Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Paqijî çand û sincê mirov e

12/06/2024
in Uncategorized
A A
Paqijî çand û sincê mirov e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Jiyan Mecîd û endamê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Eymen Hisên diyar kirin ku ji bo paqijiya bajêr û cihên seyrangehan ew bi hemû derfetên xwe kar û xebatê didin meşandin, lê gel bi wan re nabe alîkar.

Mirov her gav li hawîrdora xwe ziyanan dighîne jîngehê. Lê belê pîvan û tundiya bandora mirovî ya li ser jîngehê di van demên dawî de pir zêde bûye, ku rê li ber pirsgirêkên cihêreng ên hawîrdorê yên wekî qirêjbûn, birrîna daristanan, guherîna avhewa û windakirina cihêrengiya jîngehê, vedike.

Li gel guhertina avhewayî û pêşketinên li cîhanê, talankirin û wêrankirina jîngehê ranewestiyan e. Ji ber zîhniyeta xirabkirin û talankirina jîngehê ya ku pergalên kapîtalîst di 200 salên dawîn de afirandin, ziyaneke mezin gihaşt jîngehê, pirsgirêk di hevsengiya jîngehê de çêbû. Ev pergal ne wekî zindiyekî ango wekî ruhekî li jîngehê dinêrin.

Qirêjiya jîngehê dibe sedema hilweşandina sîstema ekolojî, windabûna cihêrengiya biyolojîk û guherîna avhewa bandorên neyînî yên din li ser tenduristî û pîskolojiya mirovan dike. Lê li Rojhilata Navîn bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin fikrê neteweya demokratîk ya ku bingeha wê avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ye. Lewra bi lidarxistina şoreşa Rojava Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîngeh hêmaneke sereke ya pergala xwe dît.

Derbarê girîngiya paqijya jîngehê, endama Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Jiyan Mecîd û endamê Şaredariya Gel ya bajarê  Qamişlo yê beşê paqijkirinê Eymen Hisên ji rojnameya me re axivîn.

Jiyan Mecîd diyar kir ku Desteya Jîngehê bi hemû hewldanên xwe kar û xebatan ji bo civakê dide meşandin û wiha got: “Tevî şert û mercên ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî wê hat û heya niha jî wan şert û mercan jî jiyan dike, lê her tim em bi hemû hewldan û derfetên heyî kar û xebatan di aliyê jîngehê de ji bo civakê didin meşandin. Paqijya jîngehê ya herî pêwîste ji mirov re. lewra her tim hewldanên me ji bo pêşxistina jîngehê berdewam in.”

‘Paqijiya bajêr xweşikbûna bajêr e’

Endama Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Jiyan Mecîd axaftina xwe wiha qedand: “Gav bi gav em xwe li pêş dixin, ji aliyê paqijiyê, avakirina daristanê biçûk û Şitilgehan. Di heman demê de, di riya perwerdeyan de hişyarîkirina civakê ji bo paqiyê tê kirin. Fêrkirina mirov li ser çandê ji zaroktî ve tê dest pê kirin, lewra em li dibistanan jî zarokan fêrî çanda paqijiyê dikin. Ji ber xweşbûna bajar di riya paqijbûna wê de tê xuyakirin.

Lê niha li gorî ku em dibîn dema welatî diçin cihên seyrangehan qirêjiya xwe lê davêjin, ji bo wê hêviya me ew e ku civak bi me re alîkarbin û qirêjiyê navêjin, qirêjî ne tenê derveyî pîvanê her mirovekî ye, ziyanê dighîne axê, avhewa û bandoriya wê li ser tenduristê jî heye.”

‘Qirêjiya ku tê komkirin, tê şewtandin’

Di heman çarçoveyê de, endamê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo  Eymen Hisên diyar kir ku ew ji 5 sibehê heyanî 1`ê nîvro kolanên bajarê Qamişlo paqij dikin û wiha got: “Xebatên me ji bo paqijya bajar ji 5` sibehê tê destpêkirin û heya 1` nîvro dewam dike. Di heman demê de hemleyê me rojan li bazarê ji seat 10` heta 12`an tê kirin, li milê rojava û rojhilat. Hejmara kedkarên li milê sûkê 20` kedkaran in,  milê rojava 18` kedkarê û yê rojhilat 15` kedkaran in, herwiha 6 `erebeyên me yê paqijîyê hene û her roj di êvarî de qirêjiya ku kom kirine li cihekî dûrî bajar tê avêtin û şewitandin, da ku zirara wê neghêje tu mirovî.”

‘Paqijî erkê hemû mirovan e’

Endamê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo yê beşê paqijkirinê Eymen Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me bi mere nabe alîkar, em rojane van kolana paqij dikin, lê her sibe dîsa dikin qirêj. Paqijî ne tenê erkekî ku divê kesên erkdar pê paqijyê bikin, lê erkekî dikeve ser milê her hemwelatiyekî. Hêviya min ew e ku her kes xwe berpirsyarê paqijiya bajarê xwe bibîne, ji ber wek tê gotin‘Paqijî ji îmanê ye jî’, lewra paqijî çand û since mirov e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.