Rojnameya Ronahî

Li hemberî hêza jinê; Şerê Taybet

Birûc Resûl/Qamişlo

Hêzên desthiladar û kapîtalîzmê jin xistine rewşa amûrek zarok anîn û xizmeta xwe de. Ev  hişmendî û ferasetên kaptalîzmê yên li dijî jinê ye. Ji vê jî diyar dibe ku pergala mêr-dewletê li gor berjewendiyên xwe zagonan ji jiyana jinê re datîne û hesaban li ser bedena wê dike.

Jin û ciwan stûnên herî bingehîn yên civakê ne, beşên herî aktîv in, enerjîk û bi bandor in, lewra heger ev herdu beş bên dîlgirtin, ev tê weteya ku civak bi giştî tê dîlgirtin. Sîstema Dewletê civak xistiye nava çerxa kapîtalîzmê û dizivirîne. Di bin navê azadî û modêrnîteyê de herkesî dadiqurtîne hindirê xwe, mejî û ruhê herkesî kiriye milkê xwe. Xwe ji herkesî re mîna pêşkêşvanê azadiyê nîşan dide. Kesayeta jinê ji xwebûna wê derxistiye.

Li gorî desthilatdaran jin di civakê de wekî mirovan nayê dîtin

Ciwanên ku xwedî taqeta avakirin û herkîna civakê ne, îro ew kirine mîna amûrekî ji bo xirabkirin û hilweşandina civakê. Jin a ku weke nîvê civakê tê zanîn û di pêşengî û avakirina civakê de xwedî roleke girîng e, lê di roja îro de rola wê bi temamî hatiye berûvajîkirin. Gelek ziyanên ku îro di civakê de têne çêkirin pergala deshilatdar bi destê jinê dide avakirin. Ji xwe jin jî ne di zanebûna van kiryaran de ye. Bi rengekî bê zanebûn xizmeta zilamê deshilatdar dike, bi vî rengî ew dikeve rewşeke guneh û bêçar e. Bi siyaseteke pir zirav û qirêj ew tê kirîn û firotin. Li ser bedena wê bazar tê kirin, li ser cewher wê leyîstok tên meşandin, her deqe vîna wê tê şkestin, dîroka wê ya xwedawendiyê, berhemên wê yên hezar salan têne înkarkirin, lê tevî vê yekê jî pergal ji bo bercewendiyên xwe hertim wê wekî ya herî baş û azad nîşan dide. Bê guman ev xapandine, ev rewş bi jinê jî daye heskirin û pejirandin, jin jî bi rewşa xwe ya heyî razî ye, tevî ku ew di nava civakê de weke mirov nayê dîtin.

Jin xistine rewşa makîneya zarok anîn û xizmeta xwe de

Sîstema dewletê mijara cinsî pir zêde daye pêş. Ew ji fonkisyona wê ya biyolojîk a berdewamkirina cins bi dûr xistiye, berûvajî kiriye û di qada civakî – siyasî de vegerandiya fonkisiyona belavbûn û zêdebûna bê sînor a serweriya deshilatdariya mêr. Jin xistine rewşa makîneya zarok anîn û xizmetê. Ev e hişmendî û çemkên kaptalîzmê yên li dijî jinê. Ji vê jî diyar dibe ku pergala dewletê li gor berjewendiyên xwe zagonan ji jiyana jinê re datîne û hesaban li ser bedena wê dike.

Firotina jinan

Di serdema koledariyê de jin li mazatan dihate kirîn û difirotin, yê dihat ku bikire destpêkê hemû bedena wê di kontrolê re derbas dikir. ji têlên porên wê hetanî neynokên nigê wê, da ku bizane ka saxleme yan na ku bikaribe daxwazên xweda qiral bi cih bîne. Li gora wê her parçeyek ji bedena wê buhayek li ser dihate danîn.

