Rojnameya Ronahî

Medyaya Dijîtal û bandora wê li ser civakê

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Medyaya Civakî di serdema me ya heyî de, bi aliyê xwe yê erênî û neyênî  roleke giring di jiyana mirovahiyê de dilîze û bandoreke mezin li ser çand, aborî, tendirustî û têkiliyên giştî yên civakê dike.

Di serdema heyî de Medyaya Civakî bandoreke mezin li jiyana mirovahiyê dike, bikaranîna şaş ya Medyaya Civakî têkiliyên civakî tune dike û bi awayekî neyinî bandorê li ser zarokan û tenduristiya mêjiyê wan dike, herwiha roleke wê ya erênî jî heye ku dihêle hin kesayet sûdê jê bigrin weke bazirganiyî an lêkolînkirina hin mijaran û di warê perwerdeyê.

Destpêka înternêtê

Toreya înternêtê di sala 1960’î de weke amûrek danûstendina agahiyan ji bo lêkolînerên hikumetê destpê kir, komputerek mezin li ser tevahî agahî hebû, diviyabû bighêjin vê komputerê da ku ji agahiyên li ser sûdê bigrin, katalîzatorek di avabûna toreya Enternêtê hebû ew jî bilindkirina şerê sar bû, Yekîtiya Sovyetan peyka (sputnik) da destpêkirin ji hêla Wezareta Parastina Emerîkî, di dawî de toreya ajansa parojeyên lêkolînên pêşketî ARPANET hate avakirin (Advanced Research Projects Agency Network) toreya ku di dawî de hate pêşketin ku niha bi navê înternêt tê nasîn.

Belavbûna Medyaya Civakî

Medyaya Civakî bi awayekî bi lez û bez belav bû, gelek malper hatin derketin di dema me ya heyî de yên herî bi nav û deng jî wiha ne:

– Di sala 2005`an malpera bi navê  (Youtube) hat damezrandin.

– Di sala 2006`an malpera Facbook ji hêla (Mark Zuckerberg)  hat avakirin û ji hemî bikarhênerên li çar aliyê cîhanê re jî dihat peydakirin. piştî wê bû yek ji malperên herî navdar di serdema heyî de ku nêzî 1 milyar û 700 milyon kesî ve tê bikaranîn.

-Di sala 2006`an malperek nû ya Medyaya Civakî  bi navê ( Twitter) hat avakirin, destpêkê weke malperek biçûk bû ji bo nivîsandinê, lê piştî wê  bû yek ji maplerên navdar di Medyaya Civakî de.

– Di dawiya sala 2010`an (Instagram) ji hêla (Kevin Systrom) hat derxistin tenê ji bo belavkirina wêneyan di riya enternêtê de, lê di sala 2012`an ji hêla Kampaniya Facbook ve hate kirîn.

– Derketina malperan nehat sekinandin û malperên nû hatin derketin weke malpera( Snapchat) ku ji hêla (Evan Spiegel, Reggie Brown, û Bobby Murphy) xwendekarên Zanîngeha Stanford ji bo belavkirina vîdyoyên kurt.

-Malpera Medyaya Civakî ya herî dawî derket di sala 2016`an ji hêla kampaniya ( ByteDance) ya Çînî ( Tik Tok) bû ku hejmara bikarhênerên wê di destpêka sala 2020`an gihaşt 800 milyon bikarhêner li ser asta cîhanê.

Bandorên erênî yên Medyaya Dijîtal li ser civakê:

 -Zêdekirina hilberîna zanistî:

Medyaya Civakî hilbirîna zanistî ya civakan zêdetir dike, ew dihêle ku komên bikahêneran ku heman fikrên wan yên zanistî hene di tevahî waran de weke; tenduristî, siyaset û aborî û ji xeynî wê ku karibin danûstendinê bikin zanîn û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin.

-Platformek raghandina azad e:

Medyaya Civakî weke platformeke medyayê tê hesibandin dihêle ku kesayet nêrînên xwe bi azadî îfade bikin bêyî ku bi ti zagonên zordar ên ku rê li ber azadiya derbirînê digire ve girêdayî bin.

 -Zêdekirina hişmendiyê di mijarên civakî de:

Medyaya civakî dihêle ku ferdên di civakê de mijarên giring li gorî wan civakan nîqaş bikin çi mijarên olî an exlaqî be û ji xeynî wî ev yek dihêle ku hişmendiya mirov bi wan mijaran zêdetir bibe.

