Rojnameya Ronahî

Di navbera qanûn û kevneşopiyan de edaleta civakî  (beşa 2)

Nehîr pale

`Me berpirsyartiyeke exlaqî û wicdanî rakiriye`

Xebatên Mala jin li Kantona Reqayê hîn berferehtir bûye. Mala Jin sala 2018`an derbasî bajarê Reqayê bû û niha 19 Komîteyên Lihevanînê yên girêdayî Mala Jin hene. Li çar xet û bajarê Reqayê xwe birêxistin kirine. Dema ku Komîteyên Lihevanînê dozê çareser nekin, wê dozê radikin Mala Jin.

Rîhab Awez endama Komîteya Lihevanînê ya taxa Rimêlê ya bajarê Reqayê ye û sala 2018`an tevlî xebatê bûye. Rîhab ji bo xebatên xwe wiha got:` Ez jî yek ji avakerê Komîteyên Lihevanînê yên Mala Jin im. Me bi rengekî dildarî dest bi xebatê kir, em du kesin. Rojane jin têne gel me û dozên xwe radestî me dikin. Dema ku doz li gel me çareser nebin em radikin Mala Jin`.

Endama Komîteya Lihevanînê Rîhab hezkirina xwe ya ji xebatên Mala Jin re wiha anî ziman:` Em bi saet û bi rojan li ser dozên jin dixebitin. Dema ku em dozan çareser dikin, wê demê gel ji me re dibêje destê we saxbe, wê gavê em hemû westandina xwe ji bîr dikin. Em di hemû dozan de nêrînên xwe dibêjin û rexne dikin, her kes rêz dide me û li me guhdar dikin. Jina tûndî lê tê kirin em pêre dibin alîkar, mafên jin didin wan û destûr nadin ku jin di van dozan de werin kuştin û neheqî li wan were kirin`.

`Kesayeta me pêşdikeve û em bûn xwedî îrade`

Fatma Mihemed a ku sala 2018`an li Mala Jin dest bi xebatê kiriye diyar kir ku bi xebatên Mala Jin re kesayeta wan xurt bûye û ew bûne xwedî îrade. Fatma got êdî ew dikare bibêje Na û wiha berdewam kir:` Berî ez tevlî xebatê bibim kî ji min re çi gotibane min digot erê, niha eger ez tiştekî qebûl nekim ez dibêjim na, nêrîna xwe tînim ser ziman, rexne dikim, nîqaş dikim û ez xwe birêve dibim.

Her wiha Fatma anî ziman ku ew li beramberî tûndiya li ser jin bêdeng namînin û wiha got:`Ji destpêka xebatên Mala Jin û heyanî niha em di gelek pêvajoyan re derbas bûn. Destpêkê em ji xwe nebawer bûn ku em xwe bidin beramberî zagon û kevneşopiyên ku civak fêrî wê bûye. Piştî ku jinan berê xwe dan me û em ji xwe re hêza çareseriyê dîtin, êdî me dest bi xebatê kir. Di xebata xwe de em girîngî didin perwerde, ji sala 2017`an heyanî niha em bi gelek şêweyan xebatên perwerdê birêve dibin. Bi taybet di mijara zewaca zarokan, pir jinî, kuştina jin û tûndiya li ser jin em civîn, semîner, serdanên malbatan birêxistin dikin û her dozeke ku tê gel me dixwazin bi riya wê civakê perwerde bikin`.

Li ser rêbazên çareserkirina dozan jî Fatma wiha got:`Dema ku doz tê gel me, em gazî her du aliyan dikin. Bi jin û mêr re nîqaş dikin. Di serî de em li ser dozê dixebitin û armanca me ew e ku têkiliya wan bi dawî nebe û li hevdû vegerin. Dema ku em bi mêr re nîqaş dikin em wî rexne dikin û di nîqaşa xwe ya bi jinê re em wê jî rexne dikin. Em dixwazin wan bidin bawer kirin ku pirsgirêk ji her du aliyan ve ye. Em destûr nadin ku mîna berê tenê jinê sûcdar bikin. Hinek doz hene em aliyê jinê digrin û pêre dibin alîkar ji bo mafê wê ji mêr bigrin.

`Em xwe didin ber pirsgirêkên herî giran`

Xewla El-Îsa anî ziman ku dadgeh û civak xwe nadin ber çareserkirina hinek pirsgirêkan û wiha got:` Pirsgirêkên ku civak ji wan re dibêje pirsgirêkên namûsê, em weke Mala Jin xwe didin ber çareserkirina wê û armanca me ew e ku jin neyê kuştin, heyanî ku pirsgirêk çareser dibe em li ser dixebitin. Eger civak bi rêbazên xwe çareser bike. Ji ber ku hişmendiyeke paşverû heye û bê ku bûyerê lêkolîn bikin heme jinê dikujin. Ji xwe parêzer û dozger jî xwe nadin ber van dozan. Ji bo van pirsgirêkan jiyana hemû xebatkarên Mala Jin dikeve xeteriyê de, lê car din jî ew li pey bûyeran dikevin heyanî ku çareser bikin`.

Rîhab Awez jî anî ser ziman ku dema ew dibihîzin jin hatine kuştin an dawî li jiyana xwe anîne ew dest bi lêkolînê dikin û dema tê xwestin bi navê Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya doz radikin dadgehê û hesab ji sûcdaran dixwazin.

`Rojê 10 doz têne gel me`

Fatma Mihemed têkildarî hejmar û dozên tên gel wan wiha agahî da:`Di têkiliya jin û mêr de gelek pirsgirêk derdikevin û rojê 10 doz têne gel me. Zewaca zarokan, pir zewacî, lihevdû nekirin, dev ji hevdû berdan û hwd. gelek pirsgirêk têne gel me. Em ji 3`ê caran zêdetir bi her du aliyan re dirûnin û hedefa me ew e ku têkiliya jin û mêr bi dawî nebe. Dozên herî zêde ji bo me zehmetin zewaca zarokan e. Em wate nadin ku bav bi çi mejî û wijdanê keça xwe ya 12 salî dizewicîne û piştî çend mehan tê berdan. Li beramberî van rewşan helwestê me hişke û weke Mala Jin em hesab ji mêr dixwazin`.

Mêr jî diçin Mala Jin

Fatma Mihemed anî ziman ku dema di navbera mêr û jinê de pirsgirêk derbikevin û di hinek rewşên dîtir de jî mêr têne Mala Jin û daxwaz dikin ku pirsgirêkên wan û hevjînên wan çareser bibin. Her wiha got mêr destpêke qîma xwe bi me ne tanîn û wiha berdewam kir: ` Niha rewş hatiye guhertin. Dema ku doz têne gel me, em bi rûsipiyan re jî dicivin. Rûsipiyên herêmê ji bo gelek pirsgirêkan hatine Mala Jin`.

Endama Mala Jin a Kantona Reqayê Fatma Mihemed gotinên xwe wiha bi dawî kir: ` Pirsgirêk bi edalet çareser kirin ji bo me girînge. Edalet jî tayekî zirav ê di navbera zagon û kevneşopiyan de ye. Ji bo em bi edalet pirsgirêkan çareser bikin, em bi mehan mijûl dibin heyanî ku pirsgirêkan çareser bikin`.