Rojnameya Ronahî

Rastiya Rojê li herêma di navbera Dicle û Feratê de…(2)

Mistefa Rêzan

Yûnanî ango Grekiyan li herêma di navbera Dicle û Firatê de gotina Mezopotamya bi nav dikirin. Li gor dîroknas û arkeologan, dîroka mirovatiyê ya vê herêmê ji 10 hezaran sal BZ  zêdetir diçe. Şûnwarên li vê herêmê hatine dîtin van rastiyan piştrast dikin. Wek çemê Xalan, Girê Mirazan, Orkêş û gelek deverên din. Herî dawî vedîtinên hebûna mirovê Niyadirtal li şikefta Şanedar li herêma di navbera Dihok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê de kûrahî kevinbûna vê dîrokê nişan didin. Ev vedîtin, dîroka ku bi destê şaristaniya dewletên dagirker ve hatiye nivîsandin, eşkere dike û pêdîviya ku dîrok ji nû ve were nivîsandin derdixe pêşberî me. Li van herêman lêgerîna pêşî ya mirovan ji bo şaristanî û heqîqetê hatiye destpêkirin. Li ser gelek keviran neqşên semolên roj, stêr, çav, heyv û hwd hatine dîtin.

1-Pîroziya Rojê li şaristaniya Girê Mirazan li Ruhayê: 

Girê Mirazan yek ji şûnwarên herî bi heybet li cîhanê ye. Li gorî arkeologan ev herêm di asta ku tê xwestin nehatiye keşifkirin. Li vir hêjayî gotinê ye, ku em li vir bahsa zaniyariyên serdema avakirina şaristaniya Girê Mirazanê bikin. Arkeologê Alman Klaus Schmidt qala zaniyariyên derbarê keşfkirina stûnên Girê Mirazan de dike û tîne ziman ku ev keşf wê têgihişta mirovan a ji dîroka mirovatiyê re bide guhertin. Ev stûnên bi tonan giran bi awayek endaziyarî pir balkêş hatine bicihkirin, hatin keşfkirin, ne cihê îbadet an cihê olî bi tenê ne, di heman demê de cihê stêrnasiyê, ango şopandina tevgera stêran û guhertina her çar werzên salê ne.

Ya bala tevayî zaniyaran dikşîne, ku ev stonên kevir ên mîna tîpa T’yê li dora xelekekê bi pergal hatine bicih kirin. Dema yek bixwaze ji  jorê li van stûnan binêre, ev xelek mîna rojê diyar dibe û ew stûnên lê hatine bicihkirin mîna tîrêjên wê ne.

Schmidt gotina xwe didomîne û dibêje “ Ev deverên hatine keşfkirin, perçeyek biçûk ji cihên ku di binê erdê de mane û hê nehatine keşfkirin e. Ji lawre ez ji beriya niha derbarê dîroka mirovatiyê de li ba me çêbûne wê bide guhertin.” Encama ku ji vê axaftinê derdikeve, ew e ku asteke pir pêşketî ya şaristaniya wê demê hebû. Lêgerîna mirovan ji bo naskirina sirê gerdûn, xweza û jîngehê pir bi awayekî balkêş hebû. Roj, stêr, heyv û sembolên bi vî rengî xwedî wateyên pîroz in. Çavdêriya mirov li ser derketina rojê, şopandina roj û şev, guhertina werzên salê, bandora wê li ser çandinî û ewlehiya jiyana mirovan pêş dikeve. Roj bi qasî bandorê li xwezayê, çêbêna şênahiyê dike, ewqasî jî hizr, lêgerîna mirovan ji bo naskirina sirin gerdûn û heqîqetê geş dike.

