Rojnameya Ronahî

Hunera şoreşgerî rastiya çanda me ye

Şêwekarê pispor Erdelan Îbrahîm ku nêzî 30 salî li diyasporê bû, bi Şoreşa Rojava re berê xwe da Efrînê. Li wir jî demildest tevlî nava xebatên hunerî dibe û cihê xwe weke Endamê Têkîliyan di Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê de digire. Îbrahîm beşdarî gelek xebatên mîna wêneya Rêbertiyê ya li Bilibê, peykera Kawayê Hesinkar û gelek çalakiyên dîtir ên kantonê dibe.
ERKA ME ŞERVANTÎ YE
Îbrahîm li ser rola hunermend û rewşenbîran di yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de ev tişt got: Rola rewşenbîr û hunermendan di kêliyên dîrokî de ne kêmî rola şervanan e. Me jî di nav berxwedana gelê Efrînê de xwe birêxistin kir. Bi koordîneya bi gelek saziyan re (Heyva Sor a Kurd, meclîs û komînan, saziyên rêveberiyê,…hwd) me berê xwe da çeperên berxwedanê. Me ji gel re civîn li dar dixistin. Alîkariya tubî li çeperan, bicihkirina şêniyên gundan, dabînkirina pêdiviyên gel û … hwd. Erdelan tekez dike ev kar erkekî me yê neteweyî bû û got: Ji bo ku em rastiya van êrişan bi gel û cîhanê re bidin nasandin, şêwekarên Efrînê li ser dîwarê Paymangeha Viyan Amara wêneyên ku vê rastiyê diteyisînin xêz kirin.
LI HERDU KAMPAN FÊRGEHÊN WÊNEXÊZIYÊ
Erdelan Îbrahîm li ser qonaxa piştî koçberiya bi zorê li Şehbayê dibêje: Mixabin em jimarek kêm li vir mane. Lê vê yekê bandor li îradeya me ne kir. Demildest me civînên xwe li dar xistin û ji nû ve em komî ser hev bûn. Me biryar girt ku di bin çi şert û mercan de be, ji bo rizgarkirina Efrînê pêwîste em bi rola pêşeng rabin. Îbrahîm destnîşan kir ku ên herî zêde bi vê êrişa dagirkeriyê bandor bûne zarokin. Derûniya wan li ber têkçûnê bû. Ev jî ji hinek derdoran re zemîneke êrişên çandî amade dikir. Ji ber vê yekê, berî her tiştî me berê xwe da zarokê Efrînê û ji bo wan dibistanên fêrkirina şêwekariyê li herdu kampên Berxwedan û Serdem hatin vekirin.
ENERJIYA ZAROKAN DÊ BITEQE
Îbrahîm di nav axaftina xwe de got: Zarok bi riya hunerê dikare derûniya ku dijmin avakiriye derbas bike û berovajî hêviyên dagirkeran dikare bibe volkanek û di rûyê dijmin de biteqe. Lê pêwîst bû em vê enerjiya zarokan bi riya hunerê di tunelên rast ên Şoreşa Rojava de biherikînin. Armanca me ya sereke jî ew bû ku em civaka xwe di nav van şert û mertên dijwar de ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji ber jî, di serî de me zarok hedef girtin. Îbrahîm dewam dike: Ji bona ku ev kar bi rêkûpêk bibe bi Çand û Hunera Efrînê û Yekîtiya Rewşenbîran re em ketin nava têkîlî û koordîneyê.
WÊNEYÊN VEGERÊ XÊZ DIKIN
Îbrahîm dibêje: Destpêkê de hejmara zarokên li fêrgehan ne digihaşt 20 zarokan. Lê niha li her fêrgeheke me bi qasî 75 zarokên temen navbera 6 û 14an de hene. Ev hejmar rojane jî zêde dibe. Îbrahîm diyar kir ku destpêkê ew dersên derûnî didin û ev tişt anî ziman: Piştî dersên derûnî em zarokan fêrî wênexêziyê dikin. Îbrahîm derbarê wêneyên ku zarok xêz dikin de jî got: Zarokên me wêneyên veger, bîrî, zeytûn, berxwedan, koçberî, balefir, sewal, ax, gund, pez, çiya û … hwd bi giranî xêz dikin. nameya wan jî ew e ku dunya hemû bizanibe ku gelê Efrînê girêdayî axa xwe ye û nikare li dûrî çanda xwe yek rojê jî bijî.
PROJE PIR IN
Erdelan Îbrahîm derbarê giştî kar û projeyên xwe de ev tişt got: Gelek projeyên me ji bo zarokan hene. Hinek jê pêk hatin, hinek di dewrê de ne û hinek jî wê pêk werin. Projeya me ya Moreka Êşê jî hîna di dewrê de ye. Di vê projeyê de wê bi hezaran zarokên Efrînê moreka xwe lêdin û dê nameyekê ji hemû zarokên dunyayê re, bi riya wênexêziyê bişînin. Tabloya Moreka Êşê wê bibe mezintirîn depoya hunerî li dunyayê. Dê bi riya wê jî zarokên me rastiya dagirkeriyê rave bikin.
EM XWEDÎ ERKÊN NETEWEYÎ NE
Şêwekar Erdelan Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: Pêwîste hinermend û rewşenbîrên Kurd û bi taybet ên Efrînê xwe di vê qonaxa hestiyar de xwedî erk û peywirên neteweyî bibînin. Em ê di nava vê heyama serfeberiyê de bi nîgar û resmên xwe rastiya hov û qirker a dewleta Tirk ji dunyayê re ragihînin. Pêwîste li gorî pêvanên şoreşê û rastiya Kurd, kesayeta hinermendê şoreşger ava bibe. Ev jî ancax bi rola pêşeng a hunermend û rewşenbîran pêkan be.

Idrîs HENAN