Mistefa Rêzan
Şaristaniyên li her du parzemînên Amerîkayê yên kevin pir cih dane baweriya bi hêza rojê û rastiyê wê. Dema mirov li hin wan şûnewarên kevin binêre, neqş û resmên li ser keviran hema bêje li gelek deveran ev sembol hatiye dîtine. An sembolê çav û agir ku nûnertiya rojê dikin tên dîtin. Balkêşa ku mirov bibîne ku li çar aliyên cîhanê di dîroka kevin de, bibîne ku ewqasî roj hatiye pîrozkirin. Daneyên li ber destê dîroknas û arkeologan têrê nake ku mirov vê rastiyê baş analîz bike û pênase bike. Li vir mirov hemû şaristaniya nikare bîne ziman. Lê belê em ji çendek ji despêbikim.
1-Pîroziya rojê li ba Înkayê:
Împeratorya Înka ya kevin, ji aliyê Indiyên Sorpost li parzemîna Amerîka Başûr hate avakirin. Ev şaristanî li Bolîfiya, Pîro, Ekuador, Çîlî û Arjentîn ve hatiye avakirin. Eger mirov li wateya gotina Înka lêkolîn bike, tê wateya Yekana kurê Rojê. Li gorî dîroka Înkayê, şahbanoya Înka Koya, xwe ji neslê xwedayê rojê dîbne. Civaka Înkayê, di çandiniyê de pir jêhatîbûn. Ji ber ku tevgera sale, her çar werzên salê, derketina û çûyina rojê, stêr û ezmanan dişopandin. Ji lewra ji bo çandiniyê werzên guncaw ji bo çandiniyê hildibijartine, pargaleka avdan ji xwe re sakirin û kenalên avê bi awayekî pir bi hostetî kolan. Avê ji çiyayên bilind bi cihukên dirêj tanîn geliyan.
Îcar şaristaniyên Înka yên kevin di endaziyarî û zanistên din de pir bi pêşve çûbûn. Neqşên li ser dîwarên qesr û perestgehan bi sembolên roj û xwedayên rojê mirovan matmayî dike. Bi taybetî li ev hostayî li peresgehên rojê yên bi nave Alowakas tê naskirin diyar dibe. Pir avakirin, rêvekirin û pergala poste jî çêbkiribûn. Hata hatiye dîtin ku li berwerên çiyayan riyên pir asê di zinar û tehtan de vekirine. Eger ev nişnaeya tiştekî be, ew jî nîşaneya gelê Înkayê gelek siren gerdûn, xweza û jîngehê naskirine. Ji lewra çavdêriya li ser astronomî û rojê, dihêle bêtir karibin tevgera wê fêm bikin û li gorî wê jiyana xwe bi rêxistin bikin. Baweriya Înkayiyan bi jiyana cîhana din heye. Ji lewra miriyên xwe bi cawan wekî mûmyayên Misrê dipêçand û veşartin. Ya din jî Înkayiyan, yek ji mîneralên bi nave Orîkalkom ku bi rengê zer bi sor ve ye qesr û perestgehên xwe boyax kirin. Her weha ji vê madenê gelek kel û pel çêkirin. Gelek mîkanîkên pêwîst ji bo çandinî û deriyên kilîtkirî ji Orîkalkom dane çêkirin. Ev mineral gelek bi qîmet û di xwezayê kême: Rengê wê nêzîkî rengê zêr lê belê ji zêr hişktir û biqiwetir e. Di destanên kevin yên Înka û Aztîkan de hatiye gotin ku ev maden ji rojê hatiye çêkirin.
2-Pîroziya Rojê li şaristaniya Maya:
Şaristaniya Maya li herêma navîn a Parzemîna Amerîka ya niha bi Guatîmala, Hindoras û Silvador û herêmên başûrê Meksîkayê dike. Şaristaniya Maya ji sala 2000 Bz hata sala 250 Zayinê dewam kir. Dîroknasan dibêjin, mîraseke dewlmend a vê şaristanyê ku hata 3000 sal dewamkir. Ev şaristanî bi dagirkeriya Îspanyayê dewamkir. Ji hêla endaziyarî, stêrnasî û avahîsazî pir pêşketîbû. Arkeologanji eserên ku keşfkirin dibêjin, civaka Maya dikaribû xwe li gor şert û mercên xwezayê jiyana xwe birêxitin bike, teqwîma jiyana xwe li pergala rojê danîbûn. Di vê şaristaniyê de çandinî, çêkirina cirik, neqşên li ser kevir, honandin û bazirganî hatin bi rêxistinkirin. Maya ji aliyê raman û hunerê ve pir pêşket. Li ser pîramîdên ku Maya li Meksîka avakirin, sembolên roj û baweriya bi roj, hata teqwemên sale hatine dîtine. Di şaristaniya Maya de, gelek pîramîd mîna pîramîdên Misrê hatin avakirin. Bi armanca şopandina ezmanan û xwe gihandina pîroziya rojê. Ev pîramîd bi pîvanên pir hoşmend û endeziyariya bi ziravî hatine avakirin. Jiyan li ser zemîn û dinyaya din gelek bala mirovên Mayayê kişandiye. Jiyan û Mirinê di her derketina rojê û çûyina wê pir pîroz in. Ji ber vê ewqas endaziyarî, çandinî, avahi sazî û stêrnasî hatiya pêşxistin
