Rojnameya Ronahî

Helbestvanê bi helbestê re mezin bû; Ferhadê Merdê

Emîna Mihemed/Qamişlo

Helbestvan Ferhadê Merdê ji zaroktiya xwe ve ji helbestan hez dike û li gelek helbestvanan guhdar dike û bi wan bandor dibe û bi wî rengî dest bi nivîsandin û xwendina helbestê dike. 300 helbestên wî hene piraniya wan şoreşgerî  û li ser şehîdan e, yekem alboma wî jî bi navê Gulfiroş bû. Ferhad destnîşan kir ku wî helbesta bi navê Tu dûrî jî amede kiriye û wê berî Newrozê bê belavkirin.

Ferhadê Merdê di sala 1975`an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ew yek ji helbestvanên kurd yên ku di warê helbesta kurdî de gelek malikên zêrîn hûnandine. Herwiha Merdê bi helbestên xwe hezkirineke mezin di nav dilê civaka kurd de avakıri ye. Helbestvan Ferhadê Merdê di derbarê jiyan, kar û xebata xwe ya hunerî de ji rojnameya me re axivî.

Ferhad Merdê diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve  ji helbestan hez dike û di heman demê de bandora helbestvanên kurd yên derdorî wî li ser wî hebû û wiha got: “Ez di sala 1975`an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûme, ji zaroktiya xwe de ez ji hunerê û helbestan hez dikim, herwiha me bi hevalên xwe yên ku li dibistanê diman helbest û stran digotin û di heman demê de bandora hunermend Merwan sebirî û Ebdilqadir Silêma dema ku stran li dawetan digotin li ser min hebû û min jî dixwast ku rojek  ji rojan bibim stranbêj û ez jî strana li dawetan bêjim. Min xwendina xwe ya navîn qedand, ji ber ku min ji xwendinê hez nedikir min xwendina xwe temam nekir. Min ji xwe re digot bila dema min tev ji bona stran û helbestan be. Lê dûrbûna min ji Qamişlo nehişt ku bibim helbestvan. Lê di nava hevalên xwe de min dest bi kar û xebata şano kir. Herwiha derfeta min tunebû ku şano bixwînim, lê wiha di nava hevalên xwe de  ez mîna lîstikvanekî dileyistim û şanoya min ya yekemîn jî di nava gelên penaber yên mexmûrê de bû û ez li wir derketim ser dikê û pêşberî gel. Ez li kampa Mexmûrê bi navê Dîno dihatim naskirin û bandora kampa Mexmûrê û gelê wê pir li ser min û li ser helbestên min hebû. Herwiha zarokên taxa me jî nedihiştin ku ez van helbestan winda bikim. Ji ber ku  dihatin cem min da ku ez ji wan re strana bêjim û dema ku min stran digotin, coş, kelcana min  bilind dibû û gelek kêfa min ji dengê min re dihat. Di heman demê de heger mirov helbestan nexwîne û xwe di warê helbestê de pêşnexe  nikare helbestê jî binivîsîne. ”

 ‘Divê helbestvan hişê civakê hişyar bike’

Merdê anî ser ziman ku strana ku ew gelekî jê hez dike Tembûra dilê min têlê wê qut bûn bû û wiha got: ” Helbestên min derdora 300` helbestan ne û dema ku min şano dinivîsand di navre helbest jî bi min re derdiketin. Di sala 1995`an de Yekem helbesta ku min nivîsand li ser du hevalên me yên Şehîd bû. Herwiha ev helbest di şahiyê de sê caran hat gotin, piştre helbesta bi revandin û dîlgirtina Rêber Apo re, min çêkir. Di wê demê de min bi qasî demekê dev ji şanoyê berda û dest bi nivîsandina helbestan kir û her ku min helbestek dinivîsand hevalên min û malbata min piştgiriya min dikirin da ku berdewam bikim û wiha coş û kelecana min jî bilind dibû û roj bi roj asta min a nivîsandin û xwendina helbestê pêşket. Di serî de pêwîste ku helbestvan mejiyê civakê berfireh bike, şiyar bike û zindî bike, da ku civak bizane dagirkerî çiye, ol çiye, welat çiye, ax çiye, mûzîk çiye. Herwiha rastiyên heyî ji bona civakê bide naskirin. Weke din jî di heman demê de min Rêveberiya çand û hunerê ya sipora serdem jî kiriye. ”

‘Bi şoreşa Rojava re helbestên min bêtir wata xwe gritin’

Ferhad da zanîn ku pirtûka wî ya yekem ku bi navê Kesera azadî hazire û wê di dema pêş de were belav kirin û ew pirtûk derdora 47` helbestan di nava xwe de digre û wiha got: “Ji bilî pirtûka kesera azadî jî sê pirtûkên din hene ezê wan jî belav bikim. Herwiha elboma min ya destpêkê çêkirî ya Gulfiroş bû û min 11 helbest jî pêre belav kirin ew jî di sala 2004`an de bû. Di heman demê de ez tevlî mîhrîcana li Amedê bi navê şanoya dîno û helbestan bûm û li Hewlêrê jî min tenê şanoya bi navê Dîno pêşkêş kir. Herwiha helbestên min di nava şoreşa Rojava de bêhtir derketin pêş, ji ber ku êş û azarên civaka Rojava him li alîkî ve Şehîd, birîndar û êrîşên dijmin yên bê navber û helbestên girêdayî rewşa heyî û şehîdan dinvîsandin û digotin. Helbestên min jî bêhtirî xwe şoreşgerî, civakî û evînî ne. Weke din jî helbestên min girêdayî bûyerên ku diqewimin de ne û ez bi bûyeran re helbestan çêdikim. Di heman demê de helbesta min a bi navê Tu dûrî jî hazire û wê berî Newrozê were belav kirin û naveroka helbestê jî evînî ye. Weke din jî sê helbestên din jî li ber destê min hene ezê wan jî tomar bikim. ”

‘Divê helbest bibe çira ronahiya civakê’

Helbestvan Ferhadê Merdê di dawiya axaftinên xwe de wiha got:”Ez hêvîdarim ku miletê Rojava bi helbest, çîrok û stranên ku ez çêdikim razîbin û di heman demê de armanca min ne ew e ku ez helbesta bêjim da ku bi nav û deng bim. Daxwaza min ewe ku êşa gelê xwe bi riya helbestan derxim. Banga min ji bona rewşenbîr û helbestvanan ew e, ku êşa civaka xwe binivîsînin û xwedî li çand, dîrok û zimanê gelê xwe derbikevin. Ji ber ku bi hezaran Şehîdên me hene û welatê me her tim rastî êrişan tê û axa ma hatiye dagirkirin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em pênûsa xwe têxin xizmeta gelê xwe û şev û roj ji bona gelê xwe kar û xebatê bikin. Helbestvan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend pêwîste ku bi pênûsa xwe dengvedana şoreşê bighîne cîhanê tevahî û destkeftiyên şoreşê biparêze û bibe çiraya ronahiya civakê. ”