Rojnameya Ronahî

JI BO KENEKÎ MAYÎNDE

Cîger Dilşad

Welat zivistan be, dil nabe bihar

Dîlbera dil nexweş be, rih pêt û ar

Ne sucê min e, xwedê ez wek kurd dam

Nehişt şabim bi’ delala dil kirî ar

Xwedê bes nedît derdê kurdbûna min

Bi’ ser birînê de kir êşa eşqa min

Xelk û alem li keyf û seyranê coş

Ketim zikrê, da bide dermanê min

Yarwelat xweşdermane, lê kanî ew

Bê yarê ne sebra min tê, ne jî xew

Dişewite dil bi fîraqa canê

Cahîlên eşqê dibêjin, bike xew…

Îro baran dibarî,di navbera nîvro de em komek heval derketin derva . Qederekê ji cihê xwe dûrketibûn.

Li derva daran pelên xwe weşandibûn. Hevalê Erdal,ku Enqere bi hevalê Rojhat re hejandibû,di nameya xwe de gotibû;”pel fedekarîyê dikin ji bo darê!” Ya rast,xweza li gorî normên xwe herikîn û hebûna xwe didomîne. Her çiqas zagoneke xwezayê ye jî,dema mirov li darên rût dinire,çizînî bi dilê mirov dikeve. Dar wekî ku ji sermaya zivistanê re bêjin;”em tazî bin jî,em ê hebûna xwe biparêzin. Em ê heta biharê li ber xwe  bidin!” wisa fêm dibe ku di vê gerdûnê de hemû hebûn bi berxwedanê hebûna xwe diparêzin! Ji hêla din ve jî hin hebûn ji boyî hin hebûnan xwe feda dikin! Em nizanin,lê em mirov ji ber ku her tiştî li gorî xwe şirove dikin,em weşîna pelan jî bi vî awayî bi lev dikin. Guhertina  Rêber APO paradigmê û bi wê guhertinê re jî,avakirina hişmendîyeke nû,em ji cehaleta Modenîteya Kapîtalîst xelas kirin. Nexwe me yê jî xweza wehşî,hov bidîta û me yê jî bi heman hişî nêzîkatî raber bikira.

Belê,wexta xwe tazîkirina daran bû! Darên rût û tazî hîseke nayê pênasekirin di hinava mirov de çêdikin. Her mirovek li gorî xwe dibîne,lê min bi dîtina darên tazî re tazîbûna xwe jî dît! Wisa dilîneke têkel di hinava min de livî û bi livandina  wê re hîsa tazîbûna li ber wê baranê sermahîyeke nedîyar hebûna min pêça.  Gava mirov pêl pelan dikir,ew xişînîya ji pelên hişk û nermbûna pêlkirina pelên şil bûne,dilîneke cuda di hinava mirov de divejand.

Li jor ji lateke mezin ,ku wekî dîwarekî bilind bûye, av wekî şelaleyekê dihat xar. Bi rastî jî pir xweş bû. Şemsîye hebûn,lê şilbûna bi ava baranê cuda bû. Tişta balkêş ew bû ku,ji alîyekî ve daran pel diweşandin,ji hêla din ve  gîya ,telik û hwd. ku navên wan nizanim serî derxistibûn û bi wan  erd şîn bûbû. Ji dûr ve serê çîya spî bûbû,wekî bûkekê bi kincên bûkanî xwe xemilan dibe,xuya dikir. Di navbera cihê ku em lê sekinîbûn û wî çîyayî de newalên kûr,û serê girên fetlokî û di ser hev re,xuya dibûn. Şînahîya daran xatirê xwe ji bo demekê xwestibû. Ya rast em mirov ji xeynî biharê zêde ji demsalên din hez nakin. Halbûkî havîn tunebe,genim,ceh,tirî,hejîr,nîsk mişmiş, û gelek fêkî û serzewatên ku mirov dixwe, nakemilin û mirov nikare bijî! Baran dibare em dibêjin;”ne dema baranê ye”,berf dibare em dibêjin; “ne wexta wê ye!” Yanê em dixwazin hema her tişt li gorî me be! Di rastîyê de divê em li gorî xwezayê bin,ne xweza li gorî me be. Ev dîtina mirov ya “ez navendî” ku bi şaristanîyê re derket û bi herikîna zeman re gihaye lûtkeya herî jor. Wisa biçe wê roja mehşerê ne dûr be! Başe ku Rêber APO paradigma guhert û îro li cîhanê belav dibe. Em wekî gelê Kurd û Mirovahî çiqasî zû xwedî li dîtinên Rêbertîyê derbikevin,em ê ewqasî zû ji belaya kapîtalîzmê xelas bibin.

Va ye dewleta dagirker û qirker ya tirk her roj van çîyayên ku ji mirovahîyê re dergûşî kirî,bombe dike. Daristanê ku kezeba mirovahîyê ye, dişewitîne li ber çavên hemû cîhanê. Ji hêlekê ve welatê me tarûmar dikin,ji hêla din ve jî dewletên dagirker bi awayên cuda cuda kolanên Ewropa yên genî wisa pêşkêşî Kurdan dikin ku, tu dibêjî qey wê biçin biheş tê. Tu dibêjî qey Kurdistan dojehe û divê rojekê zûtir jê birevin. Lê bi rastî jî gava mirov li heybeta van çîyan û li kûrahîya newalên ku wan ji hev qut dike dinêre, mirov hezar carî dibêje;” HEGER MİRİNEKE MİROV HEBE BİLA Lİ SER VÊ AXÊ BE!

Belê,ji payîz û zivistanê em gihan biharê. Ya rast qet hewce nake ku mirov bêje,bi rabûna fîstanê bûkanî re,xweza ya Kurdistan’ê hemû delalî û xweşikî ya xwe pêşkêşî evîndarên xwe dike. Bi husnûcemala xwe zehmetîyên zivistanê ji kezebê mirov dibexirîne. Wekî bêje;”we  li hember seqema zivistanê li ber xwe da,va ye ez jî  bi delalîyên xwe we xelat dikim!”

Jixwe,ken û xweşikahî mafê mirovan  ya berxwedanî ye.

Em îsal wekî gel bi hilbijartinên ku li bakur û tirkîyê hatin lidarxistin re hinekî kenîn. Lê em ê îsal hêj pir bikenin. Bi tenê em rê nedin xayînên Kurd û wekî keç û xortên Apo’yî berê xwe bidin şoreşê û tevlîbûna xwe rojekê zûtir pêk bînin. Da ku em zûtir û tev bi hev re kenekî mayînde bikin.