Meryem xan ku di nava me kurdan de cihekî xwe ya taybet heye, bêguman divê mirov ji naskirina wê jî bêpar nemîne.
Di demeke ku di civaka me kurdan de derketina jinê di pir aliyan de şerm dihat dîtin, lê Meryem xan wek yekem jina kurd ew şerm û qedexeya ser jinê ji bo xwe nehewand û bi huner û dengê xwe pêşengtî ji tevahiya jinan re kir. Herwaha Meryem xan li hember hemû astengiyan serî netewand û heta roja me ya îro jî stranên Meryem xanê li ser zimanên hunermend û dengbêjên jin yên kurd de ye.
Meryem Xan, di sala 1904 an de li gundê Dêrgolê yê ser bi bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Herwaha zaroktiya xwe jî li gundê xwe derbas kir.
Mixabin piştî demekî Meryem xan û malbata xwe naçarî koçberiyê dibin û berê xwe didin bajarê Musilê. Piştre berê xwe didin bajarê Qamişlo û dûre berê xwe didin paytexta Sûriyê Şamê.
Meryem xan bi yekî ji malbata Bedirxanî re dizewicê lê li gor agahiyan ji ber ku hevjînê wê Mîre û qebûl nake ku Meryem xan di karê hunerî de cih bigre neçar dibe ji hevjînê xwe veqete. Herweha li gor agahiyan veqetîna Meryem xanê ji hevjînê wê êşeke mezin di dilê wê de ava dike û dibe sedem ku Meryem xan her li wê derê koç bike û berê xwe bide Iraqê. Meryem xan demekî li Mûsilê dimîne piştre diçe Bexdayê, li mala keça mamê xwe Elmas û piştî demekî malekî ji bo xwe kirê dike. Meryem xan li Bexdayê di weşaneke radyoyê ya li Bexdayê di beşa kurdî de dest bi kar û xebata xwe ya hunerî dike. Wê demê destpêka weşana wê radyo ya Bexdayê bûye ji ber zîrekî û jêhatî bûna Meryem xanê rêvebiriya beşa kurdî didine wê. Di wê demê de di nava civaka me kurdan de mixabin ku dengbêjî û hunermediya jinê weke şermek mezin dihat dîtin lê Meryem xanê li hember vê paşverûtiyê bi huner û dengbêjiya xwe şer kir û tekoşîneke bê hempa da nîşandan û gelek astengî ji hole rakirin. Meyrem Xan bi vî awayî karî bibe yek ji jinên kurd a pêşeng û rêya dengbêjî û huner hilbijart. Herçend ev rê ji bo jinekê gelek zehmet bû jî, lê wê li hember şerm û qedexeya li ser jinê berxwe da û geheşte armanca xwe. Meyrem Xan yekemîn jina kurd e, ku bi wêrekî stranên xwe tomar kir û bi rêya kasêtan stranên wê hatin belavkirin, bi vî awayî Meryem xan yek ji wan jinên kurd e ku bi stran û dengbêjiya xwe folklora kurdî parast herwaha bi dengbêjiya xwe serkêşiya netewa kurdî û ji bo nifşê nû bû rêya berdewamiya folklora netewa kurd a resen. Di stranên Meryem xanê de, evîn û hezkirina welat diyar û xuya ye. Di wan stranan de gellek serpêhatiyên kurdan derbas dibin; mîna strana “Karwanê mala bavê Sêvê, Mehemd Selîm zavakî taz e, Wa Axawo”
Meryem xan di koşk û dîwanxaneya malbatê de helbestvan, nivîskar û kilambêj dicivandin, deriyê mala wê ji hemû hunermendên kurd re herdem vekirî bû. Dengbêja hêja Meryem Xan temenê xwe di nava xizanî û rebeniyê de derbas kir, dawiyê ji ber nexweşiya gurçikan, di sala 1949 an jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 200 stran û kilamên wê hene.
Jin a kurd a dengbêj herçend zû diçe ser dilovaniya xwe lê li dû xwe kaniyeke mezin ya keda xweya zêrîn ji bo me bicîh hîşt. LAWIKÊN NASKIRÎ YÊN MERYEM XANÊ STRAYE: 1 – Wele Domam2 – Bavê Koroxlî3 – Mehmed Selîm zavekî taze4 – Li xelkê tehlê, lê li min şêrînê (Helîm) 5 – Gewra min tu nîn e6 – Sîwrê me sîwar bûne7 – Mihemedo ronî8 – Sêvê û Hecî Elî9 – Lê Lê Yadê Rebenê
10 – Hesenê Pisman11 – Elî Delal
BESTEYÊN GELÊRÎ KU MERYEM XAN STRAYE:
1 – Qûmrîkê sêva tucara2 – Girê Sîra bi sîr e3 – Hey berde berde4 – Lê lê Wesê5 – Hey la li min xerîbê6 – Gulşenî7 – Lê dînê lê dînê8 – Gulê hey nar9 – Emo (Du qolî bi dengê Seîd Axa û Meyrem Xanê) 10 – Mêremê