Rojnameya Ronahî

‘Kurdên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de hebûna xwe isbat kirin’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî da zanîn ku kurdan di hilbijartinên şaredariyên Bakur û Tirkiyê de tevî hemû zehmetiyan bi vîneke mezin xwe isbat kirin. Herwiha li gorî encamên van hilbijartinan diyar dibe ku desthilatdariya AKP’ê di demeke nêz de, wê were bidawîkirin.

Di 31’ê Adarê de hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêk hatin. Di encama van hilbijartinan de jî tevî hemû astengiyan, DEM Patiyê bi ser ket û piraniya şaredariyên ku di bin serweriya faşista AKP’ê de bûn, bi saya dengdayîna gelê kurd bi dest xist. Her wiha têkildarî heman mijarê jî Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî li Sûriyê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Hûn pêşveçûna hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çawa dinirxînin?

Hilbijartin sîstemeke yasayî ye û ji mafê her miletekî ye ku bi rengekî normal de li welatê xwe çêbike. Ger em hilbijartinên Bakur û Tirkiyê binerxînin dê li gorî rewşa siyasî ya derve û hundirîn, rewşa desthilatdarî û hikumetê ev hilbijartin wê Tirkiye ber bi qonaxeke nû ve bibe. Weke ku em dizanin ev bû zêdeyî 20 salan AKP’ê serweriya xwe li ser gelan dineşîne û heya roja îro li ser heman hişmendî û heman siyasetê Tirkiyê bi rê ve dibe. Lê gelên Tirkiyê ji AKP’ê re gotin ev siyaseta te nema dikeve xizmeta me de, êdî di aliyê çandî, siyasî, aborî û hwd… ve pêş ve bibî û serweriya xwe li ser me ferz bikî. Ne ku em pirobogandaya çêdikin,lê bi rastî jî rewşa Turkiyê wiha ye. AKP’ê bi xwe jî vê yekê dizane. Erdogan piştî encamên hilbijartinan de got, em ê li xwe vegerin û nas bikin ku sedema binketina me û kêmbûna dengên ji bo me çi ye. Rast e niha hikumeta AKP’ê serwer e û di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket lê di demê pêş de ger hilbijartinên din yên dewletê pêk werin wê gel nema dengê xwe bide wê. Ev yek tê wateya ku dawiya hikumeta AKP’ê hin bi hin nêzîk dibe. Di heman demê de wê di hilbijartinên din de jî bi bin bikeve û serweriyê ji dest bixe. AKP’ê nikare pirsgirêkên hundirîn û derveyîn çareser bike, yek ji van pirsgirêkan; binçavkirina bi sedema siyasetê û dabpêdana mafê netewên din e. Ger AKP’ê li ser heman hişmendiyê serweriya xwe bike û dewletê bi rê ve bibe, ji ber ku ne xwedî pirojeyeke bingehîn e ji bo bidawîkirina kirîzên xwe ye.  Li aliyekî din jî ger em binêrin opizisiyona li hember hikumeta AKP’ê weke CHP’ê û yên din jî pirojeya ji bo dawîkirina kirîza gelên Tirkiyê tune ye. Tişta ku van aliyan sûd jê giritin binketina AKP’ê bû, ji ber ku armanca wan ev yek bû. Lê pêwîste ev opizisiyon; weke opizisiyoneke demokratîk û ji her netewekê re vekirî be. Hem jî di dema pêş de xwedî pirojeyekê be ku bikaribe kirîza ku gelên Tirkiyê tê de dijîn çareser bike.

