Rojnameya Ronahî

Bi herikîna şoreşê re berhemên Sînameya Kurdî li cîhanê belav bû

Sînameya Kurdî xwe bi pêşketina gavên serkeftinê yên di şoreşa 19’ê Tîrmehê de herikînê re bi pêş xist. Îro berhemên sînameya Kurdî yên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine amedekirin di Sînameya Cîhanî de cih digirin. Fîlma Berfîn yek ji afrîneriyên sînameya Kurdî ye ku li çiyayên azad hatiye amedekirin û ji gel re hatiye pêşkêk kirin.

Zana Roj/ Şehba

Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gavên pîroz ber bi serkeftinê ve hatin avêtin, ev gav bêguman bi bedelên gelek giran buha hatin dayîn. Yek ji xebatên serkeftî yên ku hatine pêşxistin xebatên pêşxistina sînemeya Kurdî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komîna Fîlm ya Rojava gelek berhemên giran û bi wate ji civaka Kurd û ji cîhanê re afirandin û pêşkêş kirin. Bê guman xebatên ku di pêşxistina Sînemeya Kurdî de tên kirin, ji gelek salên dur û dirêj ve têne kirin, ne tenê di Kurdistanê de li seranserî cîhanê ev xebat tê pêşxistin.

Bi taybet di çiyayên azad de rûxmî hemû zehmetî û hovîtiya dijmin, berhemên gelek bi bandor ku rastiya gelê Kurd, qehremantiya gelê Kurd her wiha gelek mijarên cuda yên ku girêdayî doza gelê Kurd îfade dikin hatin kişandin û pêşkêş kirin. Lehengiya ku di çiyayîn azad de di oxira bidestxistina doza gelê Kurd di cîhanê de û derxistina hovîtiya dagirkeriyê li ser qirkirina gelê Kurd, bi serkeftî xebatên pîroz hatin kirin. Ev xebat û berhemên ku hatine derketin, derbasî tevahiya cîhanê bûne û di asta sînameya cîhanî de tên pêşkêşkirin û nirxandin.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev xebat bi awayekî xurtir û azadtir hate pêşxistin, Komîna Fîlm ya Rojava bi afirandina berhemên weke Fîlm û Rêzefîlmên Kurdî. Bandora xwe di tevahî Kurdistanê û cîhanê de teyisand. Herî dawî ji aliyê Rêhevalên Çiyayên Azad ve Fîlma bi navê Berfîn hate derxistin û di heyva tebaxê de yekemîn car li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşkêşkirin. Di derbarê girîngiya sînameya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha Fîlma Berfîn de Endamê Komîna Fîlm ya Qamişlo Ciwan Şeref ji rojnameya me re axivî.

`Bi keddayîn û têkoşîneke mezin Sînameya Kurdî gihîşt vê astê`

Ciwan têkildarî girîngî û gavên ku di pêşketina sînameya Kurdî bi şoreşê re hatine avêtin de wiha got: “Sînameya Kurdî xwedî nirxeke pîroze ku welatekî ji aliyê mêtîngeriyê ve hatiye dagirkirin û her tim ji bo tunekirina vî gelî plan û şerên pir dijwar hatine kirin. Bê guman bi keddayîneke bê hempa û bi têloşîneke demdirêj sînameya Kurdî gihîşt vê astê. Çawa ku dijmin li hember gelê Kurd her tim siyaset û şerên dijwar dane pêkanîn, di heman demê de ji bo tunekirina hemû rastiyên gelê Kurd ji çanda wê bigire heyanî laşê mirovekî Kurd bi hemû şerên xwe yên sar û taybet ev gel girtiye hedef. Lê em dikarin bêjin îlhama me ya yekemîn û vejînkirina hestên me di pêşxistina sînameya Kurdî de ew berhema Fîlma (Şehîd Bêrîtran) e. Ev fîlim rûxmî kişandina di wan kêmderfetan û zehmetiyan de, lê di balkişandina rûyê dijmin û xiyanetkaran de roleke pir girîng leyist. Ji ber vê yekê ev Fîlim weke mîrasekê em di pêşxistin û gavavêtinên xwe û ya sînameya Kurdî de dibînin.

Bê guman di şoreşê de avakirin û gihandina sînameya Kurdî heyanî vê astê bi bedel û kedeke giran pêk hat. Di oxira vê yekê de kaseyetên sînamegerên weke Pîro Mansur ku gihîştin asta şehadetê jî çêbûn. Ev hemû ji ber di serdema heyî de divê ku sînameya Kurdî bi pêş bikeve û li ser cîhanê bandor bike. Berhemên ku hatine amedekirin xwedî name bûn û em di pêşxistina vê yekê de hêj jî xebatên girîng û zengîntir amede dikin”.

Fîlma Berfîn

Ciwan di derbarê fîlma Berfîn de wiha axivî: “Fîlma Berfîn di sala 2016 an li Çiyayên Azad hate kişandin. Naveroka Fîlmê di çarçoveya zarokek bi navl Berfîn bavê wê li ser destên leşkerên dagirkeriya Tirkiyê tê kuştin û ji bo tolhilgirtina vê yekê dayîka wê tevlî refên Gerîlayên Azadiyê dibe. Her wiha berfîn jî bi heman helwestê û ji bo dîtina dayîka xwe ew jî tevlî Gerîlayan dibe, lê Berfîn dayîka xwe nabîne heyanî ku dayîka wê digihêje asta şehadetê; wê demê dayîka xwe ya leheng dibîne. Ev film weke care yekemîn îsal hate pêşkêş kirin li tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji laiyê Komîna Fîlm ya Rojava ve hate pêşkêşkirin. Her dawî em derbasî herêma Şehbayê jî bûn û me xwest em vê berhemê bi gelê xwe yê berxwedêr re parve bikin”.

Bi armanca sînameya Kurdî bibe sînameya cîhanî kar dikin

Ciwan diyar kir ku ew hewla xwegihandina astên navnetewî û cîhanê dikin û wiha pê de çû: “Rûxmî hemû pilanên dagirkeriyê yên ku li ser me dide rêzkirin û pêkanîn. Her wiha hedefgirtinên ku rojane di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne. Lê bi hezkirin û hêzeke mezin ev xebat tê domandin. Di hemû berhemên ku hatine amedekirin de tavahî pêkhate û herêm cihê xwe tê de digirtin û em di pêşxistina tavahî Sînameya Kurdî bi hemû rengan de kar dikin, da ku em bikaribin vê yekê bikin malê dîrokê. Ji vê yekê wêdatir em li ser armanca ku berhemên sînameya Kurdî bibin berhemên navnetewî û derbasî sînameya cîhanî bibin kar dikin. weke Fîlma Kobanê dengvedaneke ne normal di tavahî cîhanê de avakir û di navnetewî de tê tameşekirin. Em di vê xetê de bi îsrarin û em bi hêviya ku sînameya Kurdî bibe sînameya cîhanî gavên xwe yên pêşerojê davêjin”.