Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nehemîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî bi şevbuhêrkeke wêjeyî dest pê kir

08/06/2024
in Uncategorized
A A
Nehemîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî bi şevbuhêrkeke wêjeyî dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya 9’emîn bi amadebûna deste û navendên çandî-wêjeyî, rewşenbîr û mamoste bi şevbuhêrkeke wêjeyî li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo dest pê kir.

Îro Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di bin diruşmeya ‘Çîrok bîrdanka gelan e’ mehrecana xwe da destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev mehrecan yek ji çalakiyên wêjeyî û çandî ye ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ve tê lidarxistin. Armanca sereke geşedana çîroka kurdî û vekirina deriyê derfetê li pêşiya nivîskaran ji bo derbirîna hest, bûyer û ramanan e.

Mehrecana Kurteçîrokan di sala 2014’an de hatiye destpêkirn. Mehrecan taybet ya kurteçîroka kurdî ye û li ser asta Kurdistanê li gor şert û mercên nivîsîna kurteçîrokan tê lidarxistin.

Mercên beşdarbûnê divê ku kurteçîrok bi zimanê kurdî be, hejmara gotinên çîrokê ne kêmî 500 gotinan be û herî zêde 2000 gotin be. Di heman demê de jî kurteçîroka were beşdarkirin, divê berî niha li ti deveran nehatibe xwendin.

Di vê çarçoveyê de jî îsal 35 çîrok ji bo mehrecanê hatin erêkirn û bi dirêjahiya 5 rojan werin xwendin. Tevahiya çîrokên ku hatine beşdarkirin civakî, wêjeyî û hwd in. Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala bûrî jî nêzî 20 kurteçîrok di mehrecanê de hatin beşdarkirin.

Îro jî weke yekem roj tên xwendin, bi awayekî din jî bi riya dîmenan kurteçîrokên nivîskarên kurd ên ku ji tevahiya Kurdistanê û derveyî welat, beşdarî mehrecanê bûne, wê werin pêşkêşkirin.

Berî ku mehrecan dest pê bike Yekîteya Nivîskarên Kurd li Sûriyê hemû kesên hazir vexwendin xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan.

Piştre jî komîteya amadekar danasîna mehrecanê kir, şert û mercên wê û rewşa mehrecanê anîn ser ziman.

Herwiha bi navê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Firiyal Çolê wiha got: “Bi rastî cihê şanazî û serfiraziyê ye ku hejmarek wiha ji nivîskar îsal tevlî vê mehrecanê bûne. Hem jî nivîskarên ji tevahiya Kurdistanê dikarîn ku rahêjin pênûsê û bînin ser ziman hest û derbirînê. Xebat û mehrecana ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriy li dardixe çalakiyeke bi nirx e û rê li pêşiya pêşketina wêje û çîroka kurdî vedike. ”

Di rêveçûna mehrecanê jî stran weke navbereke hunerî hatin gotin.

Piştre jî kurteçîrokên nivîskaran hatin xwendin, di serî de kurteçîroka bi navê Me Hebû Gundek ya nivîskar Luqman Yûsif bû. Piştre jî Lojîn Elhesen çîroka xwe ya bi navê Pisîka Çav during xwend û kesên beşda bi dilxweşî guhdar kirin. Di berdewamiya mehrecanê de jî Selam Hisên kurteçîroka xwe ya bi navê Hêvî Dema Dibin Rastî bi riya dîmenê xwend. Herwiha di nav xwendina kurteçîrokan de muzîkeke aram dihat jenandin û xeyalê guhdaran berfirehtir dikir. Piştre jî Ebas Mûsa jî kurteçîroka xwe ya bi navê Bayê Dûbişkan vegot. Di heman demê de Xorşîd Xalid kurteçîroka xwe ya bi navê Sawa Nav Têlan xwend. Bi şûnde jî kurteçîroka Pelîn a nivîskar Vejîna Kurd bi riya dîmenan hat pêşkêşkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.