Rojnameya Ronahî

‘Bi yekbûna jinan em ê Sûriyeke demokrat ava bikin’

Lîloz Hisên

Kordînsayona Kongra Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku her jineke azad karê welat û netewekî demokrat ava bike bi rêya hêz, îrade, fikir û felsefeya Jin Jiyan Azadî.

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re ji ber pêşketina ku karîbûn di hişmendiya civakê de bidin guhertin, ev bi saya firk û felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan ji jinê re pêşkêş kir, êdî jin tevlî hemû qadên jiyanê bû di nav de jî aliyên wê yên civakî, aborî, leşkerî. Her wiha jin bi rengekî aktîf ji bona çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê cihê xwe digre û hewil dide ku roleke sereke di vî warî de bilîze.

Derbarê vê mijarê de kordînasyona Kongra Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhanê Loqo ji rojnameya me re axivî.

Rîhan Loqo behsa kirîzên di Rojhilata Navîn, her wiha pirsgirêkên di tevahî cîhanê de weke kirîzên aborî, hişmendî, siyasî û hwd.. kir, bi taybet jî girêdayî hişmendiya nijadperest û olperest ku her dem jinê dûrî qadên jiyanê dike, lewma li gorî berjewendiyên xwe û çawaniya parastina van berjewendiyan siyaseta xwe ava dike, an em bêjin netewperestiya xwe çawa karibe derxînin pêş. Ev yek di Rojhilata Navîn de di dewletên neteweperet de vê siyasetê didin meşandin, dewleta Sûriyeyê jî parçeyek ji van dewletên Rojhilata Navîn e, li ser esasê siyaseta nijadperest, olperest û zayendperest vê siyasetê dide meşandin, û di pileya yekem de armanca wê ye ku jinê dûrî qadên jiyanê, mijarên civakî, siyasî û îdarî bixe, lewma bi yek alî giştî Sûriya hatiye bi rêvebirin.

‘Yek ji pirsgirêkên  sereke yên Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka jinê ye’

Rîhan Loqo wiha anî ser ziman:” Dema ku Rêber Apo behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike di nav van pirsgirêkan de çareserkirina pirsgirêka jinê tîne ser ziman, rêbazên çareserkirinê her wiha hewildanên li hember derketina alozî û hişmendiyên heyî, careke din berhemên dayikê radixîne pêş çava ku jin di dîrokê de hatiye nasîn bi zanebûn, felsefe û rêvebirina civakê û xwezyê û zanista jin li herêma Rojhilata Navîn vejîn û geş bikin.

‘Hewildanên çareserkirina aloziyan bi rêbazê yek alî’     

Rîhan Loqo diyar kir ku her dem hewildanên çareserkirina aloziyên gitşî yên herêma Rojhilata Navîn rêbazê yek alî derdixin pêş, sîstema vî rêbazî jî ne demokratîk, ne wekhevî û bê edaletî ye li ser vê yekê siyaset tê meşandin, lê welatiyên di van welatan de du alî jiyan dikin weke sîstema gerdûnî, nabe ku bi yek alî jiyan bikin û got: “Li ser vî esasî bi hişmendiya zilamperest derdikevin, bi vî rêbazî dixwazin çareseriyê derxînin, lewma em dibînin ku heta niha aloziyên Rojhilata Navîn, Kurdistan û ser asta cîhanê berdewam e ne tenê li Sûriyeyê.”

’Sedsala 21`an sedsala azadî û pêşengtiya jinê ye’

Rîhan Loqo wiha axaftina xwe berdewam kir: “Yê ku ronkayî da ser vê tarîtiyê û çareseiyên guncaw derxist pêş Rêber Apo ye û ew ji bona jinê û pêşengtiya wê dibêje: (Di nava van welatan û şoreşan de wê pêşengtî ya jinê be), sedsala bîst û yekê wê bibe sedsala azadî û pêşengtiya jinan, wê jin bi pêşengtiya xwe civakek demokrat, bi edalet û wekhevî ku tevahî beşên civakê jê razî be ava bike, rêbazên çareserkirinê li gel jinan ji bo hemû pirsgirêkan, ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêka jinê çareserkirina tevahî aloziyên cîhanê ye. Ev rastiyeke ser vî esasî Rêber Apo dibêje(Rola pêşeng di nava tevahî kirîz û pirsgirêkên heyî de rola pêşeng ya jin ye), em di wê baweriyê de ne ku jin wê karibe tevahî van kirîzan bi dawî bike.”

