Rojnameya Ronahî

(MED TV ) Yekemîn Telviziyona kudî     

Deriya Çiya/Qamişlo

MED TV yekemîn televizyona kurdî ya satelîtê bû, di 15’ê Gulana 1995’an de dest bi weşana xwe kir. Di vê pêvajoya dîrokî de Kurdistan her di bin dagirkeriyê de bû û Kurd her di nav têkoşîna neteweyî de bûn. Zimanê wan qedexe bû, navê welatê wan tinebû, serok û pêşengên wan yan li zindanan, yan li çiyayan, yan jî li sirgûnê bûn. Yekem weşangeriya televizyona satelîtî ya Kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî welêt, li Belçîkayê dest pê kir.

MED TV di 15’ê Gulana 1995’an de dest bi weşanên xwe ji bajarên Londonê kir. MED TV rojane şeş demjimêran bi zimanên kurdî, Tirkî, Asûrî û Erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, bakurê Efrîqa û Rojhilata navîn dihat temaşekirin. MED TV bi vê yekê gaveke mezin di dîroka çepemeniya kurdî a nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojî rakirin. Weşana bernameyan bi şeş zimanan: Kurdî ( zaravayên Soranî, Kurmancî û Zazakî) Îngilîzî, Erebî, Suryanî û Tirkî dihat weşandin.

Navlêkirina MED TV

Yekem televizyona Kurdî û ya Kurdan navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan, ji Medan wergirtibû. MED TV, 2500 sal piştî hilweşîna şaristaniya Medan, dest bi weşana xwe kiribû. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pir tişt neguherîbûn. Kurdistan her di bin dagirkeriyê de bû û Kurd her di nav têkoşîna neteweyî de bûn. Zimanê wan qedexe bû, navê welatê wan tinebû, serok û pêşengên wan yan li zindanan, yan li çiyayan, yan jî li sirgûnê bûn. Yekem weşangeriya televizyona satelîtî ya Kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî welêt, li Belçîkayê dest pê kir.

Efsûna MED TV xeyal vejandin

MED TV wek ruhekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên mirovên van zewiyên xemgîn, careke din vejandin.

Lê di ekranên MED TV de, bi gelek ziman û zaravayên ku li dijî zextên dewletên dagirker li ber xwe didan, weşan dihat kirin. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji ekranên televizyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran salan ve diherikî.

Her wiha zimanê Asûrî/Suryaniyan ku di bin heman zextan de ye, ji ekranên vê televizyonê digihişt ser zeviyên ku koka xwe jê distîne.

Zimanekî din, zimanê qewmê Lazan, ew jî ku li Tirkiyeyê qedexe ye; carinan bi stran û kilamên xwe li dijî dijminên mirovahiyê li ser ekranên vê televizyonê derdiketin pêş.

MED TV ji bilî van zimanên qedexekirî, her roj di demên cûr bi cûr de bi Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî weşan kirin. Kilamên Ermenî, Farisî û gelek zimanên din jî car caran di ekranên vê televizyonê de derketin pêş.

Serketina vê kanala televizyonê belkî jî ew e ku wek dengê Rojhilata Navîn pirrengîn û hesreta însanên wê herêmê biqeda, hesreta biratî, demokrasî û wekhevîyê di ekranan de be jî anî bû ziman.

Her wiha oldarên Îsewî, Misilman, Elewî û Êzîdî di rojên xwe yên pîroz de li ser ekranên MED TV civiyan; qesîde û duayên xwe gihandin hemû mirovan. Di rojên pîroz ên van komên olî de, şahî û bernameyên taybet jî pêşkeş dikirin.

Astengiyên weşana MED TV

Ji destpêka weşana xwe de MED TV bi zextên dewleta Turk re rûbirû ma ye. Beriya ku MED TV dest bi weşanê bike, dewleta Turk ket hewlidanan û MED TV bi piropogendên nerast li ber çavê raya giştî û dewletên Ewropa reş kir û weke televiziyona PKK’ê îlan kir. Paşê bi zextên li ser Elmaniya, Birîtaniya mezin, Polanda, Spaniya, Fransa û Protûgalê xwest MED TV bidê rawestandin. Di Gulana 1999’an de kominisiyona televiziyona ya Birîtanî (Independet Televizion Commission ITC) lîsansa MED TV betal kir û weşanên wê rawestandin. Lê sê meh şûn de, di Tîmeha 1999’an de Mediya TV dest bi weşana xwe kir û cihê MED TV girt.

Mediya TV

Piştî girtina yekemîn televiziyona kurdî ya li ser satelîtê MED TV, di sala 1999’an de televiziyona Mediya TV dest bi weşanên xwe kir. Mediya TV jî di sala 2004’an de hat girtin û li şûna wê Roj TV dest bi weşana xwe kir.

Roj TV

Roj TV di 21’ê Sibatê de dest bi weşanên testê û di 1’ê Adara 2004’an de bi resepisyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji Gulana 2004’an û şûn de Roj TV di înternêtê de zindî tê temaşekirin.