3- Pîroziya Rojê di şaristaniya Aztîkê de:
Navenda ku şaristaniya Aztîkan lê destpêkir, li Meksîka bû. Paşê li her du parzemînên Amerîkayê bandora wê fereh bû. Baweriya Aztîkan bi gelek xwedayan tê. Mîna şaristaniyên din li Bakûr û başûrê Amerîkayê roj pîroz dibînin. Qewmê Aztîk dema roj ber bi rojava diçe, qûrbanên xwe ji bo xwedayan pêş dikin. Ew bawer dikin ku xwedayên wan ber bi êvarî dimirin û bi bi derketina rojê ve zindî dibin. Hata ji ber vê sedemê ew bi şev nakevin rê, ji ber ku ew bawer dikin ku xwedayê rojê yê wan diparêze tuneye, ji lewra nakevin rê. Wek bi qasî xwedayê roj, xwedayê agir jî pîroz e. Sedema vê ji ber agir germahî dide, tariyê radike û jiyana wan bi ewle dike. Navê xwedayê wan Wîtzîlopeteşlî ye. Di gelek perestehên wan sembolên xwedayên roj û agir bi hev re hatine bicihkirin. Hata peykerên şêr û xeleka serî wî wek rojê ye li pêşiya avahiyên xwe yên pîroz bicih dikin. Di destanan de li ser dîwarên perestgehan hatiya nivîsandin bê çawa xwe digihînin xwedayê roj û qûrbaniyan ji bo dîdin. Hin arkeologan dibêjin, pîramîdên şaristiya Aztîk bi armanca ku mirov xwe bigihînin pîrozî û hêza xwedayê roj hatine avakirin. Xaleke din a girîng ew e ku Aztîkiyan salnameya ku li ser tevgera rojê dimeşe ji xwe kirine esas. Yanî din zaniyaran piştrast dikin ku zaniyariyên şaristiyan Aztîk bi Stêrnasî ango Astronomiyayê hebû. Di bermayên şaristaniya Aztîkan de kevirek ku li ser wê neqşê rojê û teqwîmê hatine çêkirin, hate dîtin. firehiya wê 3,6 m û qalindbûna 1,22 me. Her weha giranidya vî kevirî 24 ton e.
4-Pîroziya Rojê di şaristaniya Olmêk de:
Şaristiyan Olmek di navbera salên 1500-400 BZ fereh buye. Gotina Omek tê waytea gelê Lastîk. Ji ber ku lastîk beşek ji werzişa Olalamalîztlî ye. Ji ber vê navê Olmêk li wan hatiye kirin. Di peyker çêkirinê de, gelê Olmêk bi çêkirina seriyên pir mezin ji keviran hatine naskirin. Tişta balkêş jî, hin peykerên mezin li deverên ku lê ti kevir lê tuneya hatine çêkirin. Arkeolog û zaniyarên erdnîgariyê dibêjin dera herî nêzîk a kevir û zinaran lê peyda dibin 100 km dûrî herêmê ye. Îcar di navberê de çem û daristanên pir asê, golên xeter û golên bataxê hene. Ev rastî dihêle Arkeolocîst acêbmayî bimînin. Li gor zaniyariyan giraniya hin ji van peykeran di navbera 6 hata 40 tonî û bi bilindbûna 3 metreyan de hatine çêkirin. Ev jî asteke bilind bîrewerî, zanebûn û pêşketina teknîka li ba Olmêk diyar dike. Lê belê ev bi çi teknîk hatine çêkirina hata roja me ya îro nehatiye zelalkirin. Olmêk wek şaristanî di ware naskirina xweza û gerdûnê, stêrnasî û rojê xwedî zaniyariyên pir pêşketî ku hata roja me ya îro bi têrkerî nehatiye pênasekirin.
Di nava Meksîkayê de Pîramîdeke bi nave Tiyotîhoakan ango bi pîramîdê rojê hatiye naskirin. Ev pîramîd li ser şekefteke pîroz hatiye avakiirn. Di wêneyên li vê herêmê hatine keşifkirin, li dora pîramîd çem hheye, ku nişaneya zindîbûn, berhemdarî û jiyanê ye. Serê pîramîd ber bi gerdûna berfireh û ezmanan diçe. Lê aliyê jêr pîramîd ango şikefta pîroz, Olmêkî wek cihê jiyana li cîhana binî ango cîhana din dibînin. Roj li ser pîramîdê semola jiyanê ye û tartiya şekeftê sembola mirin jiyana axiretê ye. Îcar çiqas jiyana bi pîroziya rojê û heqîqeta gerdûn li ba Olmêkiyan pîroz ji van şûnewaran diyar dibe. Li ser gerdûn û jiyana li ser erdê û axiretê pir ponijîne. Tirsa ji mirina û tartiyê bi rengê axretê îfade dikin û roj jî wekî sembola jiyan, berhemdarî û jiyanê pênase dikin.
Di dawiyê de mirov li ser heqîqeta hebûn, di ronahiya bîrewerî û aqil de diponije. Roj tartiyê radike. Watedayina ronahiyê di ramanê de, ji wateya fîzîkî wêdetir wateya gihiştina heqîqeta hebûn û afirîneriya jiyanê ye.
Not: Beşa dawî ya nivîsê