Tevî ku hikumeta AKP’ê hemû rêbazên sexte bikar anî ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, lê dîsa jî gelê kurd bi vîna xwe bi ser ketin, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Bi sedên salan e ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê rastî tunekirin, koçkirin, binçavkirin û komkujiyan ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê ve tê. Ger em binêrin ji 15 salan berî niha û bi şûn ve rewşa kurdên Bakur gelekî zehmet bû, ji hemû waran ve mafê wan hatiye xwarin û girtinên bi hinceta karê siyasî pir bû. Her wiha desthilatdariya Tirkiyê siyasetek wiha bi kar tanî ku digot gelê kurd ‘Hûn tunene, Hûn nînin û divê nemînin’. Lê tevlîbûna kurdan di van hilbijartinan de ji siyaseta AKP’ê re bû bersiveke mezin. Gelê kurd êdî gotin em hene, ev dever welatê me ye, em kurd in û em ê dengê xwe bidin xwe. Weke em dizanin biryara di derheqê Ebdella Zêdan hevserokê Şaredariya Wanê de hat girtin yek ji rêbazên hikumeta AKP’ê ya sexte bû. Hinceta ku DEM Partiyê Şaredariya Wanê bi rengekî ne zagonî bi dest xist, dûrî rastiyê bû, ji ber ku rêjeya dengdayînê li ber çavê her kesî bû. Di heman demê de vegera Zêdan weke hevserokê şaredariyê û bidestxistina Şaredariya Wanê bi saya vîn û helwesta bi nirx a gelê kurd bû. Gelê kurd êdî rastiya xwe nas kirye û ji pilanên hikumeta AKP’ê re hişyar e, ji ber vê yekê gelê kurd destê xwe kirin destê hev û xwe isbat kirin. Em serkeftina ku piştî berxwedan û vîna gelê kurd a mezin pêk hat, pîroz dikin.

Serkeftina DEM Partiyê tê çi wateyê û ji cîhanê re çi name da?

Serkeftina DEM Partiyê piştî dengdayîna gelê kurd û daxwaza kurdan pêk hat. Gelê kurd daket qadan û gotin em xwedî dozeke rewa ne, bi vî awayî jî gihane armanca xwe. Tevî fişara siyasî, girtin û hemû kiryarên di derheqê gelê kurd de pêk tên, serkeftina kurdan encam bû. Bi vî rengî bû û serkeftin hat bidestxistin, ger hilbijartin bi rengekî demokratîk bi rê ve biçûya û sextekarî di hilbijartinan de nehatiba bikaranîn dê encam ji wiha baştir ba. Cîhan tev jî rewşa hilbijartinên şaredariyan dişopand, ev hilbijartin ne tenê bi çavê hilbijartinên şaredariyan lê dihate meyze kirin. Lê belê tenê wate dida rêjeya dengdayînê û civak bêhtirî xwe dengê xwe didin kî. Hemû cîhan hilbijartinên Bakur û Tirkiyê dişopandin û nas kirin ku êdî desthilatdariya AKP’ê nema dikare pirsgrêkên xwe çareser bike. Cîhan bi giştî rewşa dosiyaya girtiyên siyasî dizane, bi taybet ji wan kesan Rêber Apo, Selahedîn Demirtaş û bi sedên din yê ku di zindanan de ne. Her wiha danûstandinên dewletên cîhanê û helwesta wan têkildarî mijara dewleta Tirk bi şerê Sûriyê, Lîbiya Îraq, Okraniya û hwd… hetanî DAIŞ’ê, têkiliyên aborî û siyasî  wê helbet werin guhertin.  Roja îro pirsa ku di bala her kesî de ew e ku wê rewşa AKP’ê ber bi kû ve biçe, rewşa dosiya û pirsgirêkên derveyîn û hundirîn çawa be. Ev yek jî li ser opizisiyonê û pirojeyên ku pêwîste bi rengekî demokratîk werin kirin, dimîne. Lê nameya ku gelê kurd û DEM Partiyê di van hilbijartinan de dan ew bû ku kurd hene, mafê wan di dengdayînê de heye û xwedî doz in. Her wiha bi yekîtiya gelê kurd tevî zehmetiyên ku derdiketin, dikarîbûn di van hilbijartinan de bi ser bikevin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle