Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamên komkirina îmzeyên ji bo azadiya Rêber Apo hatin eşkerekirin

08/04/2024
in ROJEV
A A
Encamên komkirina îmzeyên ji bo azadiya Rêber Apo hatin eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Îro Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan encamên kampaniya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo, li Stada 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke girseyî da eşkerekirin û hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê jî 3 milyon û 700 îmze hatin kom kirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan encamên kampaniya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo, bi tevlîbûna girseyî ji saziyên Rêveberiya Xweser, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, partiyên siyasî, endamên komînan eşkere kir

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin û naveroka wê wiha bû:

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser destpêkirin, pêşveçûn  û daxwîkirina kampaniyayê û wiha hat gotin: “ Gelên Sûriyê ta ku asta hezkirin, piştgirî, bawerî û  israra xwe  ya ji bo azadiya Rêber Ocalan nîşan bidin  bi hemû netew  û mezheb,  bawerî,ol, pêkhate û beşên xwe  di  vê demê  de bi peyamên xwe  ji bo hemû hêzên komploger re sûdê werbigirin, kampanya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya ku di 9’ê Sibatê de hate destpêkirin di 4’ê Nîsanê de bi rojbûna Rêber Ocalan re bi dawî bû. Bi vê munasebetê û bi navê insiyatîfa  gelêrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em  spasî û  rêzên  xwe pêşkêşî gelê Sûriyê bi hemû netew, pêkhate, ol û mezhebên wê dikin, ku keda wan di kampanyaya komkirina îmzeyan de hebû ku di van mehên borî de weke şaneya mêşên hingiv bi çalakî û bêwestan kar dikirin. Bi van îmzeyên ku bi ahengî hatine wergiritin, hezkirin, piştgirî û baweriya xwe bi fikir, felsefe û doza Rêber Apo diyar dibe.  Kampaniya  ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berfirehî dest pê kir, li gorî derfetên ku di nav destan de hebûn, li bajarên Sûriyê yên wekî Şam, Heleb, Selamiye, Hums, Hama, Suweyda, Laziqiye û Quneytrayê bi berfirehî dest pê kir.”
Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên kampaniyê wiha da eşkerekrin: “Tiştekî tekez e ku hemû netew, ol, mezheb, kom û beş , heta çi  astê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ve girêdayî ne, ev fikir û felsefe ji bo çareseriya hemû doz û pirsgirêkên heyî yê ku nehatine çareserkirin, di Rojhelata Navîn de û di nav de jî pirsgirêka Sûriyê, zemîna  herî saxlem e. Lewma jî encamên  komkirina  îmzeyan wiha ne: Qamişlo: 625,343, Hesekê: 603,800, Minbic: 711,180, Reqa:701,845, Dêrezor: 337,708, Tepqa: 281,332, Firat: 134,570, Heleb: 103,857, Efrîn – Şahba: 51,212, Hundirê Sûriyê: Şam – Heleb – Laziqiye – Suweyda – Quneytera – Selamiye – Tertûs – Hama – Hums: 6,243 Koçberên Kurd li Lubnanê: 12,000, Hêzên Parastina Civakê: 100,000 û hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê jî 3,669,090. Em hezkirin û  spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yên bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber ku îmzeya xwe dan û pîrozbahiya bi heybet  bi rojbûna Rêber Abdullah Ocalan kirin û bi vê wesîleyê berdewambûna kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan tekez kirin. ”

Herî dawî Însiyatîfa Gel wiha banga xwe anîn ser ziman: “ Ji ber ku em bi  bawerin  bi girîngiya rola encûmana Yekîtiya Ewropa û hemû sazî û dezgehên mafê mirovan ên navneteweyî di çareserkirina daza Rêber Apo û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî de, em kar dikin ku em ê komîteyekê ava bikin ku van encaman bigihîne Encûmana Yekîtiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan  yên pêwendîdar yên navneteweyî. Li aliyekî din em daxwaz dikin ku ev rol bê aktîvkirin, îrade  û daxwazên hemû gelên ku bi doza Rêber Apo bi bawer in berbiçav were ditin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.