Di şoreşa Rojava de pêngaveke ragihandinê ya bi kalîte

Ev xebata ragihandinê ya berdewam ji bo serdemên navber, ji sala 2011’an û vir ve, bi destpêkirina serhildana gel û şoreşa gelên Sûriyê û ya ku mîna şoreşa ragihandinê li Rojava, pêk hat. Şoreşa gelê Kurd a li Rojava ku ji bo li dijî rejîma totalîter û netew-dewletê hat destpêkirin, di asta çapemeniyê de şoreşeke girîng bi dest xist. Hevdem bi mezinbûna şoreşê re, rojnamevanan karîn gelek platformên medyayê yên wekî rojnameya Ronahî, Ajansa Nûçeyan a Hawarê û kanala satelîtê ya Ronahî ava bikin. Ev platformên çapemeniyê bûne dengê projeya neteweya demokratîk a ku li herêmê pêşketiye. Van platformên medyayê her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê eşkere kirin, her wiha bi mezinkirina berxwedana li dijî DAIŞ’ê re hembêz kirin û piştre jî ji bo eşkerekirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û peymanên bi guman û qirêj ên di navbera dewleta Tirk, çeteyên El-Nusra de xebitîn.

Rojnameya Ronahî

Li Rojava bi destpêka şoreşê re Rojnameya Ronahî mîna yekemîn desgehên ragihandinê bi riya komek ji xebatkarên dildar dest bi karên xwe kirin û di 16’ê Cotmeha 2011an de yekemîn çapa xwe destpêkir. Bi destpêkirina Rojnameya Ronahî re gaveke giring di warê ragihandinê de hate avêtin û roj bi roj di nava civakê de bandora wê her ku çû mezin bû û ji derfet û imkanên kêm û bi çend endaman kar hate destpêkirin û îro gihiştiye astekî ku nûçegihanên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavbûne û ji gelek welatên Rojhilata navîn jî nivîskarên xwe jî hene. Her wiha bûye navnîşana ragihandina rastiyê û vegotina şoreşê.

ANHA

Ajansa Nûçeyan a Hwarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’an de ji aliyê hinek rojnamegerên Kurd ve hat avakirin. ANHA’ya ku weşana xwe di malek ji kerpîçan de destpêkirî, bi hişmendiya xwe ya bêalî û nûçeyên rast, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû saziya çapemeniyê ya herî giring.

ANHA’yê ragihandina Netewa Demokratîk a ku li Rojhilata Navîn derket û berxwedana gel ji cîhanê re esas girt. Nûçegihanên ANHA’yê, bi berdêlên giran wek şahîdbûnê jî, di her şert û mercên zehmet de nûçegihaniya rast kirin û di israrê de yek gav paşde neavêtin. ANHA’ya ku niha di sala xwe ya 10’an de ye, toreyek wisa da avakirin ku şoreşa gel a li herêmê, berxwedana ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin gihand tevahî cîhanê. ANHA li herêmê xeta weşana ji rastî û heqîqetê tawiz nayê dayîn dide meşandin û rojnemegerên giring ava dike.

RONAHÎ TV

Ragihandina Azad kevneşopiya ku bi Med Tv dabû destpêkirin hat girtin jî, li rexma hemû zextan ev kevneşopî domand. Ronahî TV di 20’ê Cotmeha 2011’an weşana xwe ya testê da destpêkirin û destpêkê di rojê de tenê sê saet weşan dikir. Di demek kurt de ev dem gihişt 10 saetan û di sala 2014’an de jî saetên weşanê gihand 24 saetan.

Ronahî TV di rojên avakirina xwe de li bajarê Brukselê yê Belçîkayê dest bi weşanê kiribû, di demek kurt de navenda xwe ya nûçeyan derbasî xaka şoreşê kir. Niha Ronahî TV studyoyên xwe li hemû kantonên herêmê vekiriye. Li kêleka Şoreşa Rojava, pêşketinên li Rojhilata Navîn digihîne hemû cîhanê.

Stasyonên radyoyê

Di 20’ê Cotmeha 2012’an de yekemîn radyoya Rojava bi navê “Cûdî FM” hat avakirin û bernameyên xwe ji bajarê Qamişlo diweşand. Paşê di 19’ê Mijdara 2012″an de Radyoya FM ya Kobanî hat damezrandin û di 1’ê Nîsana 2013’an de Radyoya Rojava FM dest bi weşanê kir. Li Efrîna ku niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, di 10’ê Hezîrana 2013’an de Radyoya Efrîn FM hate avakirin û di 1’ê Îlonê de weşana asayî ya Radyoya Efrîn FM dest pê kir. Di navbera salên 2014-2015’an de gelek radyoyên wek Derbasiya FM, Waşokanî FM, Dengê Xabûr, Dengê Rêveberiya,Orkêş, Xweseriya Demokratîk û Rojava FM hatin avakirin. Di sala 2017’an de radyoya jinan bi navê Radyoya Star FM Jî dest bi weşanê kir.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle