Volqan Elî
Li Tirkiye saziyeke kerabeyê heye; Tirk jê re dibêjin TEK (saziya kerabeyê ya Tirkiye). Çawa ku erda Kurdan di binê potînên leşkerên Tirk de her kêlî tê qirêjkirin, niha jî erdên bi xêr û bereket ên Kurdan bi têl û sîmên vê saziyê li xwediyên xwe dibin ciheneme. Dewleta dagirker ê Tirk, ji beriya dehan sal piraniya saziyên wekî TEK’ê firotin kes û şirîketên taybet.
Vaye yek ji van jî DEDAŞ e. Beşeke mezin a kar û barên (!) eleqadar bi kerabeyê, li Bakurê Kurdistê û li Tirkiyeyê ev xwînmêj dikin. Her çendî me bi nivîsandinê jê re got ‘kar’ lê di rastiya xwe de ne ti kar e. Çima? Ji ber ku xema wan ne ew e ku hema kerabeyê gel çêbikin û sererst bikin. Temam, sîmên kerabeyê kişandine, jêresaziyê wê danîne lê ne ji xêra bavê xwe re. Di encamê de têra xwe pere kom dikin û her malbat, bi şiklekî bi pergal yan mehane yan jî demeke diyar kirî pere didin wan. Ev jî ne pereyekî kêm e, milet mûçeya xwe ji nîvî zêdetir dide wan.
Ya din jî kerabe dema diçe mala Kurdan, dibe ku gelek xêra wê hebe (tên zanîn). Xema wan ne ew e ku Kurd di kela germa havînê de xwe li ber mukeyfan hênik bikin. Beredeyên xwe bi kar bînin da ku xwarin û vexwarina wan xira nebe. Tv û înternet… tiştekî ji rêzê ye ku kerabe hebe û mirov televziyon û înternetê bi kar bîne. Lê li Bakur û Tirkiyê, bi taybetî jî li malên Kurdan, hebûna van amûran rasterast asîmîlasyon e, ji bîrkirina ziman û çanda Kurdî ye; dewleta dagirker a Tirk bi xwe ye. Ne hewce ye ku her malê mamosta û leşkerekî bişînê. Vaye yek ji karên ne xêrê yên DEDAŞ’ê jî ( navê wê çiqa jî dişibe DAIŞ’ê)
Em nabêjin kerabe, tiştekî xerab e. Na! Berewajî, niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber bêkerabe bûnê bêzar bûne! Wekî tê zanîn kerabe bi quweta ava çeman çêdibe. Erdoxan û Bahçelî jî wekî hirçek (em lêborîna xwe ji hirçê dixwazin) xwe bide ber dara hirmiyê ku nehêle ti kes ji fêkiyên wê bixwe, li aliyê Bakur li ber ava Feratê bi dehan bendav çêkirine û ava Xwedê wekî çek bi kar tîne; ne berdide li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, ne berdide li ser Îraqê.
Lê li bendava Ataturk, Keban, Kartalkaya û bi dehan bendavên (hemû li Kurdistanê ne) din kerabe çêdike; dide bi destê DEDAŞ’ê. DEDAŞ çi dike? Me hewl da bi çend mînakan li jorê bînin ziman. Li gorî hişmendî û zêhniyeta kapîtalîzmê, ev hemû tiştên ji rêzê ne. Bi rastî jî li gorî fitrat û xuluqandina kedxwarî û dagirkeriyê, ev emel û karên asayî ne. Karebeyê çêdike, difiroşe gel ku jê feyde bike; ne ku milet pê mala xwe ronî bike, pê karê xwe biqedîne. û hwd.
Me li jor di nava kevanê de gotibû navê wê dişibe DAIŞ’ê lê diyar e ne bes ev bûye. Pratîka wê jî… DAIŞ’ê wekî rêbaz mirov dişewitandin û wisa dikuştin. Ev, rêbaza dêrên serdema navîn e û ev rêxistina post-faşîst ku ji xwe re dibeje ‘Misilman’, dabû li ser rêya dêra Xiristiyanan. Niha jî wêraseta xwe daye DEDAŞ.
Par li gundên Çinara girêdayî Amadê şewat derket(2023). Gundiyan ziyaneke mezin dîtin. Sedem ev pergala kerabeyê ya DEDAŞ’ê bû. Werin wê ecêbê ku dozger û mehkemeyên dagirkeriyê jî, dest nîşanî kêmasiyên wê kirin. Îsal (20’ê Hezîranê) li heman herêmê û li hin gundên Şemrexa ser bi Mêrdînê ve ji ber hişmendî û karê ne xêrê yê DEDAŞ şewat derket; dagirkeriyê Tirk çawa ku lê temaşe kir her wisa jî pêşî li gundiyan girt da ku agir venemirînin. Dîsa jî hin gundiyan ya ji destên wan dihat kirin. Di encamê de 15 mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birindar bû. Xwezaya Kurdistanê wêran bû. Walî û karmendên dagirkeriyê xwe li yek dan qaşo çûn taziyeya mirovên bibûn sedema jiyana wan. Lê gundiyên xwedan namûs, ew ji gundên xwe qewitandin û ruhê miriyên xwe şad kirin.
Pirsgirêka esas ne DEDAŞ û DAIŞ ’ê: Hişmendiya dagirkeriyê Tirk e. Ew tenê amûrên qirêj ên destê dagirkeriyê ne. Sed sal beriya vê Ermen bi destê Alayên Hamidiye li Anatolya û Kurdistanê qir kirin, nehiştin. Niha jî dixwazin bi ‘tekbîrên’ DAIŞ’ê, bi kerebeya TEDAŞ’ê Kurdistanê bişewitînin, Kurdan nehêlin. Da ku Kurdistan ji wan re bimîne.
Dewleta dagirker a Tirk wekî bêje “we DAIŞ’a min teşhîr kir lê niha jî ez ê Kurdan di agirê DEDAŞ’ê bişewitînim.”