Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘4’ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd û jinê ye’

03/04/2024
in ROJEV
A A
‘4’ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd û jinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berdevka Yekîtiyên Jinên Êzîdî li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku roja rojbûna Rêber Apo rojeke watedar e, ji bo gelê kurd û jinan roja vejînê bû. Herwiha Hediya Şemo dest nîşan kir ku fikr û ramanê wî azad in û hemû gelên cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang dikin.

Roja 4’ê Nîsanê ango rojbûna  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojeke bi wate ji aliyê gelê kurd ve tê naskirin. Herwiha girêdayî heman mijarê jî berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî li Rojava, Hediya Şemo bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ji bo gelê kurd û bi taybet ji bo jin tê çi wateyê?

Ger em danasînekê bidin roja 4’ê Nîsanê wê helbet danasîna me ew be ku weke roja vejînê were destnîşankirin. Rojbûna Rêber Apo ji bo me kurdan û bi taybet jinan rojeke nû û dîrokeke nû bû. Ev roj bi taybet jî ji bo me kurdan ne weke hemû rojên din e, ew rojeke pîroz û watedar e. Ji ber ku dema em li ser Rêber Apo diaxivin, tê zanîn ku ne weke axaftina li ser kesayetekî normal e. Rêber Apo ji qonaxa zaroktiya xwe ve xewdî fikr û ramanên azad e, ew ne weke zarokên din bû. Têkilî û danûnstandina wî bi xuşk û dayika wî re li pêş bû ango di zaroktiya xwe de hezkirineke mezin dida jinê û ev yek jî heya roja îro didome. Herwiha Dayika Iwêş jî roleke mezin lîst heta ku kestayetek weke Rêber Apo xwedî kir, helbet rêzgirtina me ji bo wê dayikê re heye. Wê koça dawî kiriye, lê di wê demê de karîbû Rêbertî li ser fikirên azad perwerde bike û bi awayekî  durist danûstandinê bi civaka xwe re çêbike. Lewma Rêber Apo di pêvajoya xwe ya têkoşîn û azadiyê de li dijî serdestên gelê kurd rabû. Gelê kurd gelek şoreş li dar xistin, lê hertim jina kurd dihat kolekirin. Lê firkir û felsefeya Rêber Apo bû bingeha azadiya jinan. Di heman demê de derfetek da jinê ku xwe di hemû waran de bibe xwedî roleke mezin û xwe pêş bixe.

Fikr û felsefeya Rêber Apo çiqasî weke rêyeke çareseriyê ji bo pirsgirêkên cîhanê tê dîtin?

Rêber Apo ne bi awayekî jixweber pirtûk nivîsandine an jî firk û felsefeya xwe derxistiye, wî  fikrên feylsûf û kesayetên navdar yên mîna Marks, Lîlin, Gîvara û hwd… xwendiye. Di heman demê de nerînên wî dîroka tevahiya şoreşên cîhanê xwendiye û ji xwendin û naskirina rastiya wan şoreşên cîhanê ya şaş, rastiyek afirandiye. Ev rastî jî fikr û felsefeya ku şoreşek ji bo gelê kurd û gelên herêm û cîhanê da meşandin. Herwiha felsefeya xwe ji bo gelan pêşkêş kirye ji bo ku riya xwe ronî bikin. Rêber Apo di axaftinên xwe de dibêje: “Ger hûn ji min fêm bikin, hûn ê bikaribin kar bikin û xwe azad bikin, ger hûn ji min fêm bikin hûn ê hemû tiştan bi awayekî serkeftî bi dest bixin. Dema ku mirov firk û felsefeya Rêber Apo bixwîne wê bikarbe hertiştî bi zelalî bibîne û gavên xwe jî bi rehetî bavêje. Ji ber vê yekê jî ramanên Rêber Apo dengvedaneke li ser asta cîhanê çêkir û gelên cîhanê tev jî ketin bin bandora felsefeya Netewaya Demokratîk. Rast e Rêber Apo rêberekî kurd e, lê gelên cîhanê Rêber Apo ji xwe re jî dibînin rêber.

 Ev bû zêdetirî 3 salan ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, hetanî ku ev tecrîd were bidawîkirin, pêwîste gelê kurd û hemû gelên azdadîxwaz çi bikin?

Wekî em dizanin dema ku komplo li ser Rêber Apo hat kirin, dewleta Tirk a faşist û hêzên komploger xwe kirin yek û xwestin Tevgera Azadiya Kurdistanê jî têk bibin. Dema ku şoreşên kurdan bi têkbirina rêveberan têk dibirin, bi girtina Rêbertî jî xwestin tevger û şoreşa me jî têk bibin. Dewleta Tirk a faşist digot me kurd xistine bin tebeqeyek ji bîtonê û wê nikarbin xwe ji bin wê derxînin û xwe azad bikin. Lê bi komplo nikarîbû fikir û felsefeya Rêber Apo bi qeyd û zincîr bike.  Di roja îro de li ser asta cîhanê pêngaveke mezin ji bo azadiya Rêber Apo didome, gelê kurd û cîhanê tev ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê dikin. Li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta zêdeyî 100 dewletên cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî bang dikin. Konvedan, meş, daxuyanî, haştag, îmze û hwd… didomin û armanc ji van çalakiyan azadiya Rêber Apo ye. Hemû gelên cîhanê rastiya Rêbertî û gelê kurd nas kirine. Dewleta Tirk a dagirker jî ji aliyê xwe ve hertim gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di heman demê de jî tunekirina jinê dike hedefa bingehîn. Ev yek li pêşiya vîna jinan û gelê kurd nabe kelem, lê belê wê hertim bi fikr û felsefeya Rêber Apo berxwedan bidome. Em bi vî hawî jî dibînin ku her diçe ramanên Rêbertî li tevahiya cîhanê bi berfirehî tê belavkirin. Banga gelê kurd û tevahiya gelên azadî xwaz di roja îro de bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye.

Post Views: 112
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)

21/06/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.