-Xurtkirina hêza Aborî:

Gelek kampaniyayên karsazî û bazirganiyê medyaya civakî bi kar tînin, ji bo têkiliyan xwe xurt bikin  û hilberên xwe bifiroşin, herwiha medyaya civakî ji ber lêçûna kêm a darayî ya ku ji bo pêkanîna prosedurên aborî yên lêkolînê li bazareke  taybetî hewce dike; xwedan avantajek aborî ye. Hin malper jî rê didin kesan ku dest bi karsaziyên xwe bikin, ku ji wan re dahatiyek baş çêdike û dibe sedema serxwebûna darayî.

-Giringiya malperên elektronîk di warê perwerdeyê de:

Malper bi rêya ansîklopediyên elektronîk û malperên pispor ên di hin cureyên zanist û zanînê de bêpere agahiyan didin kesan, êdî her kes dikare zanyara ku dixwaze bi dest bixe û agahî her kêlî bi hêsanî dikare were bidest xistin. Malperên elektronik alîkariya kesên ku dixwazin xwendina xwe berdewam bikin; dike di riya xwendina ji dûr ve. Di malperên elektronik de vîdeo û madeyên perwerdeyê ku pêvajoya xwendinê xurt dike hene.

Bandorên neyinî yên medyaya dijîtal li ser civakê

-Girêdana bi înternêtê:

Bikaranîna zêde ya medyaya civakî di rêya înternêtê û temaşekirina domdar ya rêzefîlman dibe sedema girêdana bi enternêtê ve, bi vê yekê bandorê li ser tenduristiya kesan dike, ew dibe sedema nexweşiyên ne ji rê ve , nerehetî û tirsa zêde ku dibe sedema êrişên panîkê.

2-Bandorê li ser têkiliyên malbatî dike:

Bikaranîna medyaya civakî dibe ku bandorên neyinî û erênî jî li ser malbatê bike, ji hêla erênî dibe sedema berdewamiya têkiliyên zarokan yên ku ji dê û bav dûr ketine di encamên şer an berdanê û hwd.. Ji hêla neyinî dibe sedema ji hev qutbûyîna malbatê û civakê di riya bikaranîna şaş ji medyaya civakî weke: berdewamiya temaşekirina zarokan dîmenên ku tundî tê de heye li ser televîzyonê tirs di nava wan de ava dike ew dibe sedema guhertina şêwazên wan û pirsgirêkên exlaqî çêdike weke êrîşkariyê herwiha nexweşiyên xewê bi wan re çêdibe, hin ciwan lîstokên wek bobcî û enternêtê yên tund bi kar tînin ev yek bandorê zêdetir li ser şêwazên wan dike herwiha dîmenên kesên ku çixareyê û madeyên hişbirê vedixwin wan teşwîq dike ku ew jî bicerbînin.       -Belavbûna gotegotan û nûçeyên derewîn:

Di rêya medyaya civakî de hinek kes an alî nûçeyên derewîn belav dikin da ku bighêjin armanc û berjewendiyên xwe, ev yek gelek caran di welatên ku alozî û nakokiyan jiyan dike çêdibe, weke gotegotên çêbûna şer ev yek dihêle ku xelk ji malên xwe derkevin û ji welatên xwe koçber bibin, nimûneya li gel me şerê ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê û şerê taybet ku dagrkeriya Tirk di rêya ajanên xwe di rêya medyaya civakî li ser gelê herêmê dimeşîne, ev dibe sedema zirarên manewî li mirovan dike.

– Şideta elektronik ya li ser zarokan:

Medyaya civakî carna dibe amûrek e li dijî zarokan ku di civakê de bi xeletî tê bikar anîn, ji ber ku wan dike li ber zordariya elektronîkî û ev yek dikare bandorê li zarokan û tenduristiya wan a derûnî bike. Ew dibe sedem ku ew bi depresyonê derbikevin.

-Dibe sedema zêdebûna fobiya civakî:

Bikaranîna zêde ya medyaya civakî dibe sedema zêdebûna hestên tenêtî û îzolasyonê, pêşkeftina fobiya civakî dibe sedem ku mirov baweriya xwe bi xwe û bi kesayeta xwe winda bike, nahêle ku beşdarî boneyên civakî bibe û danûstendina rasterast bi mirovan re bike ev yek bandorê li ser tenduristiya mirovan ya pîskolojîk dike weke xemgînî û depresyonê.