Hemze Sêvo/ Qamişlo
Mehmûd Bekir muzêkjenekî kurd e ku di sala 1976’an de li Qamişlo ji dayik bûye. Ew amûrjenê dirbekê ye, tevî astengdariya di destên wî de lê hezkirin û vîna wî ji fêrbûna dirbekê re ti astengî nas nekirin. Herwiha ji sala 1985’an heya roja îro xebata muzîkjeniyê didomîne.
Qada hunera muzîkjeniyê, mîna qadên din yên hunerî xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Warekî girêdayî hest, afrîneriya kesayet û vîna mirov e, da ku mirovek bibe muzîkjenek û xwe fêrî jenandina amûrên muzîkê bike, pêwîste rahênana muzîkjeniyê bike. Muzîkjenê kurd yê ku ti astengî nas nekir û bû muzîkjenekî navdar li Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Bekir e.
Xwendin û qonaxa zaroktiya Mehmûd Bekir
Mehmûd Ismayîl Bekir di sala 1976’an de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Di malbata xwe de yê herî biçûk e. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana Hatim Eltayî qedandiye û li dibistana Hetîn xwendina navîn jî domandiye. Piştre xwendina çandiniyê heya refa 11’an xwendiye û wê demê wî di qonaxa amadehî de xwendina xwe rawestandiye. Sedem ew bû ku wî karê hunerî dikir, derdiket zemawend û şahiyan, di heman demê de xwendin bi wî ne hêsan bû. Herwiha karekî cuda jî di ber karê hunerî re dikir. Di sala 1983’an de ew û dê û bavê xwe bi hev re diçin bajarê Helebê, di wê demê de ew gelekî biçûk bû. Dema ku ew û malbatê bi hev re li Helebê digeriyan amûra dirbekê hizir û bala muzîkjen Mehmûd Bekir ber bi aliyê xwe ve dikşîne. Hezkirineke mezin ji wê dirbeka biçûk re li cem wî dest pê dike. Lewma daxwaza kirîna wê ji bavê xwe dike û bavê wî jî daxwaza dilê Mehmûd pêk tîne. Mehmûd Bekir mirovekî ji destê xwe ve astengdar e, destê wî ne saxlem in û ev yek ji zikmakî ve ye, lê hezkirina wî ji vê amûrê re nebû asteng ku xwe fêrî dirbekê bike. Dema ku ew û malbata xwe vegeriyan Qamişlo, êdî li malê dest bi lêdana li ser dirbeka xwe ya biçûk dike.
Astengdariya laşê wî nebû kelem li pêşiya riya hunerî
Dema ku muzîkjen Mehmûd Bekir biçûk bû û diçû dibistanê, dema ku zarokan ew didîtin, ji ber astengiya destê wî ditirsiyan. Ev yek jî tiştekî normal e, ango dema zarok tiştekî wisa xerîb bibîne, wê matmayî bimîne û tirs li cem çêbibe. Zarok li dibistanê û di nav civakê de xwe ji Mehmûd Bekir dûr dixistin. Lewma carekê diçe cem bavê xwe, êdî gilî û gazinên xwe ji bo vî tiştî jê re dibêje. Lê carekê weke ramanekê dikeve bala wî ku rojekê rahêje dirbeka xwe ya biçûk û here dibistanê, li pêşiya şagirt û mamosteyan li dirbekê bixe. Wî wisa kir jî. Rojekê Bekir rahişt dirbeka xwe û çû dibistanê, wî li qada dibistana Hatim Eltayî li dirbeka xwe xist. Dema ku muzîkjen Bekir dest bi lêdana dirbekê kir, mamoste û şagirtan tevan li dora wî kom bûn û kêf xweş bûn. Wan dît ku çawa bi vê rewşê bi hostayî li dirbekê dixe. Êdî bi şûn de gelek hevalên wî çêbûn û ew tirsa di dilê wan de bi dawî bû û zarok tev nêzî wî bûn, herwiha heya niha jî gelek ji wan zarokan hevalên Bekir in. Ev jî bi saya derbekê û hunera wî bû, ji ber vê yekê jî derbeka muzîkjen Mehmûd Bekir li cemê gelekî pîroz û bi nirx e. Derbek bû sedema ku ew astengiya xwe ji bîr bike û ew ji dilê civakê nêz kir. Astengdariya di bedena wî de, ji bo wî êdî bi saya derbekê nema ji wî re bû astengî. Lê belê Mehmûd Bekir xwe perwerde kir, bi vîna xwe ev huner li pêş xist, di nav re jî zewicî û hîn jî hunera xwe didomîne. Niha jî ew di şaredariya bajarê Qamişlo de jî weke endamê Nivîsgeha Jenetoran kar dike û pê re jî endamê koma Botan e.
