Ayşa Silêman/ Qamişlo
Xwediyê otêla Nûr Fewaz Silêman diyar kir ku Otêla Nûr yek ji kevintirîn otêlên bajarê Qamişlo ye ku ji sala 2005’an ve hatiye avakirin. Nêzî 17 otêlî di bajarê Qamişlo de heye, lê ji ber astengî û rewşên zehmet gelek otêl hatin girtin û tenê nêzî 7 otêlî karîn heya roja îro karên xwe berdewam bikin.
Otêla Nûr ji 4 qatan pêk tê di otêlê de 28 ode hene, 2 cenah siwît ji wan re tê gotin, wek din odeyên du text hene û yên sê text jî hene. Odeyên du text şeva wan bi 15 dolarî ye û ya sê text jî bi 20 dolarî ye. Nêzî 13 kesî di vê otêlê de kar dike, her yek ji wan di mehê de nêzî 100 dolarî distîne.
Di derbarê dîrok, kar û xebatên otêlê de xwediyê otêla Nûr Fewaz Silêman ji rojnameya me re axivî.
Fewaz Silêman diyar kir ku dema ku ev otêl hat avakirin gelek çûn û hatin hebû, bazirgan ji Şam, Heleb, Tirkiyê û Iraqê dihatin otêlê û wiha domand: “Lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê em rastî alûziyê hatin ji ber ku rê hatin girtin, ew çûn û hatina bazirganan nema çêbû. Tenê kesên ku dihatin di otêlê de penaber bûn, ji ber ku li cihên wan şer bû neçar man ku salekî têde bimînin. Di heman demê de encama şer gel ji Reqa, Kobanê, Hesekê û Helebê jî hatin. Piştî vê yekê penaber vegeriyan cihê xwe, êdî rêxistinên mirovan û rojnameger hatin cihê xwe di otêlê de girtin. Lê di dema niha de tenê xelkê herêmê tên û kesên ji bo bijîşik yan jî karekê wan yê taybet têde çend rojan dimîn in.”
Astengiyên ku otêl têre derbas dibe
Xwediyê otêla Nûr Fewaz Silêman axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Ji roja avabûna me ve em rastî tu astengiyan nedihatin ji ber ku di wê demê de hemû xizmetkuzarî hebû û tu astengî dernediketin. Lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê em rastî qutbûna elektirîk û avê hatin. Di dema niha de jî em rastî pisgirêkan tên wek; pirsgirêka qutbûna mazot, av, û elektirîkê, tevî ku em hemû baceyên ku tên ser milê me didin jî, lê hîn ev pisgirêk berdewam dibin. Her wiha ji ber sedema şer û ne ewlehiyê kesên xerîb jî nema dikarin werin, ji ber ku her yek ji riya dûr dema tê pêwîste desteberek hebe heya ku ew derbasî herêmê bibe. Ji ber vê yekê kar gelek kêm bûye em hemû hewildanên xwe dikin da ku otêla me newe girtin. Di heman demê de em gelek karan bi destê xwe didin meşandin da ku em parastina navê otêlê û paqijiya wê bikin. Her wiha gava amûrek çaksazkirin jê re pêwîst be, em zehmetiyan dibînin heya ku çaksaz dibe. Ji ber ku her tişt bihayê wê hatiye guhertin û peydakirina van amûran jî dibe zehmetiyek pêşiya me. Hêviya me ew e ku ewlehî çêbibe û rê vebin da ku kesên ji derveyî bajar jî werin.”