‘Jin bê navber li hember hişmendiyên kevneperest têkoşîn dike’

Rîhan Loqo wiha pê de çû: “Ji dîrokê ve heta roja me ya îro jin bê navber li hember tevahî hişmendî û têgehên hişk ku ji hêla dewletên dagirker û faşîzim bi yek alî kar û xebatên xwe didin meşandin her wiha li hember şerê li dijî çand, erdnîgarî, hebûn û dîrokê têkoşîn bi salane tê kirin, da ku sîstemeke wekhev ava bike xebatan dide meşandin di heman demê de ji bo parastina ziman, dîroka jin û nasnamê di nava liv û tevgerê de ne, lewma li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş bi şoreşa jinê hate nasîn û sîstemek xweser ya jinan hate ava kirin ew jî sîstema wekhevî, demokrasî û edalet, di nava komîn, deste, qadên civakî û perwerdeya xwe bi rêve bir û ev ji tevahî cîhanê re bû nimûne.”

‘Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemek bi rengê jinê tê ava kirin’

Rîhan Loqo wiha axaftina xwe domand: “Tevî ku di nava şoreşê de xebatên giring tên meşandin lê belê hîn em dibînin ku bê bawerî li hember sîstema jinê ji hêla dewletên desthilatdar ku xwe li ser zihniyeta baviksalarî ava kirin e tê dîtin. Ev yek hîn zêdetir bi hişmediya netewperest kar û xebatên xwe dimeşînin û li gorî qanûnên xwe yên neteweperest, ev pirsgirêk di herêmên di bin desthilatdariya rêjîma Sûriyeyê de berdewam e. Pirsgirêka astengkirina tevlîbûna jinê di nava xebatên siyasî û aborî de, her wiha aloziyên jinan weke kuştin, lêdan, revandin û tecawiz tên jiyan kirin. Ev yek nahêle ku rêbazên çareserkirinê li Sûriyeyê derkeve pêş, berovajî vê yekê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin li hember vê yekê tê kirin li gel hevalên xort û mêr kar dikin, têkoşîna li hemberî wê zihniyeta ku bi salan li ser perwerde bûne tê kirin û sîstemek bi reng û nasnameya jinê tê ava kirin.

‘Her jinek welat û netewekî demokrat ava dike’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku bi rêbaz, sekin û zanista jinê em di wê baweriyê de ne ku wê ronîkirineke mezin li ser giştî civakê bê çêkirin, ne tenê li ser jinan, zarok û malbat jî di nav de. Ji ber ku bi jineke azad em dikarin malbateke azad ava bikin, malbata azad jî civakek azad û demokrat ava dike û civaka azad û demokrat jî netewek demokrat ava dike. Ev yek ji jineke azad destpê dike, lewma em di wê baweriyê de ne ku her jinek kare welatek û netewekî demokrat ava bike bi rêya hêz, îrade, fikir û felsefeya “Jin Jiyan Azadî”.

Di dawiya axaftinên xwe de Rîhan Loqo wiha anî ziman:”Têkoşîna me her dem berdewam e û em hewil didin xwe bighînin beşên din yên Sûriyeyê, zêdetir bi jinên li wan herêman peywendiyan bikin, da ku em bi hev re hişmendiya jina azad û demokrat pêşbixin. Her wiha bi hev re Sûriyeke demokrat û pirrengî bi tevahî ol û bawerî, bi ziman û çandên xwe hatiye xuyanî kirin û demokrasiyekê rast ji civaka xwe re û giştî Sûriyeyê re ava bikin.”