Pîvan bûye pîvana hişmendiya kepîtalîzimê

Di roja me ya îro de jî heman tişt li ser jinê tê kirin, lê bi şêwazekî hîn zirav û mûdêrin. Îro her maleke bûye mezat. Ji bo keçekê bidin zewicandin malbat û xizimên zilam û jinê li hev dicivin û bi demjimêran li ser buhayê wê jinê guftûgoyan pêşdixin. Gelo ew hêjaye çiqasî ye? Ew çiqas kar û himaliyê dike? Ew çiqas bedew e? Bi temenê xwe biçûk e yan na? û …hwd. Li gor van rewşan pere ji malbata wê re tên dayîn lê kes napisre ew çiqas zana û têgihiştî ye. Ji bo wan ya girîng reng û şemal e. Ji ber şekil bûye pîvana bingehîn ya serdema niha. Pîvan bûye pîvana hişmendiya kepîtalîzimê, nasnama mirovan fîzîka mirovan e, mirov bi nasnama xwe ya bîrdozî nayên naskirin, ew bi şekil tên nasîn. Lewra her jinek di nava lêgerîna xweşikbûnê de ye, her diçe ew ji xwezayîbûna xwe dûr dikeve. Êdî bi dil û xwesteka xwe, xwe pêşkêş dike û  bi zincîrên koletiyê girêdide, yanî qefesa xwe bi destê xwe dide çêkirin.

Di bin navê kar de, jin fêrî jiyan erebêsk û fihûşê dikin

Civaka ku bi sedsalan di nava qalibên fewdal û doxman de hatibû fetisandin, di bin navê azadî, maf û modêrnîtayê de, civak bi temamî ji cewher, axlaq û civakbûnê derxistiye, ji bo civakek li gora bercewendiyên xwe bide sazkirin amûrên şerê teybet yên wekî cins, spor û senat dide pêş, bi rêya raghandin û dibistanan naveroka wan pûç kiriye. Ji bo avakirina welatiyên efyonkêş yên herî ehmeq û rezîl medya kaptalîzmê bi roleke sereke radibe. Mînaka vê em rojane dibînin. Rêzefîlmên ku her roj bi rêya televizyonan têne weşandin ji naveroka wan diyar dibe kolekirina jinê tê armanckirin. Eger mirov bala xwe bide wan rêzfilman, mirovê bibîne ku hertim rolên xirab dikin para jinê, mîna ku hertim sedema pirsgirêkan be, bêçar e, xeydokî, girî, bi bikaranîna bedena xwe, zilam ji rê derdixe…hwd, di hişmendiya mirovan de jina bi vî şêwazî dide pênasekirin, bi vî rengî bêbextî û xeyaneta herî mezin li ked û cewhera jinê dike. Kurt û kurmancî, jina ku ew dixwaze hildibijêre û dide pêş. Ji milekî ve bi bedena wê herkesî dikşîne nava qefesa xwe, dike êsirê hişmendiya xwe, ji milê din ve jî, wê rezîl, fahîşe û ketî nîşan dide. Herdu rolên ku jê re dane diyarkirin, di encamê de heman tişt in. Jin ji cewhera wê ya jintiyê qutkiriye û wê wekî cinsê herî ketî daye nîşandan, di heman demê de li kêlek vê, jinê teşwîqî van karên qirêj dike. Bi her rengî jin tê bikaranîn. Firoşkar piranî jin in, ji bo ku him wê teşwîqî madiyetê bike û him jî derdor bikêşîne. Di kargehan de piranî jinên ciwan kar dikin, di bin navê kar de, di wan ciyan de, wan fêrî jiyan erebêsk û fihûşê dikin. Xaleke din ya ku dewleta Tirk wekî şerê teybet li hember jinê bi kar tîne, musulmantî ye.

