Rojnameya Ronahî

24 sal in ji bo veguhestina welatiyan di xizmetê de ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Ezîz Sîno 24 sal in bi basa xwe gundiyên Çeneqçîk, Dîkê, Qijlê û Cewheriya vediguhêze bajarê Amûdê. Ezîz diyar kir ku armaca wî  ya sereke ji vî karî xizmeta gundiyan e.

Ji dema ku mirovahî derketiye ser rûyê erdê û heta niha, mirov di nava pêşketinê de rûbirûye, lê nayê wateya ku tişên kevnare bêsûdin, ji ber mirov ji wan kevnareyan pêşketin nû ava dike, bi taybet wekî ku wê di mijara me de bê nasîn, pêşketina erebeyan û girîngiya wan. Di demê destpêkê yên mirovahiyê de, cûrbeneqlên yekem ku mirov ji bo pêwîstiyên xwe bikar anî, hesp an jî ker bûn. Herwiha yê herî zêde ev cûrbeneql bikar tanîn kesên ku li gundan jiyan dikirin, lê heta çi astê wan gundiyan di demên zivistanî de, zehmetî bi van cûrbeneqlan dikişnadin, ji bilî demên zivistanî lez û beza keran jî pir kêm bûn û pirî caran jî bi meşê diçûn bajar, lewra pêwîstiya mirovan bi erebeyên pêşketî hat dîtin, êdî di nava pêşketinê de bas û erebeyên cûr bi cûr hatin avakirin û derxistin.

24 sal in karê şifêrtiyê dike

Yek ji basên ku ev 24 sal in ji bo siwarên xwe, li ser riya 4 gundan kar dike, basa Ezîz Sîno ye. Ezîz di sala 1971`an de li gundê Çeneqçîkê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayik bûye. Di sala 2004`an de li ser basa ku zêdeyî 20 sawaran radike karê şifêrtiyê dike û heya niha jî di vî karî de berdewam e.Ji bilê roja înê, Ezîz her roj nêzî 6 caran ji gundê Çeneqçîkê, Qijlê, Dîkê û Cewher siwaran dibe bajarê Amûdê û wan vedigerîne. Herwiha xwendekarên ku bi vê basê diçûn bajêr ji bo dibistana xwe lê berdewam bikin, niha pirî wan jî bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer, rojnemevan û hwd…in. Ezîz di van 24 salên karê xwe de berî ku di aliyê darayî de bihizire, di pêdiviyên siwarên xwe de dihizir e.

Derbarê 24 salên Ezîz yên li ser basê, Şifêrê Basê Ezîz Sîno ji rojnameya me re axivî.

Ezîz Sîno diyar kir ku ji sala 2004`an de karê şifêrtiyê dike û wiha got: “Ez ji sala 2004`an de karê şifêrtiyê li ser riya gundê Çeneqcîk, Qijlê, Dîkê, Cewheriya heta ku dighêje bajarê Amûdê dikim. Bi basa xwe ne tenê siwarê van gundan dibim bajêr, di heman demê de ji ber dibistan li van gundan tenê asta seretayî ne, xwendekar astên mayî li bajêr berdewam dikin, lewra ez xwendekaran jî dibim dibistanên li bajêr.

Ji xwe di dema ku dibistan vekirî ne, rojane 6 caran ji gund diçim bajar û vedigerim. Çûna min ji bajar re jî bi vî rengî ye, di seat 7`an de xwendekaran dibim bajar, ji bajar mamosteyan tînim gundê Qijlê, Dîkiyê, Çeneqîçîk û Cewheriya, piştî ku mamosteyan vedigerînim di seat 8`an de vedigeriya li eynî gundan siwaran dibim bajar û di seat 11`ê nîvro de siwarên xwe vedigrînim, herwiha di seat 12`ê nîvro de mamosetan vedigerînim bajar û di seat 1 dihêm bajarê Amûdê, wê demê şagirtên xwe vedigerînim malê. Rojane, ji bilî roja înê bas nêzî 16 km dimeşim û di dema 6 caran be, nêzî 90 km dimeşiyam.”

‘Li gorî derfetên xwe bi gundiyan re dibim alîkar’

Ezîz Sîno di berdewamiya axaftina xwe de da eşkerekirin ku demên basê yên dibistanan ji yên havînî cûda ye û wiha got: “Dema ku dibistan bi dawî dibe, demê basê tê guhertin, ez havînî seat 8 ji gundê Çeneqîçîk derdikevim dîsa eyîn gunda heya bajêr û di 12 nîvro de vedigerim. Di heman demê de di demên ku perwerdeyên mamosteyan di werzê havînî de hene, ez mamosteyên her 4 gundan jî dibim perwerdeyê û wan vedigerînim. Di sala ku min li ser basê kar kir kirya wê 10 wereqeyê sûrî bû, di wê demê de her litreyek mazot bi 7 wereqeyan dikirî û xiyara zeyta basê hezar 500 dikir, her 2 dolab bi 5 hezaran çê dikir. Di dema niha de buhayê her siwarekî base bi 4 hezaran e, sedema wê jî ew bû ku nirxê hemû kel û pelan bûha bû. Herwiha çû û hatina xwendekaran mehane 80`ê hezar. Heyanî ku ji min tê ez bi her kesî re dibin alîkar û bi wijdanî kar dikim.”

‘Basa min ji bo xizmeta civakê ye’

Ezîz Sîno axaftina xwe wiha qedand: “Armanca min ya sereke ji basê ew ku xizmeta civaka xwe bikim. Herwiha astengiyên ku ez û her erbeyek li ser riya van gundan diçin û tên, ew e ku rê qîra wê ji aliyê şaredariyê ve hat rakirin, da ku ji nû ve bê çêkirin lê heya niha jî nehatiye çêkirin, lewra bengewazî û hêviyên me ew ku ev rê bê çêkirin. Astengiya din jî ewbû ku di salên borî de mehane sê bermîl mazot ji bas û erebeyan re derdiket, lê di sala 2023`an de ew mazot li ser me qut kirin, ji bo wê daxwaza min mazotê qut nekin ji ber ew jî weke her erbeyekê ye û ji bo civakê ye.”