Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvan Dilovan Tildarî  Rewşenbîrê cengevanê di peyvê û helbestê de.

Wêjeya Kurdî di dema berê de û hîn jî yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya neteweyî ya Kurd e. Ji destpêka wê û heta îro, nivîskar û helbestvanên Kurd derbirîna xwe û civaka xwe kirine û  him derbirîna serpêhatî, xewn, hêvî û êş wan kirine, bi van xebatên xwe yên wêjeyî, hişmendiya neteweyî ya Kurdan hate xurt kirin û têkiliya neteweyî ya gelê kurd hate pêkanîn.

Ji destpêka Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurd, di sedsala borî de, Nivîskar û Helbestvanên Kurd di belavkirina hişmendiya neteweyî û tekez kirina nasnameya kurdî û têkoşîna ji bo pêkanîna mafên gelê Kurd de roleke girîng lehîstine.

Helbestvanên Kurd  hiştin ku gelê Kurd hîs bikin bi girîngiya parastina nasname, ziman, dîrok û çanda xwe û yekîtiya xwe ya neteweyî û statûya xwe neteweyî ya Kurdan xurt bikin. Helbestvan Dilovan Tildarî yek ji dengên helbestvanên Kurd ê diyare ku roleke girîng di parastina ziman û çanda kurdî de lehîstiye di rûyê pirsgirêkên siyasî û civakî de û di zindîkirina ruhê neteweyî yê gelê Kurd û rawestandina li dijî hewldanên pişaftina çand, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî.

Helbestvan Dilovan Tildarî di sala 1955’an de li gundê Tildarê ji dê û bavek Kurd (Mihemed – Henîfa), hatiye dunya yê, ew di malbatek neteweyî ya Kurdî de, ku aşiqê azadiyê mezin bûye. Wî dibistana seretayî li gundê În Dîwer û dibistana amadayî û lîse li bajarê Dêrikê xwendiye û Dûre ji bo xwendina xwe ya bilind biqedîne berê xwe da Zanîngeha Şama paytext, li wir kulîjeya Wêjeyî beşê Felsefeyê xwend, lê ji ber helwestên xwe yên siyasî yên wêrek û neteweyî û nîqaşkirina wî bi bijîşkan re li ser rewşa biyaniyên kurd ku ji hemwelatîbûna Sûrî bêpar mane nekaribû ku xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne û ew jê hate dûrxistin, nemir Mihemed Elî yek ji qurbaniyên  serjimêriya nerewa ku di sala 1962’an li parêzgeha Hesekê pêk hatibû û tê de bi sed hezaran Kurd ji hemwelatiya Sûriya yê bêpar man.

Hunera wî ya helbestî  di temenek piçûk de, hîn şeş saliya temenê wî de derket holê, Şêwaza wî bi hêzbûn û rewanbêjiyê tête diyar kirin, bû sedema ku ew ji bo gelek helbestvanan bibe jêdera îlhamê, zimanê wî zindî bû, di wêneyan de  dewlemend bû; Helbestên wî ne tenê gotinên bedewkirina rastiyê bûn û an jê pesindana xwezayê bûn, lê ew amûrek bû ji bo bihêzkirina berxwedanê û derbirîna êş û azaran di bin zexta dagirkerî û çewisandina çandî de.

Ew diyar bû bi dengê xwe yê afirîner û beşdariyên xwe yên ji bo dewlemendkirina wêjeya kurdî bi riya helbest û stranên xwe karî bû ku nasnameya kurdî û Ruhê Neteweyî  hevberî hev bike. Nebûna wî ne tenê tê wateya tunebûna kesekî, lê tê wateya tunebûna pînûsekî ku derbirîna pirsgirêk û derdên gelê xwe û çanda wê dikir, ku beşdarîya veguhastina wê dikir ji bo nifşên pêşerojê .

Ew zewicî bû û bavê heşt zarokan bû (sê xort û pênc keç)

Helbestên wî gelek babetan tînin ziman, mîna, Heskirin, welat, zordarî, mijarên ku derbirîna nebeza kolana Kurdî îfade dikin û di heman demê de rastiya civakî û siyasî nîşan didin.

Nemir Mihemed Elî helbestvanekî navdar û folklor e ji gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, ew yek ji kesayetiyên bi banor di çand, folklor û stranbêjiya kurdî de tê hesibandin, ji ber ku wî rolek berbiçav lehîstiye di parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî bi riya helbest û stranên xwe,

wî şopên diyar hiştin di dîmena wêjeyî û çandî ya Kurd de, di riya karên xwe yên ku hesta neteweyî, wijdan û ruhê şoreşê  bi hevre  kirin yek ku çanda kurdî dewlemend kirin.

