Hemza Sêvo/Qamişlo
Amadekarê Pirtûka Rêzimana Îngilîzî, Nêçîrvan Evdilezîz diyar kir ku Pirtûka Rêzimana Înglîzî Ji Bo Kurmancîaxivan, pirtûkeke bi taybet ji bo kesên kurd yên bi zaravaya kurmancî diaxivin hatiye amadekirin. Herwiha armanc ji amadekirina wê pêşxistina şiyana kurdan di warê fêrbûna zimanê iinglîzî de û bi riya vê pirtûkê bi hêsanî û bi awayekî durist kurd xwe hînî inglîzî bikin.
Pirtûka Rêzimana Îngilîzî Ji bo Kurmancîaxivan wekî pirtûkeke nû ya Saziya Zimanê Kurdî, SZK’ê ye. Ev pirtûk di derbarê zimanê Inglîzî û awayê fêrbûna zimanê inglîzî de ye ku ji bo kurmancan hatiye amadekirin. Berhema Rêzmana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan ji 18 beşan pêk tê û mijarên naveroka wê bi giştî li ser rêzimana Inglîzî ye, ji elfbeyê heya peyv, lêker, navdêr, hevok û hwd… Lewma jî hejmara rûpelên wê 360 rûpel e û ji weşana SZK’ê ya sala 2024’an e. Amadekarên wê Nêçîravn Evdilezîz û Mîlad Xezalê ye.
Hêjayî gotinê ye jî ku Mîlad Xezalê di sala 1992’yan de li gundê Tilmarûf yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ji dayîk bûye. Ew ji Enstîtûya Endeziyariya Gaz û Petrolê ya Rimêlanê derçûye. Her wiha Enstîtûya Zanistên Perwerdehî li bajarokê Girkê Legê xwendiye. Di heman demê de jîderçûyê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê ye û ji sala 2020’an ve endamê Saziya Zimanê Kurdî ye.
Nêçîrvan Evdilezîz jî di sala 1993’an de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê, li fakulteya Ziman û Zanistên Civakî(Fakurlteya Ziman û Wêje) Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava lîsa xwe wergirtiye. Hem jî Enstûtiya Zanistên Perwerdehî qedandiye û ew jî, ji sala 2019’an ve endamê SZK’ê ye.
Xebata amadekirina berhema Rêzimana Îngilîzî Ji bo Kurmancîaxivan ji aliyê herdû endamên SZK’ê ve hatiye meşandin, têkildarî vê pirtûkê de jî amadekarê wê Nêçîrvan Evdilezîz ji rojnameya me re axivî.
‘Armanc pêşxistina şiyana kurmancîaxêvan yên ku dixwazin fêrî Inglîzî bibin’
Nêçîrvan Evdilezîz da zanîn ku mebesta me ji amadekirina pirtûka Rêzmana Îngilîzî Ji Bo Kurmancîaxivan ew e pêşxistina şiyana kurmancîaxêvên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî dibin û wiha got: “Berhema Rêzmana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan pirtûkeke bi taybet ji bo kesên kurd yên bi zaravaya kurmancî diaxivin hatiye amadekirin. Naveroka wê hemû qadên girêdayî zimên dihewîne. Şîrovekirina rêzimana Inglîzî bi zimanê kurdî ye û rêzmana Inglîzî ji pirtûkên Inglîzî ye. Me pirtûka Rêzimana Kurmancî ya SZK’ê jî ji bo zimanê kurdî kire bingeh ji xwe re û bi vî awayî rêzmana Inglîzî şîrove kir. Xebata amadekirina pirtûka Rêzimana Îngilîzî bi demdirêjahiya salekê berdewam kir. Xebata ku hat kirin jî bi tevkariya endamê SZK’ê Mîlad Xezalî bû. Weke çapa yekem niha li ber destê her kesî ye û deriyê nirxandin û rexnekirinê jî vekirî ye. ”
‘Di 4 mehan de bi riya vê pirtûkê mirov dikare fêrî Inglîzî bibe’
Evdilezîz diyar kir ku bi riya Rêzmana Îngilîzî Ji Bo Kurmancîaxivan mirov bi dirêjahiya 4 mehan dikare hînî xwendin û nivîsandina zimanê inglîzî bibe û wiha domand: “ Berhema Rêzmana Înglîzî Ji Bo Kurmancîaxivan bingeha rêzmana Inglîzî ji saziyên navdar yên cîhanê ku mijûlî zimanê Inglîzî dibin, wergirtiye. Ji wan saziyên weşana pirtûkên rêzmana inglîzî dikn jî, Oxford, Kambrêç, Farlêx û hwd…, ku her saziyek ji van saziyan bi awayekî cuda rêzmana Inglîzî amade kirine. Her yek ji van saziyan jî bi rêbazên xwe ku xwîner û kesên ku bixwazîbin xwe fêrî zimanê Inglîzî bikin, pirtûkên rêziman çêkirine. Me jî ji van pirtûkan sûd wergirtiye ku xwîner ango kurmancîaxêv bi awayekî dirust û hêsan hînî zimanê Inglîzî bibin. Wekî em dizanin ku zimanê inglîzî û kurdî ji malbatekê ne û herdû ziman nêzî hev in. Lewma jî fêrbûna zimanê inglîzî bi riya şîrovekirina bi zimanê kurdî ji bo kurdan û kurmancîaxêvan wê hêsantir be bi riya zimanekî din. Hêjayî gotinê ye ku kurmancîaxêvê bixwazibe xwe fêrî inglîzî bike, bi nêrîna min wê di navbera 4 mehan de bi hêsanî fêr bibe. ”
‘Çanda fêrbûna zimanê kurdî û zimanên din li cem kurdan çêbûye’
Evdilezîz anî ser ziman ku çanda fêrbûna zimanê kurdî û zimanên din li cem kurdan heya astekê baş çêbûye û wiha axivî: “Kesên temen mezin û yên ku nema dikarin xwe fêrî zimanê kurdî bikin an jî bixwînin, ew piraniya xwe tevlî perwerdyên fêrbûna zimanê kurdî nabin. Lê wekî din rêjeya kesên ku dixwazin xwe fêrî zimanê kurdî bikin di asteke bilind de ye. Kesên ku dizanin bi kurdî biaxivin, lê nizanin binvîsin û bixwînin daxwaza wan ya fêrbûna zimanê dayikê heye. Hin kes jî hene ku fêrbûna zimanê kurdî ji wan re ne xem e û naxwazin fêrî kurdî bibin, ev yek jî ji ber rewşa zimanê kurdî a ku pişaftin û qedexekirin li ser dihat kirin, bû. Lê rêjeya kesên ku xwe fêrî zimanê kurdî bikin ji ya van kesên din yên naxwazin xwe fêr bikin bêtir e. Li aliyekî din jî ji vê zêdetir em dibînin ku civak xwe fêrî zimanên din dike, nimûne; zimanê inglîzî. Ji ber ku zimanê inglîzî zimanekî cîhanî ye, her wiha xwedî pirîstîjeke cuda ye, lewma jî asta fêrbûna zimanê infglîzî li cem me kurdan li pêş ketiye. ”