Nexasîm mesle ji baweriyê olê zêdetir, lêgerîna mirovan di wê serdemê de ji bo naskirina ronahiya jiyan û gerdûnê pêşdikeve. Eger ku mirov li dayikên bi temen ên niştegih li gund, navçeya Wêranşarê û bejahiya Ruhayê binêre, li ser enî û destên wan hê jî deq û resmên roj û stêr tên dîtin. Ji lewra dema mirov sond dixwe û dibêje bi wê rojê, ev tê wateya ku roj cihê rastî û baweriyê ye. Ji ber li wir guman û taritî tuneye, berûvajî ronahî û heqîqet heye. Hê zaniyarî bi aweyakî têrker tune ne ku diyar bikin bê ka baweriya rojê ya Misrê ji Girê Mirazan(Xerebreşê) hatiye yan na. Dîroka vê herêma Girê Mirazan heta 12 hezar beriya zayînê diçe. Lê belê şaristaniya Misrê ya li ser baweriya bi Amûn Rah ango baweriya rojê avabûye ji 3 hezar sal BZ wirdetir naçe.

Wekî encam; wê demê baweriya Rojê li ba mirovan yek ji baweriyên herî kevin di dîroka mirovatiyê de ye. Ji tablêtên kevin û çomlekan hatine dîtin, diyar dibe ev baweriya rojê ji kevana jorîn a çemê Firat û Dicleyê derbasî herêmên navîn û jêrîn dibe.

2-Rastiya rojê di baweriya Mîtra, Ezdayetî û Zerdeştiyê de:

Ne şaş e ku mirov qala bandora vê baweriyê li ser derketina baweriya Mîtrayayê bike. Li gelek perestgehan, bi taybetî di baweriya Zeredeştiyê li çiyayên Hewraman ên girêdayî Kirmaşan, li gelek deverên din ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê sebmolên rojê hatine dîtin.

Ahora mazda ku xwedayê xêr û bereketeyê ye, hêza xwe ji roja ku ronahî û germahiyê dide, digire. Baş e li wan Ateşgehên li ser lûtkeyên çaiyayên Hewramanê hatine avakirin, çima agir pîroz tê ditin. Belkî ne hesane miarov yekser bersiva van pirsan bide. Lê belê tişta ku diyar dibe, ji ber têgihîna bawermendên Mîtrayî û Zerdeştî ku agir mîna rojê, ronahî û germahiyê dide. Darên tên şewtandin û dibin agir, di hundirê xwe de enerjiya rojê dihewîne û dide mirovan. Wateya rastî, zaniyarî û aqilmendî yên ji bo jiyanê pêwîst in lê têne barkirin. Li vir mirovan li sirê jiyan û mirinê digerin, li heqîqeta veşartî diger in.

Xaleke din a mirov pêwîst dibîne ku bahsê bike, kevirê şîn an wekî ku niha tê zanîn Çavşîn. Dema zarok ji dayik dibin, kevirek çavşîn pê ve dikin. Ev çand xwe dispêre baweriya bi hezaran sal. Ev dîrok ji girê Xerabreşê, Tel Helef, Orkêş û gelek deverên din destpêkiriye û heta roja me ya îro hatiye. Dema kevir bi zarokan ve dikin, li gorî baweriya wan zarokên xwe ji çavên daxesî, ji qede û beleyan diparêz in. Li gorî mirovên welatê rojê, çav enerjî û ronahiya rastiyê ya ji rojê derdikeve dibîne. Wê ronahiyê di hindirê mirovan de diteysîne. Ger ku roj jiyanê diafrîne, tartiyê belav dike, şênahî û zîndiyan diafrîne, wê demê ew çavê şîn wekî ezmanan wê enerjiyê dibîne û tartiya çavên daxesî têkdibe û belav dike. Ji ber vê yekê çavê şîn navgîneke di navbera mirov û hêza rojê de ye.  Li vir girêdana pîroz di navbera roj, agir û çavên şîn de hene. Em çiqas van rastiyan bînin ziman jî, lê mixabin bi awayekî ku tê xwestin û bi zaniyarî nehatine ziman. Gelek sirên wê dîroka kevin nehatine rave û eşkere kirin. Mirovên li welatê rojê evîndarên rojê, ronahiya jê derdikeve û rêwîtiya gihiştina heqîqetê her domandiye.