Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxa Nû ya Çalakiya Girtiyên Azadiyê

07/04/2024
in ROJEV
A A
Qonaxa Nû ya Çalakiya Girtiyên Azadiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Çalakiya girtiyên azadiyê ya li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di 4’ê Nîsana 2024‘an derbasî qonaxeke nû bû. Di qonaxa nû de çalakî bi boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.

Girtiyên azadiyê bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di roja 133 yan de didome. Girtiyên azadiyê li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî piştre di di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3 Nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Çalakî derbasî qonaxeke nû bû

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşand, di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî dikin, rojbûna 75’an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4’ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Berxwedana girtiyan di roja 133’an de didome

Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 133’emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.