 Dibêjin pêwîste jin gotina zilam neşkîne da ku ew biçe buheştê

Heta îslam jî li gora berjewendiyên xwe dane guhertin û di bin navê îslamê de çi xirabiya heyî tînin serê jinê. Wekî din rêbazên ku di bin navê îslamê de weke zagon hatine binavkirin bi armanca kolekirina civakê ne, wekî zagona nîzama 12’ê Îlonê ya ku dibêje: “Pêwîste keç berya bigihêje pazdeh saliya xwe  bizewice, ji ber ku guneh e.” Gelo armanca vê zagonê çi bû? Çima di temenekî biçûk de zewicandin? Bê guman armanca wê şkandina vîna jinê ye, civakek xav avakirine, pirsgirêkên civakê kûr kirin û pir kirine, deshilatiya zilam mezinkirin û xurtkirine.  Jinek nûgihayî dê zarokên çawa mezin bike û li ser kîjan pîvanan perwerde bike? Bê guman ew ê kesayetek binkeftî, bi pirsgirêk û li gor daxwaza pargalê ava bike. Bila jin baxive lê di sînorekî de baxive, karê ne yê wê be bila nêzî nebe, li hember zilam dengê xwe neke, yanî li hember dewletê dengê xwe neke, gotina zilam neşkîne ji bo ku ew biçe buheştê, ev tê wê weteyê ku nabe ti kes gotina dewletê bişkîne.

Ku şer li hemberê şerê taybet nîn be, wê civak bibe goristana miriyan

Heman vî şerê teybet bi polîtîkayek pir zirav li hember ciwanan jî dide meşandin. Dewlet bi giştî di dibistanan de vê polîtîkeyê bi rê ve dibe. Lîberalîzimê weke dersên sereke dide pêş, di bin navê azadiya kesayetî de ciwanan teşwîqî jiyana bi tenê û ezezîtiyê dike. ji bo civakê azadiyeke bi vî rengî pênase dike û dixwaze bi vî şêwazî wî ji civakbûnê qut bike. ji xwe armanc jê ew e ku ruhê civakbûnê nehêle. Dibistanên bi peran û bê pere jî hene, dibistanên ku teybet tên dîtin nabin para herkesî. Bi armanca mejiyê ciwanan bişûn û bê hiş bihêlin ciwanan teşwîqî kişandina madeyên hişber dikin, teşwîqî fihûşê dikin. Armanca dewletên destheledar ji vî şerê teybet yê ku dide meşandin ku ciwanan ji rihê xwe yê dînamîk dûr bixîne. Wî ji hestên welatparêziyê ziwa bike û di paşerojê de serê xwe li hember zulm û hovîtiya dewletê raneke. Vê yekê dike, tenê ji bo ku hêza ciwanan bike bin xizmeta desthilatdariya xwe. Vî şerê teybet mêjiyê civakê xwariye, heta ku ev politîkeya şerê teybet û armancên ku têne meşandin, neyê dîtin û fêmkirin, wê civak bibe mîna goristana miriyan.

Tekoşîna azadiya jinê

Bi taybetî di pêvajoyekî bi vê rengî de ku Têkoşîna Azadiya Jinê astekî girîng bidestxistiye, di hemû qadên têkoşînê de tevlîbûnek pir mezin heye û pêşengtiya jinê heye, di gel û civakên cûda de jinan bandor dike de ewqas di lûtkeyê de be, wê demê pêwiste mirov birûne û hîn kûrtir bifikre. Bi taybetî jî dema li ber çavan tê girtin ku yek ji lingên paradîgmaya azadiya jinê ye, perspektîfa modernîteya demokratîk azadiya jinê û civakek li derdora jinê ye; wê hîn baştir were fêmkirin ku sepanên bi vê rengê di bingehîn de birdozî û armancên Tevgera me ya Azadiyê armanc dike. Zanista jinê, têkoşîna jinê, vejîna jinê û berxwedana jinê her ku mezin dibe û bilind dibe, her ku di nav refên azadiyê de pêşengtiya jinê roj bi roj bihêztir dibe û pêş de diçe, asta sepanên bi vê rengê jî hîn kûrtir dibe.