Rojnameya Ronahî

Seydayê Keleş; Bi helbestên xwe rewşa gelê xwe hunandiye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Seydayê Keleş yek ji girîngtirîn helbestvanên Rojavayê Kurdistanê ye ku bi helbestên xwe bi awayekî dijwar êrişî zordestî û sitemkeriyê kiriye, tevî zor û zehmetiyên jiyanê jî, wî genceniya helbesta kurdî bi helbestên xwe zengîn kiriye.

Kurdên ku bi pênûsa xwe muhra xwe li dîroka gelê xwe xistine û bi riya helbestên xwe yên bi êş, azar, kêfxweşî, afsanewî, evînî û welatparêzî ragihandin, lewra zîndîbûna wan di roja me ya îro de mayendî ma û bûne mala zanîn û dîrok ê. Her wiha yek giranbûhayên helbestê Seydayê Keleş e.

Kurtejiyana Helbestvan Seydayê Keleş

Helbestvan Seydayê Keleş bi navê xwe yê din Hisên Mihemed an Mele Hisênê Bizgûrî, yan jî Keleşê Bextreş, di sala 1930`î de li gundê Bizgûra Mêrdînê ji dayik bûye. Dema ku temenê Keleş bû 6 sala bav û diya wî çûn ser dilovaniya xwe, lewra ew ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, weke her helbesvanekî kurd destpêka xwendina li mizgeftan dest bi xwendina dînî kiriye; ew berê xwe dide gundên Binxetê û li cem seydayê Mele Ebdulrezaq dimîne.

Bi helbestên xwe rewşa gelê xwe hunandiye

Seydayê Keleş di sala 1945`an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina Kurdî kiriye, û danûstandinên wî bi rewşenbîrên wê demê re mîna Cegerxwîn, Qedrî Can, Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj, çêdibin û bi wan re dest bi hûnandina helbestê dike. Ji ber ku wî, ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû, û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn, ji cotkariyê, şivantiyê, palahiyê û avakirina xaniyan, ji ber vê yekê, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye. Wî ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re jî hawar kiriye.

Keleş di nav siyaseta Kurdî de jî çalak bû

Keleş, di nav helbestvanên Rojavayê Kurdistana de, yek ji helbestvanên naskirî bû. Di 19`ê Kanûna pêşî ya sala 2002`an de, wî yekemîn Xelata Seydayê Cegerxwîn wergirt. Di sala 2001`ê de, wî xelata Mihrecana nehemîn ya helbesta Kurdî li Sûriyê, stand. Herweha, Seydayê Keleş di nav siyaseta Kurdî de jî çalak bû. di dawiyê ew bûbû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê. Sala 1945`ê bi xebata kurdperweriyê rabûye. Di gel mamoste Cegerxwînî pêwendiî hebûye. Ji hingê ve dest bi ristina helbestan kiriye.

Seydayê Keleş piştî nexweşiyeke dirêj di 18`ê Hizêranê û 77 saliya xwe de, li mala xwe ya li Qamişloyê çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Qidûr Beg, hatiye veşartin.

Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbestan e. Wî, herweha di çapemeniya Kurdî de, komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.

Berhemên wî ev in:

-Em û dijmin, Dîwana 1ê, li welatê Swêdê hatiye çapkirin.

-Rêka gel, Dîwana 2an, 1981.

-Derdê millet, Dîwana 3an, 1993.

-Ronahî, Dîwana 4an.

-Xebat

-Gotinên pêşiyan

-Helebçe (Dîwan)

-Berbang (Dîwan)

-Baxistan (Dîwan)

-Bîranînên min (Bîranîn)