Qonaxa destpêkirina hunera lêdana dirbekê
Piştî sala ku Mehmûd ji Helebê vegeriya mal û bi riya perwerdeyê muzîkjen Bekir xwe di warê jenandina dirbekê de li pêş xist, di temenekî biçûk de derket şahiyan. Ev yek jî bi saya hunermend Kamîranê Hesarî bû, Mehmûd Bekir, Kamîranê Hesarî weke mamosteyekî ji xwe re dihesbîne. Hunermend Kamîranê Hesarî derdiket zemawendan û hertim jî dihat mala Mehmûd Bekir. Dema ku wî muzîkjen Mehmûd didît ku wisa bi behreyeke mezin li derbekê dixe û asta wî ya bilind dibîne, dibêje Bekir: “Divê tu bi bi min re derkevî dawet û zemawendan.” Lewma cara yekê di sala 1985’an de ew pê re derket zemawendekê. Kamîranê Hesarî di wê demê de wî bi xwe re bir bajarê Hesekê. Di wê zemawendê de derbeka ku Kamîranê Hesarî dabû wî, kete erdê û şikest. Ji ber ku ew ketibû kelecaniyeke mezin û di heman demê de jî ew derbek ji ya wî bi 3 caran mezintir bû. Wê demê hunermend Kamîran derbekeke din da wî û moral da muzîkjen Mehmûd Bekir ku wê zemanwendê berdewam bike. Lê piştre bi domana demê re ew baş fêr bû, bi gelek hunermendên navdar derket dawet û zemawendan. Ji wan hunermendan jî Se`îd Yûsiv, Aram Dîkran, Şefîq Bavê Re`ed, Xêro Ebas, Faris Bavê Fîras, Azad Feqe, Nîhad Yûsiv, û gelek hunermendên din… Herwiha ji sala 1993’an ve heta roja îro ew di nav koma Botan ya hunerî de ye. Di heman demê de li Beyrûtê di navbera sala 1996’an heya 1997’an de ew bi Rêber Wehîd re şahî li dar xistine. Herwiha bi hunermend Şeyda, Sefqan Orkêş û Ronî Cezrawî re ji sala 2005’an heya 2007’an ve li Şamê, Tertûs, Hema û Helebê jî şahî li darxistine. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re wî dest ji lêdana derbekê berda û nema diçe zemawendan, lê dîse ew bi koma Botan re bû. Lê di sala 2017’an de dîsa bi riya hunermend Faris Bavê Fîras re vedigere lidarxistina zemawendan, Faris wê demê hat Rojava û bi wî û Osman Faris re şahiyek li dar xist. Wê rojê ew û Osman Faris hev nas dikin û jê re dibêje: “Ez dixwazim tu bi min re derkeve zemawendan. ” Lewma ew jî qebûl dike û ji wê demê de ew, Osman Faris û Hisên Derwîş bi hev re derdikevin zemawend, bername û hemû şahiyên hunerî li dar dixin. Heya niha wî 4 awaz û rîtim saz kirine û ew rîtim jî weke berhemên Mehmûd Bekir tên hesibandin