Rojnameya Ronahî

 Pergala Îmraliyê…(1)

Amara Baran / Qamişlo

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Îmraliyê de wiha dibêje: “Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehên li Tirkiyeyê gelekî cûda ye. Rewşa li hemû girtÎgehên din heyî li vir derbas nabe. Rewş û avahiya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Amerîkayê girtîgehên bi vî rengî bi peymanê veşartî li gelek deverên din jî dan çêkirin. Girtîgeha Îmraliyê jî bi alîkariya Amerîka û Tirkiyeyê bi hev re bi awayekî veşartî amade kirin.”

 Girtîgeha Girava Îmraliyê cara yekem di 11’ê Tebaxa 1935’an de ket meriyetê. Dema yekem car hate vekirin, ji ber erda çandiniyê ya li giravê, armanc ew bû ku girtî bi çandiniyê re  mijûl bibin. Mêvanên ewil ên girtîgeha girava ku rûbera wê 10 kîlometre çargoşe ye, 50 mehkûmên ku ji ber sûcê kuştinê li girtîgehên Stenbol û Bursayê hatibûn cezakirin, bûn. Li giravê ji bilî serokwezîrê berê Adnan Menderes û wezîr Fatîn Rûştû Zorlu û Hasan Polatkan, Yılmaz Güney, Wênesaz Îbrahîm Balaban û Wênesazê Yewnanî Angulos Stafonodis jî li giravê man. Girtîgeha Îmraliyê ya ku 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, her çendî bi Girtîgeha Guantanamoyê re dişibin hev  jî li cîhanê mînakek wî tûne.

 Di sala 1998’an de dema ku Rêber Abdullah Ocalan di encama komployekê de ji Sûriyeyê hate derxistin, pêngava yekemîn a planên destwerdana hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navîn destpê kir. Piştî ku gelek welatan deriyên xwe girtin, Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî ku Ocalan anîn Tirkiyeyê, girtîgeha li Girava Îmraliyê bi lez û bez hat valakirin û birin vir. Navê girtîgeha nîvvekirî ya ku girtiyên edlî tê de hene, weke Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hate guhertin.

 Ji kinîseyê ( dêr) girtîgeh hat avakirin

 Li girava Îmraliyê dîwarên dêra ku hatiye rûxandin ji aliyê mamosteyê mehkûm Fehrî yê înşaetê ve hat tamîrkirin û girtîgehek hat çêkirin.  Girtiyên ewil anîn Îmraliyê yên li girtîgehên parêzgehên derdorê bi sûcê kuştinê hatin girtin.  Di sala 1999an de dema girav hat valakirin, 247 girtî hebûn.  Serdozger Cemîl Kuyu der barê girava Îmraliyê de ev tişt anîbû ziman: “Piştî lêkolînên destpêkê di sala 1934’an de, di sala 1935’an de li Girava Îmraliyê girtîgehek hat avakirin.  “Ev girava mîna bihuştê, bi tava xwe ya geş, bi deryaya zelal, bi rojavabûnên xwe yên bêhempa, bi daristanên çamê yên ku ber bi peravên xwe ve dirêj dibin, bi benderên xwe yên bêdeng, kêvroşkên kovî, û baxçeyên cûrbecûr û masiyên xwe, dihat zanîn,  mixabin niha  wekî girtîgehek ku salane  bi darvekirinan   tê zanîn û tê bikar anîn”.

 Girtîgeh di sala 1999’an de wek “xeta sor” hat pênasekirin

Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û Girava Îmraliyê ya ku lê bi cih bûbû weke “herêma ewlekariya taybet” û “xeta sor” hat îlankirin. Li Girtîgeha Îmraliyê 1 rêveber û 3 alîkar bi giştî 34 gardiyanên ewlekariya hundirîn; Bi giştî 700 leşkerên taybet ji ewlehiya derve ya girtîgehê berpirsyar in. Li gel ku destûr nayê dayîn keştiyên sivîl ji 3 kîlometreyan zêdetir nêzî giravê bibin, helîkopterên sivîl nikarin di ser giravê re derbas bibin. 24 seat bi 55 qamereyan têne şopandin herwiha bi têlên elektronîk jî derdora girevê dorpêç kirine.

