1893.

Nusxeye sêyem – 1895.

Nusxeye çarem – 1910.

Hêjayî gotinê ye ku Edvard Munch tabloya Qêrîn piştî serpêhatiyeke psîkolojîk a ku tê de derbas bûye xêz kiriye û di rojnivîska xwe de wiha nivîsiye: “Ez bi du hevalên xwe re di rê de dimeşiyam, piştre roj çû ava, hestek nexweş li min da.  Ji nişka ve ezman bi rengê xwînê sor bû, ji ber vê yekê ez rawestiyam û xwe spartim ser têlekî li kêleka rê, û ez ji westanê ketim, paşê min li ewrên agirîn ên mîna xwînê û a şûr li ser zinara deryaya şîn a bajêr meyzandin, hevalên min meşa xwe domandin, lê ez li wir sekinîm, ji tirsa min qîrînek bêdawî di xwezayê de bihîst”. Lêkolîneran cihê bûyerên di wêneyê de naskirin, ku ew Oslford Bay e, li Oslo, başûrê rojhilatê Norwêcê ye.