Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî 29 salan jî deng û awazê Tehsîn Taha, hîna di nava civakê de zindî ye

05/06/2024
in Uncategorized
A A
Piştî 29 salan jî deng û awazê Tehsîn Taha, hîna di nava civakê de zindî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd Tehsîn Taha di nava jiyana xwe ya tejî têkoşîn û huner de, gelek berhemên giranbiha li pey xwede hêla. Li ser wefata Tehsîn Taha re, 29 sal derbaz dibin, lê deng û awazê wî hîna di nava civakê de zindî ye û stranên wî li ser lêvane.

Tehsîn Taha di 25’ê Îlona sala 1941’an de li navçeya Amêdiyê ya ser bi bajarê Dihokê ji dayîkbûye. Navê wê Taha Mihemed Selîme. Dayîka wî ji binemala Simbilxanê ye. Malek Kurdperwer û rewşenbîrin. Tehsîn Taha zewiciye û bavê 8 zarokan bû.

Taha Mihemed Selîm xwendina xwe li deverên cuda temam dike. Tehsîn Taha li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike. Heya refa 4’an li wir dixwîne, refa 5 li Dihokê û refa 6 jî li Zaxo dixwîne. Di sala 1955’an de, li Dihokê dibistana Navîn diqedîne.

Piştî qedandina dibistana Navîn, diçe bajarokê Hedba yê girêdayî Nînowayê. Jiyana wî ya dengbêjiyê li Nînowayê destpê dike. Di salên 1956-1957’an de ji Nînowayê vedigere diçe Amêdiyê û dest bi nivîsîna daktîloyê dike.

Di sala 1958’an de dest bi xwendina dibistana amadeyî dike û dibistanê diqedîne.

Bi qedandina dibistana amedeyî re, tevlî ezmûnek ya Radyoya Bexdayê dibe û serdikeve. Strana xwe ya destpêkê ya bi navê ‘Eşkere nakim li vir’ di Radyoya Bexdayê de dibêje. Di sala 1960’an de diçe Peymangeha Hûnerî ya Ciwanan û xwendina xwe li wir berdewam dike.

Wan salan, navbera Kurdan û rêveberiya Bexdayê her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî destûra sala 1958’an diviyabû hin maf bidana Kurdan, lê rêveberiya Bexdayê vê yekê cî bi cî nake. Ji ber wê, sala 1961’ê nerazîbûn û çalakiyên protestoyî yên Kurdan bi hêztir dest pê dikin. Tehsîn Taha jî di nava çalakiyan de cih digire. Asayîşa Giştî ya Bexdayê wî digire û 15 rojan êşkencê lê dikin.

Çalakî û nerazîbûna Kurdan dibe sedema hêrsa hikûmeta Bexdayê û êriş dest pê dikin. Kurd jî dest bi parastina xwe dikin. Ev yek wekî şoreşa Îlonê tê binavkirin. Di navbera salên 1960-1961’an de ji ber nakokiyên Kurd û Ereban, tê Kurdistanê û li gel xalê xwe Emer Selîm tevlî Şoreşa Îlonê dibe. Tehsîn Taha li ser têkçûna tevgera Şoreşa Îlonê strana bi navê ‘Ey Felek’ çêdike.

Tehsîn Taha dîsa vedigere Bexdayê û dixwaze xwendina xwe bidomîne. Sala 1963’yan, li Bexdayê careke din tê girtin û vê carê salekê di girtîgehê de dimîne. Yekemîn strana ku di girtîgehê de dibêje, ‘Têtin Bihar’ e. Mehmûdê Timoqî di lêkolîneke xwe de dibêje: “Tehsîn Taha di girtîgehê de hin stranên bi zimanê Erebî jî gotine ku yek ji wan bi navê ‘Enna Xerîb’ yanî ez xerîb im.”

Piştî êrişên Ereban yên li ser Başûrê Kurdistanê, Tehsîn vedigere Bexdayê. Li wir tê girtin bi qasî salekê dikeve zîndanê. Piştî tê berdan dest bi xebatên mamostatiya mûzîkê dike. Di sala 1968’an de ji bo dibistana amedeyî ya navçeya Mexmûrê weke mamostayê mûzîkê tê erkdar kirin. Di heman salê de tayîna wî ji bo Hewlêrê derdikeve û heya sala 1970’an li wê derê karê mamostatiyê berdewam dike.

Li gel Tehsîn Taha heskirina ji mûzîka Kurdî re xilas nabe, berevajî bihêztir dibe. Di 11’ê Adara sala 1970’an de piştî mafê Kurdan yê çandî ji aliyê desthilatdariya Bexdayê ve hat pejirandin, Tehsîn Taha ji bo Radyoya Bexdayê beşa Kurdî tê erkdarkirin û bi Mihemed Şêxo re xebatên radyoyê berdewam dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin.

Êdî Tehsîn Taha her ku derfetê dibîne diçe radyoyê û stranan dibêje. Li wir gelek stranbêj û hunermendên Kurd ên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek kesên din nas dike. Ew bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî duqoliyan dibêje û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konseran dide.

Hest û daxwaza bi salan a di dilê wî de bi pêlên şoreşa li bakurê Kurdistanê re geş dibin. Ew dikeve bin bandor û coşa li hemû parçeyên Kurdistanê. Bi coş û kelecana Newrozên li Bakurê Kurdistanê û beşên din re, hestên wî jî germtir dibin.

Tehsîn Taha di 13’ê Adara 1994’an de bi hunermend Fuat Ehmed re diçe Holandayê ku konserekê bide. Ji ber ku tevlî çalakiyên Kurdên li Ewrûpayê dibe, rêveberiyên herêmî yên Başûrê Kurdistanê xwe jê dixeyidînin. Ew jî êdî venagere welat û li Holandayê bi cih dibe. Lê kul û kesera welat zêde derfetê nade wî. Li wir bi nexweşiya penceşêrê dikeve û jê xilas nabe.

Tehsîn Taha di 28’ê Gulana 1995’an de diçe ber dilovaniya yezdan. Cenazeyê hunermend Tehsîn Taha bi beşdariya hunermendên Kurd, bi merasîmeke mezin ji Ewrûpa bi oxir dikin. Cenazeyê wî li bajarê Amêdiyê, cihê ku lê ji dayîk bûye, dispêrin axê. Ji ber helwesta rêveberiya Başûr, tenê komeke 100 kesî tevlî merasîma veşartina hunermend Tehsîn Taha dibe.

Tehsîn Taha dema nexweş e, li Holandayê bi dengê xwe hestên dilê xwe vedibêje, kul û keserên xwe, daxwaz û hêviyên xwe di kasetekê de tomar dike. Wekî wesiyet ji malbata xwe re dişîne. Wesiyeta xwe ji xanima xwe Hebîbe û her çar kurên xwe Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat re dişîne Amêdiyê. Daxwaz û hêviya wî welatê wî bû. Di wesiyeta xwe de ew dibêje: “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e Kurd qet ti carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin.”

Hunermendê Kurd Tehsîn Taha di nava jiyana xwe ya tejî têkoşîn û huner de, gelek berhemên giranbiha li pey xwede hêlaye. Bi giştî 8 albom derxistiye û berhemên wî yê herî binav û deng jî ‘Ey Felek, Bêrîvanê û rabe Cotyar’ e.

Li ser wefata Taha Mihemed Selîm ango Tehsîn Taha re, 29 sal derbas dibin, lê deng û awazê wî hîna di guhê welatiyan de zindî ye û stranên wî li ser lêvane.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.