Rojnameya Ronahî

Bi çar ramanan, çar berhemên bi wate

Bi nivîs û berhemên xwe Efrîna wêrankirî di rûpelên dîrokê de zindî dikin. Êşa koçberiyê ji xwe re kirin îrade û hêza têkbirina pilanên dagirkeriyê. Çar nivîskarên ji Efrînê li ser edebiyeta Kurdî çar berhemên bi wate zêde kirin.

Zana Roj/ Şehba

Li hember siyasetên dagirkeriyê û zehmetiyên koçberiyê îradeya wan ya lêgerîn û afirîneriyê tu carî nehat têk birin. Gelê Efrînê di hemû şert û mercên zehmet yên koçberiyê, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça hikumeta Şamê bi hêz û vîneke bê hempa ji 6 salan ve li ber xwe didin. Di hundir herêma Şehbayê de her roj kêliyên berxwedan, têkoşîn û afirandina jianê tên nûjenkirin. Di nava benca koçberiyê de berhemên nû hatin derketin. ji aliyê çar nivîskarên Efrînî ve ku li herêma Şehbayê jiyan dikin çar pirtûk hatin çap kirin û îmzekirin. Derbarê berhemên ku hatine derketin de nivîskarên her çar pirtûkan ji rojnameya me re axivîn.

Pirtûka Hînkera Îngilîzî ya Rohay Bekir

Rohay Bekir  keçikeke ji Efrînê ye û di Tevgera Kevana Zêrîn de kar dike. Rohayî berhemek derbarê fêrbûna Zimanê Îngilîzî bi şîrovekirin û elfebaya Kurdî nivîsandiye. Rohay di derbare pirtûka xwe de wiha axivî :”Bi mezinbûna nifşên nû re pêwîstî bi zengînkirina zimanê kurdî heye. Li ser wê bingehê min xwest ku pirtûkeke derbare fêrbûna zimanê inglîzî bi zimanê û şîrovekirina kurdî amede bikim. Bê guman bi mezinbûna nifşên nû bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, her ku zimanê dayîkê jî zengîntir û berferehtir dibe her wiha bi hezran zarokên me li ser minhaj û elfebeya Kurdî di dibistanan de perwerde dibin. Li ser esasê xwendin û perwerdebûna bi zimanê Kurdî pir xwendekar nikarin zimanekî din bi hêsanî fêr bibin û bixwînin. Çawa ku di cîhanê de zimanên biyanî bi elfebeya Erebî ya zimanên fermî yên welatekî tên amedekirin û fêrkirin. Min jî xwest ji bo hêsankirina fêrbûna zimanê Îngilîzî ji nifşên îro re, ez pirtukeke biçûk bi zimanê Îngilîzî û Kurdî amede bikin. pirtûk di bingeh de bi zimanê Îngilîzî hatiye amede kirin û piştre bi mamosteytên zimanê Kurdî re bi zimanê Kurdî hatiye şîrovekirin û bilêvkirin”.

Pirtûka Jana Dil ya nivîska Cîhad Hemdûş

Cîhad Hemdûş di oxira doza azadiya Kurdistanê de welatparêzekî xwedî ked e. Mamoste Cîhad ji Gundê Xirabî Şera ye. Ji Malbatekî Şûyî ye, ji zaroktiya xwe ve bi ziman û elfebeya Kurdî re mijûl bûye û li ser wê bingehê xebat kiriye. Mamoste Cîhad anî ziman ku ew di zaroktiyê xwe de li ser dengê Radyoya Yêrîvan mezin bûye, her wiha ji ber meşandina xebatên şoreşgerî ji aliyê sîstema Sûriyê ve ji xwendin û karmendiyê hatiye qedexekirin. Gelek nivîs , gutar û helbestên wî hene. Herî dawî pirtûka Jana Dil ya helbestan nivîsandiye.

Mamoste Cîhad bi van gotinan behsa pirtûka xwe kir: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo me û bi taybet ji bo rewşenbîran bû derfet ku hêz û zanebpna xwe derxînin holê. Rewşenbîr weke stûnê civakê û divê rola xwe di civakê de bilîze. Pirtûka min ya helbestan yê bi navê (Jana Dil) bi hezkirinek pir mezin hat nivîsandin. Hejmarek ji helbestên cur be cur tê de hene. Tirsa min her ew bû ku ez bimirin û pirtûka min nekeve destê nivşên me, lê ez niha gelek memnûn û kêfxweşim ku pirtûka min hate çap kirin”.

Pirtûka Hestên Bêrîkirinê ya Fewaz Reşo

Fewaz Reşo ji gundê hesendêra ya navçeya Bilbilê ye. di demên Efrînê de weke Mamosteyê Zimanê Kurdî bû. Di Efrînê de jî dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kiribû, lê ji ber şerê Efrînê ew berhem hemû hatin windakirin. Fewaz niha weke Edîtor û wergervan di acansa Hawarê de kar dike.

Fewaz di derbarê hezkirina xwe ji helbest nivsandinê re wiha axivî: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di Efrînê de ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Bi hezkirina zimanê Kurdî re min xwest ez helbestan bi zimanê Kurdî binivsînim di sala 2016 an de min dest bi nivîsandina helbestan kir. Qederek ji helbestên ku min li ser kaxizan nivîsandibûn hebûm, lê derfet her nebû ku ez çap bikim. Bi êrîşên li ser Efrînê re em mecbûr man ku derkevin û ew berhem di Efrînê de hatin windakirin û şewitandin. Di Şehbayê de careke din min xweste bi derketina ji Efrîn re her wiha bi êş û hestên bêrîkirinê re min dest bi nivîsandina helbestan kir. giştî helbestên min li ser hestên bêrîkirinê  ne ji lewra min navê pirtûkê kir (Hestên Bêrîkirinê)”.

Pirtûka Ola Êzîdî ya Silêman Cafer

Silêman Cafer welatparêzekî gelek kevar e û ji ola Êzîdiya ye. Civaka Êzîdî herî zêde di Efrînê hene û ola xwe parastine. Mamoste Silêma jî di oxira ola Êzîdiyan de lêkolî û berhemên gelek bi nirx çêkirine. Pirtûka bi navê (Qewlên Êzîdiyan) weke yekemîn pirtûk ji aliyê Silêman Cafer ve bi zimanê Kurdî li ser asta cîhanê hatiye amede kirin. herî dawê jî pirtûka bi navê (Ola Êzîdî) bi zimanê Erebî nivîsandiye.

Mamoste Silêma bi van gotinan hestên xwe anîn ziman: “Pirtûka (Qewlên Êzîdiyan) di encama keda 30 salî de hate amedekirin. Di çapkirina wê pirtûkê de gelek zehmetî hatin dîtin û hejmarek pir kêm çap bû. Ew weke pirtûka yekemîn derbarê Ol û Qewlên Êzîdiyan bi berfirehî û bi zimanê Kurdî hate amedekirin. Ew pirtûk xwedî taybetmendiyeke gelek cuda ye gel min. hêviya min ya yekemîn ew e ku ez wê pirtûkê diyarî Rêber APO bikim. Rêber APO feylesof û Rêberê yekemîn e ku ol û civaka Êzîdî parast û piştgirî da Kurdên Êzîdî. Pirtûka min ya (Ola Êzîdiyan) ya ku min bi zimanê Erebî nivîsandiye, careke din hejmareke gelek kêm hatiye çap kirin her wiha ez vê pirtûkê diyarî malbatên Şehîdan dikim”.