Rojnameya Ronahî

Bi 8’ê Adarê ber bi pêlên berxwedanê ve

Lîlav Elî

Dema ku mirov bixwaze çavên xwe li dîrokê bigerîne, pêwîste berê xwe bide dîroka jin, ji ber ku eger ne ji hebûna jinê buya wê dîrok ewqas giran nehatiba nivîsandin. Eger ne ji xwedawendî, afrînerî, xûliqkarî, fedakarî û avakirinên ku bi destê jinê çêbûne, dê jiyana îro, vegera li dîroka par û naskirina hebûna xwe tunebûya.

Di dîroka mirovahiyê de, di nava pêlên jiyana ber bi îro ve, jin bû xwedawenda gerdûnê, bû serpêhatiya hemdemî û navê xwe her di nava rûpelan de vejandin. Di wextekî de ku mirov li mirovahiyê digerî, jinê bi zanebûn û jêrêtiya xwe mirovatî ava kir, bi destekê tovên malbatê û bi destê din jî tovên civakek exlaqî belav kir. Jinê li hemberî newekheviyê, edalet, li hemberî şer aştî, li hemberî xizanî xwetêrkirin, li hemberî neheqî xweparastin ava kir. Jin bi lehengî, berxwedanî û wêrekiya xwe jiyanek ji milyonên mirovan re hûnand.

Li hember vê yekê, mêrsalar ku her tim li hemberî hêza jinê çavên xwe teng kiriye, xwest keda bi hezarê salan a jinê ji destê wê bike û wê ji xwedawendiya wê daxîne. Mêrê serdest jin wekî nezan û bê hêz da pênasekirin, wê ji radeyên herî jor a xwedawendiyê daxist radeyên herî jêr a kolekirinê, nasnameya wê tune û ew bê nav hişt. Bi kolekirina jinê re feraseta desthilatdariyê li gel mêr bi pêş ket û serweriya xwe li ser malbatê ava kir,  xwe wekî hêza bingehîn û zane da pênasekirin û jin jî tenê di warê xizmetkirinê de xeniqand.

Lê her dem, da ku  jin nasnameya xwe ya rast vegerîne û bibe xwediya hebûna xwe, serî hildaye û serkêşî ji azadiyê  re kiriye. Çîroka 8’ê Adarê jî mînaka vê yekê li ber çavên mirov radixe.

Li gorî lêkolînan, di roja 8’ê Adara 1857’an de li eyaleta New York a Amrêkayê nezîkî 40’hezar jin, ji  bo ku şertên xêbata wan baş bibe, dest bi giravê dikin û daxwaza jinên ku dest bi giravê dikin ku seatên wan yên kar bibe 8 seat û heqdestekî wekhev ji wan re were dayîn. Lê Piştî vê di encama giravê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 129 jin hatin şewitandin û jiyana xwe ji dast dan.

Piştî vê buyerê di sala 1910’an de li Kopenhagê konferensa jinên sosyalîst a neteweyî ya duyemîn hate li darxistin. Di konfernsê de Kilara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman pêşinyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin.

Di 16’ê Kanûna 1977’an de Netewên Yekbûyî 8’ê Adarê weke roja jinan ya cîhanî raghandin.

Di Rojhilata Navîn de, rewş û hewlên ji holêrakirina navê jin

Di Rojhilata Navîn de herî zêde pergala mêr a 5 hezar sal li ser jinê serwer bû, bi taybetî di bin navê ola îslamî de û li welatên ereb wek Sûriyê, Sûdan û Erebistanê hebûna jin hat tepsandin. Zihniyeta mêrê serdest ku xwe dispêre netew dewlet û kapîtalîzmê jin ji hemû qadên jiyanê dûr xist, ew bê îrade û hêz pênase kir, tevahî qadên xebatê di bin serweriya mêr de bû û qedexe bû ku jin heta nêrîna xwe jî bîne ziman. Di warê rêvebertî, xwe pênasekirin, zanîn, xwendin û hwd de jin mehrûm ma. Jin ji dibistanan hat dûrxistin û di malan de wekî alavekî zarokanînê û xizmetkirinê hat hiştin. Bi taybet li welatên Ereban jin di temenên biçûk de di bin navê ” xwe bistirî” ne de hat zewicandin, di vê mijarê de eger jinê nerazîbûna xwe nîşan bida yan jî red bikira an dihat îşkencekirin an jî dihat kuştin. Bi gotina ku “Gotin a mêrê malê ye” jiyana jinê ji binî ta jor di bin destê mêr de bû.

Di bin navê ” Jin jê fêm nake” qedexe bû ku jin cihê xwe di saziyan de bigire û li kêleka mêr civakê bi rêve bibe. Netew-Dewlet ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ya desthilatê jin tenê di warê reklaman de da karkirin û wekî sile bi kar anî. Ji ber vê yekê dema em niha li rewşa ku Rojhilata Navîn tê de binêrin, ev krîz û şerên ku jiyan dike em dikarin bi rewşa jin, neqebûlkirina wê, redkirina wê û tunekirina afirîniya jinê ve girê bidin. Eger jin nehatiba kolekirin û mafê wê yê jiyankirinê nehatiba dizîn, eger jin wekî rêvebera yekem bihata dîtin helbet dê rewşa Rojhilata Navîn ne di vî halî da ba.