Ji helbestên wî yên herî navdar, ku bandorek kûr li ser dilê xwendevanan hiştin û hîn jî di guhên mirovan de dijenin:

1- Hewar û Gazî

2- Simtekarî

3-Xortên welat

4- Newroz

5-Serhildana 1991

6-Cegerxwîn.

Dilovan Tildarî naskirîbû bi helbestên xwe yên ku ruhê şoreşê diçîne, wî li ser pirsgirêkên rizgariya kurdî û mafên gelê kurd  yê çarenûsî û redkirina zilm û neheqiyê nivîsandine, helbestên wî ji hêla germahî û kelecanê ve dihatin cudakirin.

Helbestên wî ji hêla kûrahî û dewlemendiya ziman ve têne diyar kirin, zimanê wî ji hêlekî ve hêsan e, lê ew gelek wateyan di hundir xwe de digire, hişte ku helbestên wî nêzîkî raya giştî û bijarteyan  bi hevre bibe. Dilovan Tildarî pêguhdana wî ji Folklora Kurdî û strana resen re ji temenek piçûk ve dest pê kiriye, wî berdewam kir di vejandina wê di tevahî jiyana xwe de. wî yekem koma hunerî ya Folklora Kurdî li herêma Dêrikê bi navê “Koma Cûdî” ya Partiya Pêşverû damezrand, wî çavdêriya wê kir ji hêla hunerî û îdarî ve bi pêşkêşkirina stranan, dîlan û şanoyan ve .

Ew hîn ciwaniya xwe de tevlî refê Tevgera Neteweya Kurd bû û di sala 1968’an de  beşdarî nav refên Partiya Pêşverû bû, ew di nav desteyên wê de bilind bû heta bû endamê herêmî yê partiyê li Dêrik û herêmên wê, ew bi rêgezên Demokrasiyê bawer bû û beşdarî vejîn û rêveberiya helkeftên neteweyî yên Kurdî bû, ew pir jêhatî bû ji hêla pêşkêşkirina helbestan û axaftinên xwe ve di cejnên Newrozan.

Helbestên wî ji hêla kûrahiya hestyarî û neteweyî ve cudabûn, piraniya helbestên wî veguhêrîn stranên nemirde, ku ji hêla hunermendên pabendî bi dozê ve hatine strandin û gotinên wî stranên ji bo azadî, rûmet û nasnameyê vedigotin.

Bi çûyina wî re, strana kurdî yek ji çavkaniyên nivîsên xwe yên resen ya tijî sembol û berxwedan winda dike, gelek helbestvan û hunermend bi karên wî, bandor bûn, di nav de birayê wî, yê helbestvan Lorî Tildarî, ku dest bi nivîsandina helbestê kir di sala 1979’an de, di bin bandoriya şêwaz û nivîsên wî de, herwiha gelek hunermendên Kurd jî gotin û awazên wî strandine mîna (Cemal Sadûn – Ronî Cezrawî Jazrawi, Azad feqe û hin hunermendên din ên Kurd) Ji stranên wî yên herî navdar ku ji hêla hunermendê nemir Cemal Sadûn ve hatîn gotin evin:

1-  Wa Emîna Emîna

2- Sekna dilê mine

3-Emin xirtên di dilde mane

4- Çax borîn li me em têde man jar

5- Xwezî li we xortên mîjozan

6-Biyanim biyanim….

Hunermend Ronî Cezrawî jî gelek stranên wî gotine û ya herî navdar eve:

1-Xal xalê te dibînim te nabînim

Herwiha gelek hunermendên din çend stranên wî gotine mîna strana :

1-Rêbera min tuyî partî (partîzan)

2- Strana Şehîd Saîd Alçî

3-Karê me her berxwedane.

4- Ji bo jîna xweş û ciwanî.

Di kêliyekî bi êşek giran, helbestvan Dilovan Tildarî ji ser pişta peyvê hate xwar, ku li pişt xwe nivîsên ji Hesret, Heskirin û Berxwedanê hiştine, ew ne tenê helbestvanek bû li ser kaxezê dinivîsand, lê ew wijdanek bû ku ji birînên gelê xwe dibariya û dengek bû di şevek dirêj de ji bo azadiyê diqêriya, bi çûyîna wî re, çanda Kurdî yek ji zarokên xwe yên herî bi rûmet winda kir, ku ji tevan dilsoztir bû di derbirîna êş û hêviyên wê de . Dilovan ne helbestek derbasbûyî nivîsandiye, lê ew herikiye li her malê û di her helbestê de, gotinên wî mîna simbilên genim yên ku li ser erdeka zuha şînbûne û di dilê her kesê ku ew bihîstin e dimîne, ew ne tenê bes ji bo ziman dijiya, lê belê helbestên wî parêzvanê bîrdanka welatek parçebûyî û winda bû, lê ew hîn jî şer dike ji bo welatek azad.

