Rojnameya Ronahî

Di navbera qanûn û kevneşopiyan de edaleta civakî  (beşa 1)

Nehîr Pale

Mala Jin di şert û mercên zehmet de hat vekirin

2013-2017`an di bin navê exlaq û ol de çeteyên DAIŞ`ê zextekî giran li jin û civakê dikirin. Keç piştî temenê wan dibû 12 salî, her wiha jinên ku hevjînên wan mirine û jinên ku ew û hevjînên xwe dev ji hevdû berdane û li gel malbata xwe dimînin li gorî zagonên çeteyên DAIŞ`ê divê hemû bi çeteyên DAIŞ`ê re bizewicin. Çeteyên DAIŞ`ê xwe cahid didîtin û divê civak her tiştê xwe qurbanî wan bike. Bi taybet jin dibûn qurban. Dema çeteyek hatibane kuştin hevjîna wî radestî çeteyekî dîtir dihat kirin.

Li gel civakê tişta zehmet ew bû ku keçên xwe bidin çeteyên biyanî yên ji derveyî Sûriyê. Keç bi dolaran dihatin kirîn û firotin. Malbat hebûn ji neçarî keçên xwe didan çeteyên DAIŞ û hinek malbat hebûn dilê wan ketibû dolaran û keçên xwe difrotin DAIŞ`ê. Zextekî mezin li wê civaka Reqayê dihat kirin û her tişt li wan qedexe kiribûn.

Xewla El-Îsa yek ji jinên Reqayê ye ku destpêkê tevlî xebatên Mala Jin bûye û ji bo rewşa xwe wiha got: `Min Hiqûq dixwend û çeteyên DAIŞ`ê bi temamî xwendina beşê hiqûq qebûlnedikirin. Hejmarekî mezin ji xwendevanên zanîngeha Hiqûq neçar man dev ji xwendina xwe berdin. Min jî di encama zexta çeteyên DAIŞ`ê de dev ji xwendina xwe berda. Bi rizgarkirina bajarê Keramê re wextê em hîna li kampê bûn, min li Mala Jin dest bi xebatê kir`.

Jin li Keramê Mala Jin vedikin

Bajarê Keramê dikeve navbera Dêra Zor û bajarê Reqayê de. 23`ê Adarê 2017`an ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgar kirin. Xewle El-Îsa, Zehra Abdullah ya 45 salî, Emne El-Newaf ya 57 salî, Sîham El-Dêlic û Sewsen El-Hesen hîna çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê ne û pevçûnên dijwar diqewimin Mala Jin li Keramê vedikin. Keramê li gorî xelkên herêmê hêlîna çeteyên DAIŞ`ê bû. Li Keramê hejmareke mezin ji mêran tevlî DAIŞ`ê bibûn.

Xewla El-Îsa têkildarî pêvajoya vekirina Mala Jin wiha got:`Keramê fîzîkî ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin lê belê zîhniyeta wan a DAIŞ’ê bû û li bendê bûn ku dîsa vegere herêmê. Dil û mejiyê civakê hatibû felc kirin. Li pey çeteyên DAIŞ`ê bi dehan jinên ku hevjînên wan bûn, mabûn. Hemû jî hîna temenê wan gelekî biçûk bûn. Malbatên wan dixwestin bi şêweyekî keçên xwe yên li pey DAIŞ`ê mabûn bidin berdan û bizewcîn in. Ji ber vê yekê dozên berdana jinan ji çeteyên DAIŞ`ê dihatin Mala Jin. `

`Mêr derbasî Mala Jin nedibûn`

Xewla têkildarî berteka mêran li beramberî Mala Jin wiha got:`Dema ku jin dozên xwe tanîn Mala jin me gazî mêran dikirin da ku em dozê çareser bikin. Mêr derbasî Mala Jin nedibûn, qebûlnedikirin ku pirsgirêkên xwe bibêjin û em çareser bikin. Digotin em Mala Jin nasnakin û bi wan re nacivin. Layiqî xwe nedidîtin ku werin bi me re birûnin. Li zora wan diçû û bawerî nedidan ku em bi edalet pirsgirkên jin û mêr çareser bikin.

Di vê mijarê de dayîka Zehra û Emne di çalakirina Mala Jin de gelekî westiyan. Keramê û gundên derdora wê nas dikirin. Emna dayîka şehîdan bû û Zehra jî hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû kuştin. Xwendin û nivîsandina wan nebû lê wan Mala Jin birêve dibirin. Mal bi mal digeriyan û Mala Jin bi civakê didan naskirin. Ji jinan dixwestin ku werin Mala Jin mafên xwe bixwazin. Gelek caran dema ku diçûn malan ew pêşwazî nedikirin û diberdan wan. Dayîka Zehra û Emne xwe tu carî nedan paş û jin perwerde dikirin da ku mafên xwe bixwazin`.

Mala Jin ciyê çareserkirina pirsgirkên jin e

Xewla di berdewamiya gotinên xwe de got: `Di destpêka vekirina Mala Jin de dozên hevjînên çeteyên DAIŞ`ê dihatin gel me. Malbatên wan dixwestin qanûnî keçên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê bidin berdan. Piştî ku jinan dîtin em dikarin pirsgirêkên wan çareser bikin êdî hemû pirsgirêkên xwe tînin gel Mala Jin. Hêdî-Hêdî xebatên me berferehtir bûn û heyanî roja îro Mala Jin di çareserkirina pirsgirkên jin de berpirsyartiyeke mezin rakiriye`.

`Êrîşî Mala Jin kirin`

Çima malbatan êrîşî Mala Jin dikirin Xewla e wiha anîn ziman:`Ji Keramê û gundên derdora wê jin dixwestin tevlî Asayîşê û QSD`ê bibin. Civakê ev yek bi namûsê û şerefê ve dida girêdan û heyanî niha jî qebûlnakin ku jin tevlî hêzên leşkerî û ewlehiyê bibin. Mala Jin bibû navnîşana destek û alîkarî dayîna jinan. Ji ber vê yekê berê xwe didan me û dixwestin em bi wan re bibin alîkar ku tevlî xebatê bibin.

Ji Keramê jinekê dixwest tevlî Asayîşê bibe û ji me xwest em pê re bibin alîkar. Piştî ku ew jin tevlî Asayîşê bû malbata wê êrîşî me kirin û tevlîbûna wê ya Asayîşê bi exlaq û şerefê ve dan girêdan. Me hewl da ku malbata wê bidin bawerkirin û qebûl bikin ku keça wan li Asayîşê bixebitê. Malbatê qebûl nekir lê keça wan ji nêrîna xwe nehat xwarê û tevlî hêzên Asayîşê bû. Piştî du salan ew û malbata xwe li hevhatin. Rojekê dema ew diçe serdana malbata xwe birayê wê veşartî wê tavêje bîra mala wan û bi keviran deriyê bîrê digre. Du mehan malbata li keça xwe digeriyan, piştî ku birayê wê yê ew kuştî reviya Lubnanê agahî dide malbata xwe ku xwişka xwe avêtiye bîrê û ew fetisandiye.

Her wiha berê her ku jin dozên xwe tanîn Mala Jin malbatên wan an jî eger zewicî bin malbatên hevjînên wan êrîşî Mala Jin dikirin. Qebûlnedikirin ku jin li dozên jinê binêrin û çareser bikin`.