 Dîroka sedsala de gireva Îmraliyê

Dîroka sed salên dawî ya girava Îmraliyê dîrokeke tijî êş, rondik, sirgûn û darvekirin e.  Ji ber vê yekê ev girava ku quncikekî bihuştê bû, ji tirs, fikar, zilm, û îşkenceyê veguherî dojeheke tarî. Îro jî dixwazin Rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan di nav vî tarîtiyê de bigrin. Di nava kesên ku beriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, Serokwezîrê wê demê Adnan Menderes ê ku derbeya 1961’ê bû û du wezîrên wî jî hene.  Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîn Rûştû Zorlu piştî li Girava Yasayî hatin darizandin anîn Îmraliyê û piştî demekê li wir hatin înfazkirin.  Ji xeynî van yek ji kesên ku hatiye giravê jî Yilmaz Guney e ku bi nasnameya xwe ya kurd û muxalîf derdikeve pêş.  Ji xeynî van, nivîskar Rıfat Ilgaz, Îbrahîm Balaban, wênesazê Yewnanî Angulos Stafonodis û bi dehan kesên din ên navdar di vê zindana giravê de man.  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî nasnameya kesên li vir mane jî ev tişt anî ziman: “Weke hûn jî dizanin Îmraliyê taybetmendiyên xwe hene.  Diyar e kî li vir dimîne.  Ji Bîzansê heta niha ev yek bûye.  Dijberên herî bilind ên dewletê li vir man.  Serokwezîr û dewlet ji vir derbas bûn.   Rifat Ilgaz, ji bo şert û mercên giran ên girtîgehê vegot, diyar kir ku mirov ji du salan zêdetir nikare li vir bijî û  wê carek din serwext nebe.Piştre rewşa girtîgeha li girava Îmraliyê hat guhertin û veguherî girtîgeheke nîvvekirî.  Rewşa giravê heta sala 1999’an bi komploya ku  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin hat guhertin. 

Li cîhanê mînaka wî tûneye

Dema ku Girtîgeha Îmraliyê li gorî têgihiştina Amerîkayê ya li ser Guantanamoyê hat nûkirin, her çendî li Girtîgeha Îmraliyê muqayese bikin jî şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê dijwartir in. Li Guantanamoyê ku li Guantanamoyê pêşwazîkirina malbat, parêzer û ziyaretvanan û amûrên ragihandinê yên wek telefon, name, faks û telegram qedexe ne, di pergala Girtîgeha Îmraliyê de yek ji van mafan nayê qebûlkirin. Her çend di hin aliyan de wekhevî hebin jî, li cîhanê mînaka Girtîgeha Îmraliyê nîne.  

Gireva Îmraliyê bi sîstema” sê ling” tê rêvebirin

Di hin hevdîtinên berê de, Rêber Abdullah Ocalan der barê Girtîgeha Îmraliyê de gelek nirxandin kirin. Abdullah Ocalan; Wî destnîşan kir ku bi sîstema “sê ling” tê birêvebirin, lingekî wê DYA ye, lingekî wê Ewropa ye û lingê din jî Tirkiye ye. Tesbîtên Abdullah  Ocalan ên der barê Îmraliyê de wiha ne: “Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehê ya li Tirkiyeyê gelekî cuda ye. Rewşa girtîgehên din li vir derbas nabe. Rewş û avahiya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi peymanên veşartî li gelek cihan gelek girtîgehên bi vî rengî ava kirin. Girtîgeha Îmraliyê yek ji girtîgehên taybet e ku ji aliyê DYA ve bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Di dema vê yekê de nêrîn û erêkirina YE’yê hate girtin û diyar kirin ku divê avahî û mercên vê derê çawa be. Divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) weke karekî nebaş neyê dîtin, weke heyeteke dem bi dem tê û diçe neyê dîtin, haya wan ji tiştên li vir  heye. Ew saziyek girêdayî Komîteya Ewropî ye, ji ber vê yekê Encûmena Ewropî bi tevahî jî xwedî agahdarî ye. Dibêjin navenda krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê vê derê îdare dike, lê ne wisa ye, ev der rasterast girêdayî DYA yê ye. Ji destpêkê ve min fêhm nedikir ku çima qaîdeyên girtîgehê jî, nehatine bicihanîn. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê yekemîn girtîgeha Guantanamoyê ye. Ji pêkanînên ku li vir li min tên sepandin ders tên girtin. “Ew dipîvin ka miriv çiqasî li hember  zordestiyê dikare li ber xwe bide.”

