Rojnameya Ronahî

Roja cîhanî ya li dijî çolbûn û ziwabûnê

Deriya Çiya/ Qamişlo

Roja cîhanî ya têkoşîna li dijî çolbûn û ziwabûnê di 17’ê Pûşbira 1994’an de, di rûniştina giştî ya 92yemîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wek Roja Têkoşîna li dijî Çolbûn û hişkesalî ya Navneteweyî hat destnîşankirin.

Cîhan ji hêla xeteriyên xwezayî yên lezgîn ên dibe ku di dîrokê de xaçerêyekê çêbikin, di xeteriyê de ye. Çolbûn yek ji wan kêşeyan e ku rûbirûyê hemû cîhanê ye, lê bi taybetî li herêmên welatê Ereban ev yek zêdetire, pêwîstî bi tevgereke hevbeş û bi lez heye da ku bandorên wê kêm bikin yan jî bi dawî bikin.

Di sala 1994’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, her sal 17’ê Hezîranê wek “Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Çolbûn û Zuhabûnê” ragihand, ji bo ku hişyariyê bilind bikin û pêwîstiya cî bi cîkirina Peymana Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Têkoşîna Çolbûnê li welatên ku dijwariya ziwabûnê dikişînin. Angu çolbûn îro roj hişyariyek e li ser metirsiyên ku hene û bîranîna xebata ku ji bo şerkirina wê tê xwestin.

Ziwabûn û bandora wê:

Ziwabûn di çerxa avhewaya xwezayî de serdemek ziwa ya dirêjkirî ye ku dikare li her deverê cîhanê çêbibe. Ew karesatek hêdî-hêdî destpêdike ku bi kêmbûna baranê ve tê diyar kirin, ku dibe sedema kêmbûna avê. Ziwabûn dikare bandorek cidî li tenduristî, çandinî, aborî, enerjî û jîngehê bike.

Ziwabûn her sal bandorê li nêzîkî 55 mîlyon mirovî li çaraliyê cîhanê dike, hema hema li her deverên cîhanê ji bo sewal û çandiniyê xeteriyeke mezine. Ziwabûn debara jiyana mirovan tehdîd dike, metirsiya nexweşî û mirinê zêde dike û koçberiya girseyî dike. Kêmbûna avê bandorê li 40% ji nifûsa cîhanê dike, û 700 mîlyon mirov ji ber ziwabûnê di sala 2030’an de di bin metirsiya koçkirinê de ne.

Zêdebûna germahiya ku ji ber guheztina avhewayê pêk tê, deverên jixwe ziwa hişktir û şiltir dike. Li herêmên ziwa, ev tê wê wateyê dema ku germahî zêde dibe, av zûtir diherike, bi vî rengî metirsiya ziwabûnê zêde dike an jî demên ziwabûnê dirêj dike. Di navbera 80 û 90 ji sedî ji hemî karesatên belgekirî yên ku ji ber xeteriyên xwezayî di van 10 salên borî de bûne sedema lehî, ziwahî, bagerên tropîkal, pêlên germê û bahozên dijwar.

Armancên roja Ziwabûna cîhanî

Rakirina hişyariya gel di derbarê pirsgirêkên çolbûn û ziwabûnê de.

Agahdarkirina civakê ku li dijî çolbûn û ziwabûnê bi awayekî bi bandor têdikoşe, ku çareserî mimkunin, ku amûrên sereke ji bo bidestxistina vê armancê di zêdekirina beşdarbûn û hevkariya civakê de di hemû astan de ne.

Xurtkirina cî bi cîkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Têkoşîna Çolbûnê li welatên ku hişkesalî û çolbûnek dijwar dijîn.

Çolên navdar ên cîhanê:

Çola Sahara li Afrîkayê

Çola Ereban li Rojhilata Navîn

Çola Gobi li Asyayê

Çola Patagonian li Amerîkaya Başûr

Çola Victoria ya Mezin li Avusturalya

Çola Basinê ya Mezin li Amerîkaya Bakur

Lê belê, ev ne çolên herî mezin ên li ser rûyê erdê ne.

Ji ber ku çol wekî herêmek tê pênase kirin ku barîna salane ji 250 mm kêmtir e, ew bi rastî Çolên Polar, Çola Antarktîk û Çola Arktîkê, çolên herî mezin ên li ser rûyê erdê, pêk tîne, her çend ev dever bi qeşa û berfê hatine nixumandin.

Ziwabûn li Rojava

Felaket û krîzeke mirovî ya ku bi milyonan Sûriyeyî dijîn. Zêdetirî 3 sal in ku dewleta Tirk a dagirker diziya para xwe ji ava çemê Firatê didomîne, di nava bêdengiya navneteweyî ya şermezarkirina êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk de.

Ji destpêka Sibata 2021’an ve dewleta Tirk a dagirker dizîna para Sûriyê ji ava çemê Firatê didomîne, ku bûye sedema çêbûna qeyraneke mirovî li herêmê, di encama kêmbûna rezervên golê di bendavan de û zehmetiya dabînkirina elektrîkê û avdana zeviyên çandiniyê, ji ber ku asta çemê Firatê bi rêjeya şeş metre û nîv kêm bûye, ji bo cara yekê di dîroka herêmê de, û derketina gelek deverên hişk, ku berê beşek ji vî çemî bûn.