Rojnameya Ronahî

Zimanê dayîkê dide jiyankirin

Argêş Gewda

Mamosteyê zimanê Kurdî Aras Ehmed  bi rêya vîdeoyan li gel şagirtên xwe, zimanê kurdî dide hîskirin û vîdeoyên wî bi rêjeyek mezin tên temaşekirin û hezkirin.

Aras Ehmed li gundê Tildîkê yê girêdayî bajarê Dirbêsîyê ji dayik dibe. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi hewldanek mezin dikeve nav kar û xebatên şoreşê. Peymangeha zimanê Kurdî diqedîne  û di sala 2015’an de dest bi mamostetiya  zimanê kurdî dike û roj bi roj hem fêrî zimanê Kurdî dibe û hem jî şagirtan fêr dike.

Bi kelecanek mezin şagirtan fêr dike

Aras Ehmed bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hewil dida ku zimanê xwe pêş bixe. Ji ber ku dema rejîma Bees de çand û zimanê Kurdî ber bi helandin û pişaftinê ve diçû.  Ew jî li ser vî bingehê mamostetiya zimanê Kurdî hildibijêre û dibe mamostê zimanê kurdî. Zimanê Kurdî bi şagirtina dide nasîn û dihêle ku ji ziman û çanda xwe hezbikin û pêve werin girêdan û pêşbêxin

Vîdeoyên girêdayî zimanê Kurdî di Torên Civakî da Têhe skirin û temaşe kirin

Piştî demekê ji bo zimanê Kurdî zidetir pêş bixe, dest bê çêkirina vîdeoyan bi şagirtan re dike. Di torên civakî da rêjeyek mezin tê guhdar kirin û bala temaşevanan pir dikşîne. Aras tîne ser ziman ku  ev di nava zarokên Rojava û beşên din yên Kurdistanê jî vîdeoyên bi vî rengî pir tên ecibandin. Her wiha ev vîdyo ji alîyê hezaran ve tê temaşekirin. Ev pêngav dibe sedem ku  zarok zimanê xwe hîn bêtir hes bikin û roj bi roj fêrbibin û pêşbêxin.

Çand û zimanê Kurdî pêwîste bi her awayî bê pêşxistin û parastin

Aras Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got; ji bona ku zimanê kurdî hîn zidetir di nav zarokan û civakê de pêşbikeve û were hezkirin û li ser torên civakî bi şêwazên cuda em vîdyoyan parve dikin. Bi mamik, gotinên pêşîyan hwd. Ji bo ku zimanê Kurdî ber bi pişaftinê ve neçe dê hewildanê xwe her dem bidomîne. Aras anî ser ziman ku hêvî û daxwazên wî ji zimanzan û mamosteyên zimanê Kurdî yên her çar parçên Kurdistanê heye  ku li dijî pişaftinê têkoşîn bikin û li dijî pergala mêtinger û qirker serî netewînin.

Rêber Apo ji bona parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî xwedî kedeke pêhempaye

Aras Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku pêşketin û destkeftiyên şoreşê û zimanê dayîkê li Rojavayê Kurdistanê hemû saya fikr û felsefeya Rêber Apo pêşketiye û di nava civakê de gihiştiye asteke pêşketî. Her wiha em 15’ê Gulanê cejna zimanê dayîkê di serî de li Rêberê Netewî Rêber Apo û gelê Kurdistanê û hemû gelên azadî xwaz pîroz dikin