Di Kurdistanê de rewşa jin û têkoşînê ber bi azadiyê ve

Pergala mêr-dewlet li Tirkiyê bi rêjîma AKP’ê re tevahî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê veguherandiye zîndana darizandina jinên zana, tekoşer, berxwedêr, çalak û serhildêr. Rojane jinên rojnemavan ên ku dixwazin rastiya êş û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî wan ji raya giştî re raghînin tên binçavkirin û girtin, li aliyekî din desthilata AKP her dem da ku jinan bê deng bike, ji mafê wan bê par bihêle û di nava sîstema xwe ya krêt de wan tengav bike serî li her cûre sûc, kiryar, kuştin, îşkencekirin, destdirêjî û komkujiyan daye.14’ê Kanûna 2015’an de li Silopya’ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat destpêkirin û derdora navçeyê hat girtin, lê li gel êrîşên dijwar û dorpêçê jî xelkê navçeyê dev ji taxên xwe bernedan û  li ber xwe dan. Di nava berxwedanê de 3 jinên siyasetmedar û têkoşer hebûn; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel Pakîze Nayir û Endama Kongrey a Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar, her sê jinan bi rihê berxwedanê eniyên xwe li hember dijmin hildabûn, ji lewra di 4’ê Çileya 2016’an dewleta Tirk a qirker her sê jinên siyasetvan hedef girt û komkujiyek derheqê wan de pêk anî.

Dîsa rêjîma Îranê bi kiryara sêdareya jinan mohra xwe li dîrokê daye û dijmintiya xwe ya li hember jinên serhildêr eşkere kiriye û dike. Ji lewra zanista têkoşîn û lêgerîna heqîqetê ya jinên Îranî ewê vê pergala mêr a ku xwe disepêne, hilweşîne û jiyanek azad ava bike. Li Îraq û Başûrê Kurdistanê jî hişmendiya mêr bi qasî kûrbûye tu rojevek bi navê jin tine ye.

Lê eger em li rewşa jin di Rojavayê Kurdistanê de binêrin dê cudahiyek derkeve holê. Bi geşbûna Tevgera Azadiyê re ku hêza xwe ji vîna jinê digire û pêre di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê Rojava û gelên Bakurê Sûriyê, li dijî hovîtî û tarîtiya  rejîma Esad, xeta 3’yemîn ava kirin û modeleke civakî ya nû ya li ser bingeha wekhevî, demokrasî û azadiya pêkhateyan, jinan, baweriyan û ciwanan avabûyî dan ber xwe. Şoreşa 19 Tîrmehê ku di nav xwe de şoreşa azadiya jin ava kir, bû îlhama azadiyê û ber bi Rojhilat Navîn ve herikî. Bi saya felsefeya Netewa Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkeş kiriye, jinan li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn, berxwedan, lehengî, wêrekî û meşandina şerê azadiyê mohra xwe li dîrokê yekem car di Rojhilata Navîn de bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê jinan cihê xwe di Hevserokatiyê de girt û li ser masayan û di civînan bû xwedî biryar, jinan li aliyekî çek hilgirt û parastina axa xwe kır, li aliyekî pênûs hilbijart û zimanê xwe pêşxist û li aliyê din jî bi îdeolojiya wekheviyê, azadiyê û demokrasiyê li cewhera xwe geriya.

Îro li Rojavayê Kurdistanê ku bi keda destê jin şoreşa xwegihandina azadiyê ava bûye, pêşengên vê şoreşê dibin armanca polîtîkayên qirkirin, tunekirin, ji holêrakirin û tasfîyekirinê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi şoreşa jin tê naskirin, dijminê sereke yê şoreşê dewleta Tirk a dagirker niha di şexsê jinan de dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe. Ji Hebûn, Zehra û Yadê Emîneyan bigire, heta bi Sorxwîn û Azadîyan dewleta Tirk bi berdewamî pêşengên şoreşa 19’ê Tîrmehê û fermandarên ku DAIŞ’ê têk birin, dike hedefa êrîşên xwe. Bêguman ev êrîş nikarin vîna jina perwerdekirî bişkînin, berovajî wê yekê jinên herêmê di serxistina projeya demokratîk de bi israr in.

Cihgirtina jin di şoreşa Rojava de bandor li parçeyên din ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li Cîhanê kir. Bi rihê şoreşa jin a 19′ Tîrmehê, jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an re her li hember desthilata tarî ya Îranê bi şewitandina şalên serî û jêkirina keziyên xwe ji desthilata Îranê re gotin na.  Jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” serhildanek ku navê xwe di dîroka têkoşîna jinên kurd û azadîxwaz de nivîsand lidarxistin.

Tevî gef, êriş, zext û gulebaranên hêzên rejîma Îranê ,lê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku li tax, kolan û bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dengê hat qîrkirin bû felsefeyek cîhanî û ew nav li ser dîwarên welatên biyanî hat nivîsandin her wiha jinan di rûniştinên xwe de banga mezinkirina vê felsefeyê kirin.

Çawa ku jinan bi hezarên salan li ber xwe dane û agirê şoreşê herdem berz kirine, îsal jî jinên li seranserî Kurdistan û cîhanê bi coşa avakirina pergaleke wekhev dadikevin qadan. Bi taybet jinên Kurd îsal di serxistina projeya demokratîk û azadkirina Rêber Apo de bi israr in.