Helbestên wî veguhêrîn stranên ku tucarî nemirin, ji hêla mezin û piçûkan ve tê vegotin û hunermendan ew stirandin û gotinên wî kirin sîrûdeka gelêrî mîna strana (Rêbera min tuyî partî), peyvên wî ji bo berxwedanê dijeniyan, xemgîniya Kurdan bi awazekî bedew vedûhûne û hêstran vediguhêze hêviyek hêzdar.

Bi çûyîna wî, yek ji çavkaniyên herî girîng ên îlhama ji bo strana Kurdî ya pabend wenda bû. Helbestvan Dilovan Tildarî  ji prensîbên partiya xwe re dilsoz û pabend maye heya ku ew di roja 8’ê Pûşbera 2011’an di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, laşê wî, bi merasîmek bi heybet  ji xelkên herêma Dêrikê ji partiyên kurdan, rewşenbîrên kurd û kesayetiyên civakî sipartin xakê li gundê wî Tildarê .Gelê Dêrikê di gelek çalakî û helkeftinan de bîranîna wî vejandine û bi helwesta xwe tekez dikin cihê wî yê bilind wekî helbestvan û têkoşerekî ji bo doza kurdî .

Piştî mirina wî, ew ji hêla civaka kurd ve hate xelatkirin, gelek qursên perwerdehiyê yên zimanê kurdî bi navê wî hatin navkirin, wek dewra “Dilovan Tildarî ” ku li Dêrikê di sala 2014’an de hate pêkanîn, wek sipasnameyekî ji bo karên wî di parastina ziman û çanda kurdî de. Bi çûyîna wî, welat sembolek mezin di wêje, şehrezayî û helbestê de winda kir. “Helbestvan Dilovan” li pişt xwe xezîneyên wêje û helbestê hiştin,

Ku dê jiyannameya wî vebêjin û bîranîna wî sermedî bihêlin di rûpelên welat de.

Wî li pişt xwe mîrateyek wêjeyî û çandî ya dewlemend hişte, mîrateya wî tenê bi hêjmara dîwanan an jê hêjmara helbestan nayê pîvandin, lê biqasî hebûna wî di bîrdanka çandî de û bandora wî di wijdana giştî de tê hesibandin, nebûna wî valahiyek hişt, lê wî pirin ber bi pêşerojê ve hiştin, ku nifşên pêşerojê dikarin sere derbas bibin ku peyv û xewnên wî hilgirin. Bi çûyîna Dilovan re, gelê Kurd ji helbestvanek zêdetir, winda kir, wî bîrdank wendakirin, wî neynika xwe ya dema berzebûn de winda kir, wî pira duh ya wêranker ku bi sibeha avaker ve girêdide winda kir, Lê mîrasa wî dimîne, helbestên wî dê berdewam bikin ku nifşên pêşerojê jê fêr bibin ku peyva azad nayê mirandin û ew helbest dikare bibe welatek ji bo kesên ku bê welat bin.

Divê çûyîna wî ne dawî be, lê divê bibe destpêkirina tevgera hişmendiyek nû ji bo  belgekirina xebat û karên wî, û berhevkirina helbestên wî, da ku wan li dibistanan bidin xwendin û stranên wî di hemû çalakiyên wêjeyî de werin gotin, ji ber ku Dilovan ne ji bo xwe di nivîsand, lê wî ji bo me hemûyan dinivîsandin. Rihet çavên xwe deyne ser hev, çûyîna te nebûna laşe û mayendeya helbestê ye, tu azad bû û bi diwêta nebezê dinivîsî, û nifşên pêşerojê wê rêça ku te bi peyvan xemilandibû bibin serî, ew ê li her deverê helbestê bikine çek û hilgirin mîna ku te hilgirtî, ew  ê navê te bibêjin li her dera ku ji bo welat bistirînin . Ji bo rewanê te yê pak rûmet û mandarî Ji bo mîrateya te ya têkoşînî, wêjeyî û çandî mayende û domdarî.

Post Views: 19
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.