 Li  Îmraliyê 6 rojan jiyankirin zehmete

Abdullah Ocalan diyar kir ku di şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ya ‘taybet’ de jî 6 rojan tu kes nikare bijî û got, “Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me, Rojava jî di nav wan de ye.  Sîstema cîhana kapîtalîst ez dîl girtim.  Dewlet min wek qertafekî, wek rehîn digre.  Ez li vir rehînekî siyasî me.  Divê helwesta min bi vî awayî bê zanîn.  Ez dikarim vê yekê bi analojiyek rave bikim: Ez mîna yekî me ku bi hewavanek ve girêdayî ye, ew kengê bixwazin dikarin wê jêkin.  Jixwe girankirina rewşa tecrîdê tê wateya darvekirinê.  “Di bin van şert û mercan de 6 rojan li girevê jiyankirin zehmete.

Cara yekem Tecrîd bi fanoseke destpêkir

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan cara ewil bi “fanoseke” anîn salona dadgehê destpê kir. Serlêdana camê ku dihat gotin bi hinceta ‘ewlehiya jiyanê’ hatiye kirin, pêngava yekemîn a tecrîda li ser Abdullah Ocalan a salên piştre bû. Pêngava din a piştî tecrîda ku bi fanosa cam dest pê kir, pêvajoya bi tenê hiştina li Girtîgeha Îmraliyê, di bin çavdêriya 1000 kesên ku hemû bi taybet perwerde bûne, bû. Abdullah Ocalan ku heta sala 2009’an bi tenê ma, di vê heyamê de destûr hat dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, lê tu girtiyek din nedidan cem wî. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku bi rakirina cezayê darvekirinê û veguhertina cezayê heta hetayê mafê wî yê hêviyê hate rakirin, roj bi roj zêde bû.

Di sala 2007’an de li gireva Îmraliyê  jehirîkirina Rêber Abdullah Ocelan pêk hat

Di sala 2007’an de serdana çaremîn a CPT’ê bi hewldanên dewletê yên ji bo jehrîkirina Ocalan pêk hat.  Parêzeran di 1’ê Adara 2007’an de li Romayê civîneke çapemeniyê li dar xistin;  Wan diyar kirin ku wan nimûneya porê ku ji Abdullah Ocalan girtine di laboratuarekê de lêkolîn kirine û di encamê de dozên bilind ên kîmyewî di laşe Abdullah  Ocalan de hatine dîtin;  Diyar kir ku stonîyûm û kronîm hatin dîtin, ev tê wateya jehrîkirina bi rêkûpêk û sîstematîk rêveberiya CPT’ê biryar da ku heyetekê bişîne Îmraliyê.  Heyeta ku ji Alîkarê Sekreterê CPT Fabrice Kellens û Midûrê Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Cenevreyê û pisporê derûnnas Tîmothy Hardîng pêk tê, di navbera 19-22’ê Gulana 2007’an de çûbûn Îmraliyê.  Heyeta CPT’ê di rapora ku salek piştî vê serdanê hat weşandin de, têkildarî têkiliya Ocalan a bi cîhana derve re û lênihêrîna tenduristiyê de gelek pêşniyar hatin kirin.