Pirtûka nivîskar û rojnamevanê Kurd Hesen Zaza ya bi navê “Rola kurd di avakirina Misir û Şamê de” berê demekê hate çapkirin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi berfirehî cih daye dîroka Kurdên li Misir û Sûriyê.
Hesen Zaza Nivîskar û Rojnamevanê kurd di sala 1950’î de li Dîmeşqê bajarê Rikne Dîn ji dayîk bûye, di nav malbatek kurd welatparêz de mezin bûye û bi temenê 17 salî de dest bi nivîsandina helbestan kir. Xwendina xwe heya zaningeha Şamê temam kir û dîplomeya Macistêra ragihandinê wergirtiye û ev 50 salin ku xebatê rojnamevanî û nivîskariyê dike, her wiha di gelek rojname û malperanên herêmî û biyanî de wekî edîtor xebat kiriye. Di sala 1993’yan heya 1997’an de wekî endamê Mecils parêzgeha Dîmeşê hate hilbijartin, di heman demê de jî yek ji sazkarê mihrîcana Dîmşeqê ya çandê û şanoya cîhanê di Sûriyê de bû. Hesen Zaza di di şoreşa Rojava jî yek ji avakerên YRA’ê bû ku Endamên Rêvebirê Yekîtiya Ragihandina Azad bû û niha jî endamê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê ye. Heya niha 2 kom nivîsên helbestî û 5 pirtuk ser mijarên siyasî, doza kurd û civakî nivîsandiye, yek ji wan pirtûkan jî “Rola Kurd di avakirina Misir û Şamê de ye.”
Rojnameya Ronahî derbarê pirtûka bi navê “ Rola Kurd di avakirina Misir û Şamê de.” Ser armanc û naveroka pirtûkê bi Nivîskar û Rojnamevan Hesen Zaza re hevdîtin kir
Kengî dest binivîsêkir û çima doza kurdî bala te
kişand?
Ez ji malbatek kurd û welatparêz de mazinbûme, Ez kurdim ji bo wê jî doza kurdî ji bo min mîna nanê rojane, her di rojevê de bû. di sala 1967’an ku di temenê 17 salî debûm bi helbestan dest bi nivîsêkir û du komkirinê helbestên siyasî û rexnegerî bi navê “Cîhana sêyemîn” nivîsand. Di navbera van salan de xebatê rojnamevaniyê de jî min girîngî da nivîsandinê ku ez wek kurd bi sedên salan ji mafê xweyî rewa mherum mame, her wiha mala her ji tevgerên azadiyê re vekirîbû û hîn vekiriye, bapîrê min tirka ew kuşt.”
Heya niha te çend pirtûk nivîsye?
Heya roja îro 5 pirtûkên wekî “Tevgerên Siyasî di Sûriyê de, Hukumeta Sûriyê de sed sala 20’an de, Iraq lêkolîna siyasî û rêxistinî, pêşxistina dîokratiyê û Rola kurd di avakiirna Misir û şamê de “ nivîsnad û çabkiriye û 1000 hijmar hatin çapkirin û li tevahî Sûriyê û heya Qahîrayê hatiye belavkirin. Naveroka wan jî ser rêvebirên kurd di dema avakirin û şoreşa di Sûrî de, ku di wê demê de yên ku sûriyê bi rêvedibirin kurd bûn. Di sala 2007’an de pirtûka bi navê “Iraq Lêkolîna di dîroka siyasî ji partî û rêxistinan” de di wê pirtûkê de jî min bal kişand ser doz kurd di Iraqê de û taybet ser kurdewariya Kerkûkê. Armanc ji van pirtûkan da ku cîhan û taybet rewşenbîrên Ereb û biyanî rol, çand û dîroka kurdan nasbikin, pitûka herî dawî “rola kurd di avakirina Misir û Şamê de bû.”
Naveroka pirtûka nû çiye û bi armancê te nivîsandiye?
Pirtûka “Rola kurd di avakirina Misir û Şamê de” rewşek cûda çêbû ku di sala 2017’an de çapa yekemîn ji pirtûka rola kurd di avakirina Misir û Şamê de li Akadimiya Lêkolînên Kurdî li Qahîra yê hate çapkirin, her wi
ha li pêşngeha pirtûkan a Qahîra hate pêşkêşkirin û eleqeyek mezin jî dît, her wiha di sala 2018’an de li Rojava hate çapkirin û di 2.pêşngeha pirtûkan a Rojava ku beriya demekê li Qamişlo hatibû li darxistin hate belav kirin. Rastî ji bo ku bighêje pêşngehê tanî 150 pirtûk hatin çabkirin, lê heye niha di çapê de wê 1000 hijmar bêne çabkirin. Di pêşngehê de xwîneran eleqeyek mezin danê de û nêzî 50 pirtûk li wan hate belavkirin. Ev pirtûk mîna pirtûkên din ser doza kurde lê, vê carê bi rengekî ferhtir. Demek dirêj bû ku min ser lêkolîn dikir, jiber ku di deme berê de gelek rêvebirên kurd mîna Nurdîn Zaza û Osman Sebîrî mêvanê mala me bûn û nîqaşên ser doza kurd dihate gûtebêjkirin. wekî kurd normale û ji xwezaye ku girêdan min bi doza kurdî hebe û balê bikşînim ser, di nivîskê xew de min kurdistan nivîsî tenê ji bo vê gotinê; Rêjîma Baas ez xistim girtîgehê de û kurê min yê bi navê Heval jî girtin, di encama işkenceya Basiyande jiyan xwe ji dest da. Armanc ku dîroka kurd di rêvebirin û avakirinê de ji cîhanê re bidim nasî û tola xwe lawê xwe di riya vê pirtûkê de hilînim.”
Naveroka pirtûkê ser 6
werzane her werzek behsa çi dike?
Ev pirtûka ser 6 werzane her werzek mijarek digre dest wekî “Rola kurd li Sûrî, Libnan, Misir, rol kurd di şorşa Sûrî de û rola ciwanên kurd di dagirkeriya firensî li Sûrî de û li Filîstînê jî …hwd. Ev kesên ku di avakikirina Misir û Şamê de xwedî rolbûn mîna (Ibrahîm Henano, Yûsiv El-ezma û mhmed Mela…hwd. Ku di sala 1939’an de ciwanên kurd li Sûriyê yaneya çanda kurdistan li şamê wekî Ehmed keftaro, Alî Bozo, Nûridîn Zaza û D.Xalid Qotreş avakirin, dema ku rêjîm yane girt li şûna wê Yaneya Werzêş bi navê “Kurdistan” vekirin. Ev pirtûk wekî belgeyên piştrastkirî ji bo danesîna rola gelê kurd di rizgarkirin û avakirina Misir û Şamê de, her wih
a avakirina jiyanek siyasî, çandî, civakî û aborî de xwedî rolek girînge.”
Çi projeyên te hene?
Projeyên nû dê pirtûka “Rola kurd di avakirina Misir û şamê de” di çapa sêyemîn wê ser rola rojnamevanên kurd di ragihandina Misir û Sûriyê de ku yekemîn jina kurd li Misrê derbasî zaningehê de û dibe yekemîn jin bawernameya doktora li zaningehê werdigre navê wê jî Suhêr El mawîyê ye. Di heman demê de jî hazirtiya pirtûka nû ser Êzîdxaniyan dikim, ku ev 35 salin ser lêkolîn û mijûlê dibim, her wiha pirûka “Pêşxistina dîrokî ya dîmokratîk jî di çapê de ye.”
Melek DEMÎRTAŞ